Rênas Jiyan
Êdî hêzeke nivîskarê/a kurmancî heye. Ev guherîn, ev dewran, bi kedê çêbû helbet, bi têkoşînekê çêbû. Berê, gava kurdekî bi kurdî binivîsanda muameleya dînan pê re dikirin, ew nezan û zarok dihesibandin, lê îro ev rewş guheriye, êdî ew baqil û hêja tê hesibandin. Do, gelek nivîskarên kurd ên tirkînivîs ku tirkînivîsiya wan ji wan re xelat û serbilindî bû îro tirkînivîsiya ji wan re bûye fedî û stûxwarî.
Nivîsandina bi kurdî wek dezavantajekê xuya bike jî, avantajên wê jî hene. Mînak, gava nivîskarekî kurd bi tirkî dinivîsîne bi tenê li Tirkiyê tê xwendin, lê gava bi kurdî dinivîsîne hem li Tirkiye, hem li Îranê, hem li Iraqê û hem jî li Sûriyê tê xwendin. Avantaja bindestiyê!.. Li van hemû welatan (Iraq, Îran û Sûrî) kurd hene û wêjeya kurdî dişopînin; li van hemû welatan kurdî ji tirkî berbelavtir û geştir e. Kurdekî bi tirkî dinivîsîne berhema wî di Tirkiyê de difetise, nagihêje kurdên din, kes ji zimanê wî fam nake, wêjeya wî teng dimîne… Ji ber wê, nivîsandina bi kurdî baştir e ji nivîsandina bi tirkî. Bi vî awayê xwe, nivîsandina bi kurdî diyardeyeke gerdûnî ye, a bi tirkî diyardeyeke herêmî ye.
*
Berê, di salên 1990î de, gava yekî bi kurmancî binivîsanda hem di nav civaka kurdan, û hem jî di nav civata kurdên tirkînivîs de tenê dima, bêkes dima, nedistrî. Lê dinya guherî, bû dinyayeke din, bû dinyaya bi kurmancî. Îro îcar kurdê/a ku bi tirkî dinivîsîne di nav civaka kurdan, û di nav civata kurdînivîsan de tenê dimîne û nastre. Berê, nivîskarekî kurmancî ji bo “rewatî”ya xwe ya wêjeyî muhtacî nivîskarekî tirkî bû: Gerek nivîskarekî tirkî destê xwe li pişta wî bixista, piştgirî bidayê, navê wî bi lêv bikira ji bo ew bihata qebûlkirin. Lê niha rewş serobino bûye, êdî nivîskarekî tirkînivîs ji bo rewatiya xwe ya wêjeyî ya nav kurdan muhtacî nivîskarekî kurmancî ye. Êdî hêzeke nivîskarê/a kurmancî heye. Ev guherîn, ev dewran, bi kedê çêbû helbet, bi têkoşînekê çêbû. Berê, gava kurdekî bi kurdî binivîsanda muameleya dînan pê re dikirin, ew nezan û zarok dihesibandin, lê îro ev rewş guheriye, êdî ew baqil û hêja tê hesibandin. Do, gelek nivîskarên kurd ên tirkînivîs ku tirkînivîsiya wan ji wan re xelat û serbilindî bû îro tirkînivîsiya ji wan re bûye fedî û stûxwarî. Ji vana gelek kes mecbûr man ku li gel tirkî êdî bi kurmancî jî binivîsînin. Tirkînivîsên ku do xwe ji nivîsandina kurdî dûr dixist û bawer nedikirin bi kurmancî mirov pêş bikeve, piştî pêşketin û geşedana kurmancî hêdî hêdî li kurmancî vegeriyan: Genim bû firîk, mele bû şirîk.
*
Berê, gava yekî bi kurmancî binivîsanda jê re digotin “ilkel milliyetçi” (neteweperwerê hov). Henekên xwe pê dikirin, ew nezan dihesibandin, karê wî biçûk dikirin. Lê îro ew “ilkel milliyetçi”yana” êdî civak ji wan hez dike, bûye heyranê wan. Êdî xuya bû ku ji bo mirov bi zimanê xwe dinivîsîne nabe hovekî nijadperest; dijberî wê, ên ku wî wiha dihesibînin hov in. Xuya bû ku ew “ilkel milliyetçi”yana mafdar bûn û her wêje zimanekî wê bû. Hat famkirin ku nivîsandina bi tirkî û nivîsandina bi kurdî di navbera wan de ferqeke pir mezin heye. Hat famkirin ku kesê ji xwe (ji nirxên xwe) hez neke nikare ji kesekî din jî hez bike û derewînekî dera hanê ye.
Heke hinekan li wêjeya kurmancî xwedîtî nekira ev pêşketin bi dest nediket helbet. Heke îro wêjeya kurmancî ya nûjen serkeftinek bi dest xistibe –ku bi dest xistiye–, ev serkeftin piştî bawerî û kedeke mezin pêk hat. Heke di wêjeya kurmancî de nivîskarên biqabiliyet û têkoşer tune bûna ev serkeftin bi dest nediket.
*
Destpêkê, di salên 1990î wan de wêjeya kurmancî wek destnîşana Guattari û Deleuze a li ser wêjeya mînor, ew jî wêjeyeke “mînor” bû. Di salên 90î de xebatkarên wêjeya kurmancî kêm bûn. Ew, wêjeyeke xetere bû, hunereke qedexe bû, xwendevanên wê tune bûn, saziyên wê tune bûn… Wêjeya kurmancî di van salan de “dercivakî” bû, erda wê teng bû, kesî jê fam nedikir, kesî qîmet nedidayê… Lê îro wêjeya kurmancî bûye wêjeyeke “major”. Êdî geş e, civakî ye, sazî û nivîskarên wê pir in… Êdî ew tê famkirin, tê hezkirin, tê rexnekirin, tê pêşniyarkirin, tê şopandin…
Do, wêjeya kurmancî “getto”yek bû. Kes nediçû taxa wê. Kesî silav nedidayê. Pîs bû. Genî bû. Bêqîmet bû… Hem dewletê û hem jî civakê ew diricimand. Lê îro ne wiha ye, êdî dewlet bi xwe jî wê di saziyên xwe de qebûl dike. Civak êdî nivîskar û helbestkarên wêjeya kurmancî nas dike, ji wan hez dike, navên wan li zarokên xwe dike, berhemên wan ezber dike…
Wêjeya kurmancî ya ku do getto bû, îro hatiye nava bajêr û bûye “navend”. Wêjeya kurmancî êdî xurt e, êdî pir e, êdî “navend”eke dilkêşiyê.
Temenek lê çû lê hêja bû.
———————————–
Rênas Jiyan
Rênas Jiyan helbestvan, nivîskar û weşangerekî kurd e. Ji nav gelek berhemên wî herî zêde pirtûka bi navê Janya a di 1999’an de hat weşandin deng veda. Rênas Jiyan tevî xebatên xwe yên nivîs û weşangeriyê, ji rojnameya Xwebûnê re jî dinivîse.
Foto: Rênas Jiyan/Facebook
Infowelat