Frîzland dixwaze zimanê xwe biparêze

Herêma Frîzland (Fryslân) a li Holandayê bi rêûrêbazên zanistî dixwaze zimanê dayikê biparêze.

Lêkolînerên sazîyên ziman wê di çarçoveya projeyekê de du salan di nava malbatan û ciwanên berzewac de xebatê bikin.

Di dema lêkolînê de wê pêdiviyên malbatan ku dixwazin zarokên xwe bi zimanê frîzî mezin bikin, bên tespîtkirin.

Herêma Frîzland (Fryslân) a li Holandayê bi rêûrêbazên zanistî dixwaze zimanê dayikê biparêze.

Bi mebesta veguhestina nav-nifşî ya ziman lêkolîneka berfireh li herêmê dest pê kir.

Lêkolîn bi hevkarîya navenda Ewrûpî ya Lêkolînên li ser Pirzimanî û Fêrbûna Ziman Mercator, Navenda Ewrûpî ya Meseleyên Kêmaran (ECMI) û saziya ziman a Frîzlandê Afûkê ve tê meşandin.

Lêkolînerên her sê saziyan wê di çarçoveya projeya lêkolînê de du salan di nava malbatan û ciwanên berzewac de xebatê bikin.

Bi vê lêkolînê re paralel, lêkolîneka bi vî rengî jî wê li herêma Frîzyayê ya li bakurê Almanyayê bê meşandin.

Li vê herêma ku piranî ji giravan pêk tê, zaravayê frîzyaya rojava tê axaftin.

Encamên her du lêkolînên li Holanda û Almanyayê wê paşê bên miqayesekirin.

Lêkolînera herî naskirî ya di vê projeyê de dixebite, Ruth Kircher e.

Kircher berî niha li eyaleta fransîaxêf Quebecê ya bi ser Kanadayê ve lêkolîneka bi vî rengî meşandibû.

Fokûsa vê lêkolînê kesên xwedî zarok in an jî kesên nû zewicîne ku dixwazin bibin xwedî zarok.

Di dema lêkolînê de wê pêdiviyên malbatan ku dixwazin zarokên xwe bi zimanê frîzî mezin bikin, bên tespîtkirin.

ECMI berpirsîya dîzayna vê lêkolînê girtîye ser xwe û Mercator jî wê daneyan berhev bike.

Piştî analîza daneyên bê lêkolînê wê raporeka bi detay bê amadekirin.

Di vê raporê de wê pêşnîyazên ji bo polîtîkaya ziman a li Frîzlandê cî bigirin.

Bi dûv vê re jî wê saziya ziman Afûk kampanyayeke hişmendîya ziman ji bo dêbavên paşerojê li dar bixe.

Frîzland û zimanê frîzî

Frîzland parêzgeheka li bakurê Holandayê ye ku nifûsa wê 650,000 e.

Li gorî agahiyên Fryske Akademiyê ji % 80’yê nifûsa parêzgehê frîzî fam dikin.

Frîzland parêzgeheka li bakurê Holandayê ye ku nifûsa wê 650,000 e.

Di 2014an de zimanê frîzî ligel holendî li Frîzlandê bû fermî.

Parêzgeha Frîzlandê/Medyaya Civakî

Li gorî agahiyên Fryske Akademiyê ji % 80’yê nifûsa parêzgehê frîzî fam dikin.

% 65ê nifûsa Frîzlandê bi zimanê frîzî diaxivin.

Di 199’an de  % 91ê welatiyên li parêzgehê dikaribûn bi frîzî biaxivîyana.

Foto: Ala Frîzlandê

Infowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Fermon: Têkoşîna hiqûqî li Fransayê bimeşînin

Jan Fermon got, “kiryarên Fransa û Belçîkayê nimûneyeka bêhiqûqîyê ye” û divê têkoşîna hiqûqî li …