Bajarên pirzimanî yên cîhanê

Ji aliyê pîvana parastina ziman ve bajarê herî zêde xwedî cigêrengîya zimanî Toronto ye.

Her yek ji koma axêverên ziman ên ji vî bajarî zêdetirî % 1ê nifûsê pêk tînin.

Bajarên Ewrûpa û bakurê Amerîkayê her ku diçe zêdetir dibin bajarên pirzimanî.

Axêverên zimanên ji parzemînên din ên cîhanê koçî van bajaran dikin û li wir kom dibin.

Toronto, New York, London, Parîs û çend bajarên din, ji aliyê pirzimanîyê ve li cîhanê li pêş in.

Li cîhanê gelek kes bi şaşî texmîn dikin, bajarê herî zêde xwedî cigêrengîya zimanî New York e.

Ji 7000 zimanên cîhanê 700 ji wan li New Yorkê tê axaftin.

Lêbelê piraniya van zimanan ji aliyê komên biçûk ve tên axaftin û nikarin civakeka ji aliyê zimanî ve di ewlehîyê de ava bikin.

Ji aliyê pîvana parastina ziman ve bajarê herî zêde xwedî cigêrengîya zimanî Toronto ye.

Her yek ji koma axêverên ziman ên ji vî bajarî zêdetirî % 1ê nifûsê pêk tînin.

Loma jî zimanên li vî bajarî tên axaftin dikarin li hemberê asîmîlasyonê hebûna xwe bidomînin.

Li cîhanê bajarên herî zêde xwedî cihêrengîya zimanî ne//Decolonial Atlas – Creative Commons Attribution-ShareAlike 4.0 International License

17 zimanên li Torontoyê ji aliyê zêdetirî ji % 1ê nifûsê ve tên axaftin.

Li gorî nifûsa 2021an, nav û rêjeya axaftinê yên zimanên ku Torontoyê dike bajarê yekemîn ê pirzimanî ev in:

Îngilîzî (50.2%), fransî (7.3%), mandarînî (4.1%), kantonî (3.7%), tagalogî (3.0%), îspanyolî (2.8%), portûgalî (2.2%), tamîlî (1.9%), îtalyanî  (1.8%), farisî (1.2%), ûrdû (1.2%), rûsî (1.2%), erebî (1.2%), koreyî (1.2%), bengalî (1.1%), vîetnamî (1.0%) û gûcaratî (1.0%).

Infowelat

—————————————–

Foto: Bajarê Torontoyê/Ab-in-den-urlaub.de

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …