Hevpeyvîn: Necat Ayaz
Kurdên ku pêşengiya neteweya kurd û têkoşîna azadiya gelê kurd dikin, li ser navê kurdan siyasetê dikin divê bi awayekî wêrek û şoreşger hişê xwe yê kurdîtiyê bînin serê xwe û li gor wê tevbigerin. Divê kurdî hîn bibin, divê siyaseta xwe bi kurdî bikin, bi kurdî bijîn, ji bo kurdî têbikoşin. Wisa nekin divê neyên qebûlkirin û li dijî wan helwestên herî radîkal bên nîşandayîn.
Zimanê kurdî di du mehên dawî de bi nîqaş, daxuyanî û deklerasyonan careke din dikeve rojeva gelê kurd. Ev yek bi rêya xebata aktîvîstên kurdî pêk tê ku bi salane li hember kevneşopîya siyasî ya kurd a bi tirkî tê meşandin parastina kurdî dikin. Yek ji van parazvanên ziman ê di vê mijarê de xwedî kedeke mezin Heval Dilbihar e. Dilbihar Hevberdevkê Lîjneya Ziman û Çandê ya DEM Partîyê ye û di amadekirina plan û projeyên ji bo parastina kurdî ya vê partîyê de xwedî berpirsîyarîyeka sereke ye. Me wekî Infowelat xwest di meseleya parastina kurdî ya bi perspektîfa desteka siyasî de nîqaşê kûrtir bikin û me bi Heval Dilbihar re hevpeyvînekê kir.
Tevî ku li bakur asîmîlasyon pir bi lez belav dibe, hinek elîtên ku di partî û sazîyên kurd de cih digirin bi sekn û kiryarên xwe dibin asteng ku zengila hişyarîyê bê lêxistin. Tu wekî pêşengekî têkoşîna zimanê kurdî di meseleya asîmîlasyonê û pêdîvîya aktîfkirina mekanîzmaya hişyarîyê de dixwazî çi bêjî?
Di serî de divê em diyar bikin ku, heke em bixwazin mijareke ku em li ser diaxivin bigihe armanca xwe divê em gotinên xwe rasterast, ‘tiptazî’ û radîkal bibêjin. Di rewşeke ewqas kambax de ku zimanê kurdî û nirxên kurdîtiyê li ber devê kendalê ne heta ku em ‘neêşin’ û ‘neêşînin’ em ê nikaribin zêde pêş ve biçin.
Di roja me de, ne tenê li bajarên bakurê Kurdistanê, li mezra û gundên li bakurê Kurdistanê jî jiyana kurdî û kurdîtî di rewşeke dorpêçkirin, sînordarkirin, pişaftin, helandin û jiholêrakirina dagirkeran de ye. Pişaftin û helandin êdî li her derê belav bûye û tê xwestin ku ev rewş bê ‘normalîzekirin’ û ‘entegrasyon’eke kurdkujer pêk bê, ji aliyê ziman, çand û jiyana xwebûnî, xweserî û xwemalî de tirkbûyîna kurdan bi pêş bikeve. Helbet dema ku rewş ewqas kambax û dilsotîner be bersîva pirsa ‘divê kurd ji bo zimanê xwe, çand û nirxên xwe yên xwebûnî/kurdîtî çi bikin?’ û pêkanîna pêwîstiyên wê ji bo kurdan ji hemû tiştî girîngtir û lezgîntir e.
Sed heyf û mixabin îro li bakurê Kurdistanê û li gelek welatên din ên ku kurd lê dijîn, gelek pêşeng, kadro, rêvebir û endamên partiyên siyasî û tevger, sazi, dezgeh, sendîka,komele, platform, nivîskar, hunermend ku hinek ji wan nav û nîşana ‘Kurdistan’î li xwe dikin û bi vê rist û peywirê radibin, di nava rewşeke wiha sosret, belengaz, kambax, dilsotîner û dilxelîner de ne; bi jiyan, têkilî û kiryarên xwe yên tirkî û tirkewar xulamtî û xidamtiya polîtîkayên komkujî û pişaftina dagirkeran a li ser kurdan dikin; wek aşê pişaftinê zimanê kurdî û nirxên kurdîtîyê dihêrin, dibin hevparên sedema ‘tirkbûn’a zarok û ciwanên kurd û ‘Tirkî-stan’bûna Kurdistanê.
Ji ber ku em hê jî hêvî û baweriya xwe ya parastin û pêşvebirina zimanê kurdî û nirxên kurdîtiyê diparêzin û têkoşîna vê li her yekê bilind dikin divê em beriya her tiştî bi rengekî aşkera û zelal bibêjin ku di rewşeke ku nirxekî me yê herî qedîm ji bo bê tunekirin hatîye dopêçkirin de, kî be bila bibe, niyet çi be bila bibe, kurdeke/î ku ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî her dem û li her derê di asta herî jor de, di nava hewldanê de nebe ne tenê rûreş, şîrheram, bêbext û xwekuj e, di heman demê de hevpara/ê kurdîkujî/kurdkujî/Kurdistankujiyê ye; kujera/ê ziman, mak, neteweya xwe ye.
Abdullah Ocalan dibêje “Ziman laş e, li laşê xwe xwedî derkevin.” Ev gotin ji bo girîngiya mijara zimanê dayikê gotineke bêhempa ye. Helbet her tiştê mirovan di laşê wan de veşartiye. Mejî, hiş, dil, giyan, çav û her tiştê wan. Kurdî ne tenê laşê kurdekê/î ye, laşê kurdan ê hevpar e, laşê Kurdistanê yê berçav e. De ka bibêjin kî dikare bêyî laşê xwe bibe xwe û yên bi laşên biyanî dijîn çawa dibin xwe û çawa dikarin wek xwe bijîn?
Li dijî bayê serwerî û desthilatdariya şerê taybet a li dijî kurdî û nirxên kurdîtiyê divê li her derê bahoza raperîna biheybet a zimanê kurdî û nirxên kurdîtiyê bê rakirin. Lewre heta ku em hemû qereqolên dagirkeran ên di hişê kurdan de nerûxînin em ê nikaribin çiyayên kurdî û kurdîtî bilind bikin.
Di salên dawî de meseleya ziman piranî di asta daxuyanî û civînên salonan de di rojeva kurdan de ye. Her sal di rojên giring de ji dewletê gilî û gazin tên kirin lê bêdengîya di warê berpirsiya kurdan de wekî berê dom dike. DEM Partî wê bikaribe di vê mijarê de berê kurdan bide berpirsiya wan?
Di têkoşînên rizgarî û azadiya netewe û civakan de kiryarên ku nebin girseyî elîtîze û krîmînalîze dibin, tenê dibin qada mijûlahiya çend kes û derdoran û di nava demê de jî ji ber ku ji gel qut dibin bi awayên cuda xizmeta dagirker, serdest û desthilatdaran dikin. Ji ber vê yekê divê hemû ‘qefes’ bên pirtîpirtîkirin, siyasetmedar, nivîskar, hunermend û hemû derdor rêbaza ‘qefeskirin’ê ji holê rakin, hemû xebatên zimanê kurdî jî ji wan ‘qefes’an derxînin; derkevin nava gel, dakevin qadan, kolanan, taxan, gundan, mezrayan û hemû jîngehên din. Her kurdek ji vê yekê berpirs e. Lê berpirsî û peywira sereke û herî zêde li ser milên kurdên ku xwe di gelek mijaran de zana û pêşeng dibînin e. Bi taybetî jî hemû tevger, partî, sendika, platform, komele û saziyên cur bi cur ên giştî, ên jinan, ciwanan û hemû qad û pişeyan berpirs û peywirdarên sereke ne.
Zimanê kurdî mijareke herî sereke û bingehîn a neteweyî ye. Ji ber vê kî dibe bila bibe, xwedî kîjan bîr, bawerî, raman, hişmendî û pozîsyonê be bila bibe divê kurdî, çand, nasname û nirxên kurdîtî û têkoşîn û xebatên ji bo wan her dem di rojeva her kurdekê/î de bin. Tevger û hemû derdorên ku ji xwe re dibêjin şoreşger, civakî û wekhevî û xwişk û biratiya gelan dixwazin û nirxên mirovahiyê diparêzin ku di van gotinên xwe de dilsoz bin divê kiryarên xwe jî li gor wê saz bikin û herî kêm hindî kurdan ji bo zimanê kurdî, çand, nasname û nirxên kurdîtiyê di nava têkoşîneke piralî de bin.
Helbet li gor vê rastiyê li bakurê Kurdistanê berpirsyarî û peywira herî sereke li ser milê DEM Partiyê ye. Dem Partî çawa ku ji gelek milan ve rêberî, pêşengî û têkoşeriyeke têkoşîneke piralî dimeşîne divê ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî, çand, nasanme û hemû nirxên kurdîtiyê jî her dem û li her derê têkoşîneke çalak, piralî, afirîner, bênavber û encamgir bimeşîne. Armanca sereke ya Lijneya Ziman û Çandê ya DEM Partiyê jî belavkirina têkoşîna zimanê kurdî, çand, nasname û nirxên kurdîtiyê ya li her mal, xan, kolan, tax, mezra, gund û hemû jîngehên bajarok, navçe û bajaran e. Li ku derê kurdek hebe dê li wê derê têkoşîn û xebatên kurdî bimeşîne. Jixwe diruşmeke me ya bingehîn ew e: ‘Her dem kurdî, li her derê kurdî!’.
Bi vê re têkildar, bersîva pirsên bingehîn ên wek “DEM Partîdê vê çawa pêk bîne, stratejiya wê, polîtîka, rê, rêbaz, alav, amûr, qad û jîngehên wê yên navxweyî, neteweyî, li dijî desthilatdaran û yên navneteweyî yên têkoşîna zimanê kurdî çi ne, dê ji aliyê hişmendî, rêxistinkirin û perwerdehiya kurdî de têkoşîn û xebateke çawa bimeşîne û hwd.” gelek girîng in. Helbet em li ser vê yekê jî hûr bûne û serweriya me heta ku tu dibe heye; amadekariyên me hene. Em ê di demên pêş de ‘Stratejî û Polîtîkaya Giştî ya Lijneya Ziman û Çandê ya DEM Partiyê’ bi raya giştî re parve bikin.
Deklerasyona namzetên şaredarîyên DEM Partiyê yên Kurdistanê ji bo me surprîz bû. Tirba Ehmedê Xanî, çiyayên bi belekên berfê xemilî, koma namzetên jin ên bi kincên kurdîtîyê, axaftina te ya teatral û deklerasyona ku mizgînîya pêngaveke zimanê kurdî dida, tev bi hev re bûn sebeba bandoreke mezin. Ev dîmenê hêvîdêr çawa pêk hat? Tu dikarî piçekî qala vê bikî?
Bi rastî dema ku ez cara ewil di sala 1996an de li gel gelek hevalên têkoşer û şoreşger çûm ser gora nemir Ehmedê Xanî, ez wê demê jî wek têkoşrekî zimanê kurdî û nirxên neteweya kurd bûm. Min tovê xeyaleke bi vî rengî li giyanê xwe reşandibû û min soz dabû giyanê xwe ku ez ê tovê wê sozê wisa av û tav bidim ku rojekê şîn û jîn bibe. Helbet piştî hingê jî ez bi boneyên cuda gelek çûm serlêdana Xaniyê me. Lê diyar bû ku tovê wê xeyala bêhempa dê di 12ê adara 2024an de şîn bûbûya.
Ez destpêka pêvajoya hilbijartinên xwecihî de, serê sala 2024an bûm hevberdevkê Lijneya Ziman û Çandê ya DEM Partiyê. Hê wê demê çalakîyeka wiha di rojeva min de hebû. Min bi çend hevalan re jî parve kiribû, lê ji ber ku me dem diyar nekiribû me nexwest bi raya giştî re parve bikin. Helbet paşê herçiqas bû biryar jî me dîsa, ji ber zêdebûna xebat û tijîbûna rojevê me di nava çend rojên pêşiya çalakiyê bi raya giştî re parve kir.
Û ew roj hatibû êdî… Di hizûra stûneke xaniyê me Ehmedê Xanî de, li bin awirên çiyayên bi belekên berfê xemilîn, bi bedewî û delaliya koma namzetên jin ên ku bejn û bala wan bi kiras û fistan û koviyên kurdîtiyê hatiye xemilandin û bi yên mêr ku şal û şapikên wan ku kurdbûna wan bi serbilindî dida der, bi coş, peroş, kelecan, hezkirin û evîndariyeke jidil û can pêk hat û van gotinan deng vedan di dilê her kurdeke/î ku di laşê wê/î de giyanê Xanî, dilê Mem û Zînê û bextê bisk û keziyên dayik û dapîrên kurd veşartiye:
“Me soz daye giyanê Ehmedê Xanî, me soz daye Memo, me soz daye Zînê, me soz daye bisk û keziyên dayikên kurd, em ê nehêlin zimanê kurdî li bin lingê dagirkeran binale…”
Ji ber ku ez di her merheleyê de pêşeng û berpirsê organizasyona vê bernameya bûm ku keda gelek sazî û kesan tê de hebû, dema ku ez ê li ser axaftina xwe ya li wê derê bifikirim û hûr bibim nebû. Jixwe heta roja dawiyê jî diyar nebû ka ez ê biaxivim an na…
Ew çend hevokên ku wek kevokan li esmanê dilê bi milyonan kurdan bi per û bask ketin, bawer im bi wezîn, rabûn, gerîn û raperîna manewiyata Xaniyê nemir, hemû cangoriyên azadiyê, hemû nirx, nirxdar û hezkiriyên giyan û dilê min saz bûn. Diyar e, wan hevokan di jêrhişê min de hêlîna xwe ya çiyayî wisa çêkiribûn ku tu bager û bahoz û tofanên serdema bêbext û hov a modern nekarîbû wê bidin ber xezeba tofanên xwe. Di encamê de dikarim bibêjim ku jêrhişê min muhra xwe li hişê min da; ma ji wê baştir!… Bi vê yekê qasî çiyayên azadiyê serfiraz û bextewar im.
Dixwazim diyar bikim ku ev danezana di hizûra nemir Ehmedê Xanî de bi raya giştî re hatiye parvekirin, di şert û mercên heyî de ji bo zimanê kurdî, çand û nirxên kurdîtiyê pêngaveke dîrokî bû. Ji ber vê yekê em vê pêngavê li nemir Ehmedê Xanî, li hemû nemirên ji giyanê wî û li hemû neteweya kurd pîroz dikin. Bêguman pêngava dîrokîtir meşandina têkoşîna pêkanîna wan xalên ku bi rengekî aşkera hatine diyarkirin e, ku hemû hewldan jî dê li ser wê bingehê bin.
Ev deklerasyona mirov dikare wekî belgeya “Polîtîkaya Ziman a Şaredarîyên Kurd” pênase bike, di vê atmosfera sîyasî ya Tirkiyeyê de çiqas dikare bê tetbîqkirin?
Me ew danezan wek ‘Stratejî û Polîtîkaya Zimanê Kurdî û Çanda Kurdîtiyê ya Şaredarî û Rêvebiriyên Xwecihî yên DEM Partiyê’ pênase kir. Kî li naveroka wê û li xalên ku hatine diyarkirin binêre dê bibine ku di van şert û mercan de, ji bo kurdan danezaneke bingehîn a dîrokî ye. Helbet ev yek li bakurê Kurdistanê, hem di qada giştî ya siyasî, hem jî bi taybetî di qada şaredarî û rêvebiriyên xwecihî de nîşaneya şênber a destpêkeke nû ya şoreşger a ji bo têkoşîn û xebatên zimanê kurdî û çanda kurdîtiyê ye.
Atmosfera siyasî ya Tirkiyeyê çi bibe bila bibe, bergeh, doz û hewldana şaredariyên me û rêveberiyên me yên xwecihî heta dawiyê divê ew be ku wan xalên ku di danezana xwe de diyar kirine pêk bînin, heta dawiyê têkoşîna bicihanîna soza ku li pêşberî gel û raya giştî dabûn bimeşînin. Dibe ku gelek zorî, zehmetî û astengî derkevin pêşiya wan, helbet divê li dijî wan jî têkoşîna herî rast û pêwîst bê meşandin.
Divê ku em diyar bikin ku xebatên şaredariyên me û rêvebiriyên xwecihî çiqas qadeke bingehîn a xebatên zimanê kurdî û çanda kurdîtiyê be jî qada herî bingehîn têkoşîn, kar û xebatên ku dê di pêşengiya lijneya me ya ziman û çandê de bê meşandin e.
Li ser vê bingehê têkoşîn û xebatên me dê piralî bin. Danezana me ya bi boneya 21ê Sibatê û ya namzetên hevşareradariyan û rêvebiriyên xwecihî gavên destpêkê ne. Piştî hillbijartinê em ê danezana xwe ya ‘Belgeya Straetejî û Polîtîkayên Giştî yên DEM Partiyê yên Zimanê Kurdî û Çanda Kurdîtiyê’ bi raya giştî re parve bikin. Dê di wê belgeya bingehîn de derbarê hemû têkoşîn, kar û xebatên DEM Partiyê yên zimanê kurdî û çanda kurdîtiyê yên navxweyî, civakî, li dijî desthilatdariyê û li qada navneteweyî de, ji têkoşîn û xebatên hişmendiyê bigire, heta yên rêxistinkirin, perwerdehî û dîplomasiyê dê xalên bingehîn û şênber cih bigirin. Û helbet piştre bi bernameyên demkurt, demnavîn û demdirêj dê nexşeriya têkoşîn û xebatan jî bi rengekî şênber bê diyarkirin. Jixwe wê demê hemû kitekitên xebatan dê bi raya giştî re bên parvekirin.
Bi ya we, dewlet midaxale neke jî siyaseta kurd a ku bi gelemperî xebatên xwe bi tirkî dimeşîne, ji bo parastina vê qada konforê wê li ber xwe nede?
Qada siyaseta kurd di rastiya xwe de, li ser bingeha têkoşîna rizgarî û azadiya neteweya kurd û Kurdistanê qadeke sereke ya têkoşînê ye. Rêgeh, rûgeh û bergeha wê şoreşgerî ye. Xwebexşî, ked û berdêlên mezin dixwaze. Sed mixabin di vê qadê de kesayetên ku qada siyaseta rojane ji bo xwe wek qadeke konforê dibînin, di nava hişmendî, siyaset û nêzîkatiyeke, xweperest, elîtîst, karîyerîst, konformîst û populîst de digevizin jî hene. Zimanê kurdî, çand, nasname û nirxên kurdîtiyê, gel, civak, rizgarî, azadî û armancên din ên mezin ên xwebûnî û gerdûnî ne xema wan e.
Xwediyên hişmendiya konformîst di nava qada siyaseta rojane de li ser ked, xebat û têkoşîna gel û têkoşeran bi hezar konetî, bêşermî û rûreşiyan ji bo xwe qadeke desthilatdariyeke beredayî, genî û rizî ava dikin. Li ser têkoşîn, ked, xweh û berdêlên têkoşîna gel û têkoşîna dilsozên şoreşger çerxa dagirkerî, mêtingerî û kedxwariya xwe ya takekesi saz dikin.
Divê baş bê zanîn ku berxwedaneke li dijî têkoşîna zimanê kurdî, çand, nasname û nirxên kurdîtiyê yên xwebûnî û gerdûnî xiyaneteke herî mezin e; ku têkoşerên kurdî yên şoreşger û gelê kurd ê xweparêz dê bi tu awayî xiyanete bi vî rengî nepejirînin, ‘bahoz, tofan û qiyamet’eke xwebûnî li ser xiyaneteke xwebûnkujî ya bi wî rengî rakin. Kurdên ku pêşengiya neteweya kurd û têkoşîna azadiya gelê kurd dikin, li ser navê kurdan siyasetê dikin divê bi awayekî wêrek û şoreşger hişê xwe yê kurdîtiyê bînin serê xwe û li gor wê tevbigerin. Divê kurdî hîn bibin, divê siyaseta xwe bi kurdî bikin, bi kurdî bijîn, ji bo kurdî têbikoşin. Wisa nekin divê neyên qebûlkirin û li dijî wan helwestên herî radîkal bên nîşandayîn.
Fotoyê sereke: Heval Dilbahar