Skotland butçeya saziya ziman kêm dike

Hukumeta Skotlandê biryar girt, butçeya ji bo Desteya Zimanê Galîkî kêm bike.

Aktîvîst di wê baweriyê de ne, biryara hukumeta Skotlandê wê bandoreke xerab li parastina ziman bike.

Meseleya parastina zimanê galîkî bi biryareke hukumetê ket rojeva Skotlandê.

Hukumeta Skotlandê biryar girt, butçeya ji bo Desteya Zimanê Galîkî (Bòrd na Gàidhlig -BnG) kêm bike.

Desteya Ziman ragihand, ji ber vê biryarê  27 xebatkarên wê yên li giravên Hebridê wê nikaribin karê xwe bidomînin.

Xebatkarên mijara gotinê di nava niştecîhên li giravên Hebridê planên parastina ziman dimeşînin.

Giravên navborî çend ji ciyên dawîyê ne ku galîkîya Skotlandê lê tê axaftin.

Lewma aktîvîstên ziman ji ber vê gava dawî ya hukumetê xemgînî û fikarên xwe îfade dikin.

Aktîvîst di wê baweriyê de ne, biryara hukumeta Skotlandê wê bandoreke xerab li parastina ziman bike.

Sebebeka din a ku çima parazvanên ziman ewqas ji ber rewşa dawî dilşikestî bûne, girtina biryarê ya ji aliyê Partiya Netewperest a Skotî (SNP) ye.

SNP partiya herî mezin a welêt e û ligel parastina galîkî daxwaza serxwebûna Skotlandê dike.

Hukumeta SNPê diyar dike, ew niha ji bo venasîna galîkî, perwerdeya bi galîkî û bi awayekî fermî  damezrandina herêmeke çandî-zimanî di nava hewldanan de ne.

Desteya Zimanê Galîkî bi daxuyaniyekê ragihand, kêmkirina butçeyê li wir bihêle, derfetên heyî têra meşandina xebatên wê nake.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, desteyê di 2007an de 5 milyon £ wergirtî ye û ji bo 2024-25an 5.1 milyon £ ji wê re hatîye terxankirin.

Li gorî saziya ziman, dema rêjeya enflasyonê li ber çav bê girtin, divê îsal di navbera 8.5 û 10 milyon £ ji wê re bihatana terxankirin.

Di nava demê de gav bi gav kêmbûna axaftina galîkî/Decolonialatlas.wordpress.com/

% 1ê civakê bi galîkî diaxive 

Ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê ya bi sedan salan dom kirin, niha % 99ê civakê bi îngilîzî diaxive.

Li gorî daneyên 2011’an, li seranserê Skotlandê bi tenê 57 hezar kes bi galîkî diaxivin.

Galîkî zimanê kevnar ê Soktlandê ye ku niha bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ye.

Galîkîya ku wekî parçeyeka sembolîk nasnameya Skotlandê tê qebûlkirin,  piranî hebûna xwe di folklor, edebiyat û mûzîkê de didomîne.

Ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê ya bi sedan salan dom kirin, niha % 99ê civakê bi îngilîzî diaxive.

Li gorî daneyên 2011’an, li seranserê Skotlandê bi tenê 57 hezar kes bi galîkî diaxivin.

Ev jî bi tenê dike ji % 1.1’ê hemû nifûsa Skotlandê.

Infowelat

——————————————

Foto: Li dibistaneke Skotandê perwerdeya zimanê galîkî/X.com

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …