Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin.

Di berhemê de 112 stranên kurdî yên di navbera 2010-2023an de hatine weşandin cî digirin.

Pirtûkeke li ser stranên kurdî ya gîtarê êdî online dikare bê peydekirin.

Di berhemê de 112 stranên kurdî yên di navbera 2010-2023an de hatine weşandin cî digirin.

Pirtûka bi navê Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê 13 sal berê hatibû nivîsandin.

Amadekarê vê berhema hêja koma Helezonik Kreşendo ye.

Helezonik Kreşendo komeke perwerdekarên muzîkî ye li bajarê Îzmîrê ya li Tirkiyeyê xebatê dike.

Kesên eleqeder dikarin PDFya vê berhema wekî du cîld hatine çapkirin, ji malperê daxin.

Di vê berhemê de gotin û akorên hin stranên kurdî yên 13 salên dawîn cî digirin.

Ev stran dikarin bi enstrumanên weke ûkûlele, gîtar û pîyanoyê bên lêxistin.

Di bijartina stranan de yek ji pîvanan guncawbûna stranan a ji bo lêdana gîtarê ye.

Ji bo qaliba rîtmê ya her stranê, dîyagram hatine amadekirin ji ber qalibê jî vîdeoyeka nimûne hatîye kişandin.

Herwiha, di her qalibê de li rûpelan kodeka QRê hatîye bi cih kirin.

Amedekarên pirtûkê radigihînin, wan vê berhemê ji bo armancên tîcarî amade nekirine.

Kesên bixwazin vê pirtûkê bi dest bixin an bi amadekarê têkilî çêbikin dikarin ji emailê re binivîsin:

helezonikkresendo@gmail.com

Foto: Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê/Helezonikkresendo.com

Infowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Valencia ji bo ziman û demokrasîyê meşîya

Di meşa bajarê li Valenciayê ku paytexta Herêma Otonom a Valenciayê ye, polîtîkayên hukumeta îspanyolîst-rastgir …