Miletê ziman biparêze têk naçe

Ogmundur Jonasson:Ez dikarim vê eşkere bêjim, miletê ku xwedî li çand û zimanê xwe derdikeve û ji bo edaleta civakî têdikoşe, tu carî têk naçe.

Jonasson got, “statuya başûrê Kurdistanê di bin xetereyê de ye û da zanîn ev mesele bandorê wê li xerabûna jeopolîtîka herêmê jî bike.

Wezîrê Edaletê yê berê yê Îslandê Ogmundur Jonasson got, xwedî li çand û zimanê xwe derkeve têk naçe.

Jonasson van gotinên balkêş di bernameyê Rûdaw TVyê Rûdawî Emro de kirin.

Jonasson li ser rêûrêbazên parastina nasnameya girava biçûk a îslandî wiha axivî:

“Aliyê me yê herî xurt baweriya me ya bi me re ye. Em bi tenê 400 hezar kes in. Lê ji bo me ne xem e ku em 400 hezar an 400 milyon in. Ji lewre em dizanin ev yek ne giring e. Em baş dizanin, baweriya xwe bi xwe giringtir e. Ez dikarim vê eşkere bêjim, miletê ku xwedî li çand û zimanê xwe derdikeve û ji bo edaleta civakî têdikoşe, tu carî têk naçe.

Siyasetmedarê îslandî li ser rewşa dawî ya başûrê Kurdistanê jî axivî.

Jonasson got, “statuya başûrê Kurdistanê di bin xetereyê de ye û da zanîn ev mesele bandorê wê li xerabûna jeopolîtîka herêmê jî bike.

Îsland welatekî li bakurê Okyanûsa Atlantîkê ye. Welêt di navbera parzemînên Ewrûpa û Amerîkayê de ye. /Wikipedia

Dostê kurd Jonasson, di dawiya hevpeyvînê de diyar kir, ew bi giştî derbarê paşeroja hemû parçeyên Kurdistanê de xweşbîn e û wiha dîtinên xwe îzeh kirin:

Ez derbarê kurdan de pir xweşbîn im. Ez pir xweşbîn im lê dem lazim e, sal lazim in. Lê eger em bikaribin proseya aştiyê jinûve bidin destpêkirin wê gelek tişt pir zû biguherin.

Infowelat

————————————

Foto: Ogmundur Jonasson/ Mannlif.is

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …