Li Valenciayê banga ji bo parastina ziman

 Çalakiya Çandî ya Welatê Valenciayê (ACPV) bi daxuyaniyekê banga parastina ziman kir.

Di daxuyanîyê  de çar pêşniyazqanûnên niha di rojeva parlamentoya herêmî de ne wekî êrişa li hemberê ziman, azadîya medyayê û civaka demokratîk hatin pênasekirin.

Aktîvîstên ziman ên li Valenciayê ji bo parastina katalanî di nava tevgerê de ne.

Çalakiya Çandî ya Welatê Valenciayê (ACPV) bi daxuyaniyekê banga protestoyeke girseyî kir.

ACPV bi daxuyanîya xwe ya li ber Parlamentoya Valenciayê bang li civakê kir, li hemberê hewldanên ji bo guherîna qanûnên otonomîyê di 27ê nîsanê de dakevin kolanê.

Di daxuyanîyê  de çar pêşniyazqanûnên niha di rojeva parlamentoya herêmî de ne wekî êrişa li hemberê ziman, azadîya medyayê û civaka demokratîk hatin pênasekirin.

Sazîya sivîl a Valenciayî ragihand, ew ê parazvanîya xwe ya ji bo otonomî, ziman û çanda Valenciayê  berdewam bike.

Yek ji reforma nû ya di rojeva hukumeta herêmî ya Valenciayê de di derbarê de ziman de ye.

Bi pêşnûmaya qanûna pirzimanîyê pêdiviya zanîna valensî (katalanî) ya ji bo  mamosteyên konservatûara muzîkê û hîndekariya meslekî ji holê tê rakirin.

Valencia û meseleya ziman

Valencia herêmeke du zimanî ye û li herêmê bi îspanyolî û katalanî tê axaftin.

Her du ziman jî di sazîyên hukumeta otonom û şaredarîyan de xwedî statuya fermî ne.

% 27ê welatiyên li vê herêmê bi valensî/katalanî diaxivin.

Hukumeta herêmî ya ji partîyên PP û VOXê pêk tê, Akademîya Zimanê Valensî ku sazîya sereke ya zimanê katalanî ye, muzatab qebûl nake.

Aktîvîstên ziman ji bo hukumetê daxwaz dikin, di çarçoveya qanûna otonomiyê ya 1982an vê akademîyê bi fermî nas bike.

Postera ACPVyê ya banga ji bo protestoyê/X.com

Valencia herêmeke du zimanî ye û li herêmê bi îspanyolî û katalanî tê axaftin.

Her du ziman jî di sazîyên hukumeta otonom û şaredarîyan de xwedî statuya fermî ne.

Hukumeta  herêmî hebûna katalanî qebûl nake û ziman wekî valencià/valenciano pênase dike.

% 27ê welatiyên li vê herêmê bi valensî/katalanî diaxivin.

———————————

Foto: Endamên ACPVÊ di dema daxuyanîya xwe li ber Parlamentoya Valenciayê de/Malpera ACPVyê

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Serokwezîrê Skotlandê îstifa kir

Serokwezîrê Skotlandê Hamza Yûsif ji karê xwe îstifa kir. Yûsif tevî serokwezîrtîyê, ji seroktîya Partîya …