KNK banga yekîtîya kurdan kir

Civata Giştî ya KNKê ya 22. a li bajarê Den Haagê ya Hollandayê her lidarxistin.

Di encamnameya hat weşandin de xetereya dagirkirina başûrê Kurdistanê û pêdivîya lezgîn a yekîtîya gelê kurd derketin pêş.

Civata Giştî ya KNK’ê bi encamnayekê bi dawî bû

Civata Giştî ya KNKê ya 22. a li bajarê Den Haagê ya Hollandayê her lidarxistin.

Delege, nûnerên partiyên siyasî, nivîskar, rewşenbîr û nûnerên sazîyên hin sazîyên kurd tevlî civatê bûn.

Di civîna 2 roj dom kir de encamnameyekê hat weşandin.

Di encamnameyê de herî zêde xetereya dagirkirina başûrê Kurdistanê û pêdivîya lezgîn a yekîtîya gelê kurd derketin pêş.

Encamname bang li hemî hêzên Kurdistanî û dostên kurdan kir,  li hember êrîşên dawî yên dewleta Tirk helwest nîşan bidin.

Herwiha bang li PDKê hat kirin dawî li hevkarîya xwe ya bi Tirkikîyeyê re bîne.

Encamnameya KNKê

Naveroka encamnameya KNKê wiha ye:

  1. Civîn bala hemû Kurdistanî û dostên Kurdan bi awayekî lezgînî dikişîne ser gef, êrîş û amadekariyên operasyonên dewleta Tirk yên li ser Başûr û Rojavaya Kurdistanê û bang dike ku hemî hêzên Kurdistanî û dostên Kurdan li hember van êrîşên dewleta Tirk derkevin.
  2. Xala 4’an ya Belgeya Stratejiya Neteweyî ya Kurdistanê wiha dibêje: “Li dijî hêzeke Kurdistanî an parçeyek Kurdistanê, hemû cureyên hevkarîya bi dagirkeran re xeta sore û di asta neteweyî da were mehkumkirin.” Civata Giştî, vê xalê carekî dubare bîrtîne û bang li rayedarên PDKê dike ku hevkarîya xwe ya bi dewleta Tirk re rawestînin û li dijî dagirkeriyê derkevin.
  3. Civîn bang li hemî partî, rêxistin, sazî û dînamîkên Kurdistanî dike ku bi ruhê Newrozê kombibin, yekîtiya neteweyî xurt bikin û li hember êrîşên dagirkeran bi yek dengî rawestin.
  4. Civîn bang li hikûmeta Iraqê dike û dibêje, li hember êrîş û operasyonên dewleta Tirk yên li Iraqê derkevin, baregehên leşkerî bidin rakirin û dawî li dagirkerîya artêşa Tirk bînin.
  5. Civîn bang li dewleta Tirk dike ku dev ji van gef û êrîşan berde û bizivire ser pêvajoya diyaloga aştî û çareserîya sîyasî.
  6. Civîn bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), hêzên sereke yên cîhanî û raya giştî ya cîhanê dike ku li hember gef û êrîşên dewleta Tirk yên li ser Kurdistanê derkevin û piştgiriya tekoşîn û Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê bikin.

Foto: Civata 22.a KNKê ya li Den Haagê

Infowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Serokwezîrê Skotlandê îstifa kir

Serokwezîrê Skotlandê Hamza Yûsif ji karê xwe îstifa kir. Yûsif tevî serokwezîrtîyê, ji seroktîya Partîya …