Aktîvîstên ziman ji bo bretonî meşiyan

Li Bretonyayê meşeke ji bo parastina zimanê dayikê hat lidarxistin.

Pêşengiya çalakiyê ji aliyê tora zimanên dibistanên bretonî Diwan û çend rêxistinên din hat kirin.

Ji ber sekna wê ya meseleya polîtîkaya ziman de rêvebiriya parêzgeha Côtes-d’Armorê hat protestokirin.

Li Bretonyayê di 3ê sibatê de meşeke ji bo parastina zimanê dayikê hat lidarxistin.

750 aktîvîstên zimanê bretonî tevlî meşa li bajarê Saint-Brieucê bûn.

Pêşengiya çalakiyê ji aliyê tora zimanên dibistanên bretonî Diwan û çend rêxistinên din hat kirin.

Çalakger, ji ber sekna wê ya meseleya polîtîkaya ziman de rêvebiriya parêzgeha Côtes-d’Armorê protesto kirin.

Parazvanên ziman ji rêvebiriyê daxwaz kirin, destekê bide perwerdeya bi zimanê bretonî.

Serokê tora Diwanê Yann Uguen di axaftina xwe ya di çalakiyê de daxwazên civaka bretonîaxêv îfade kirin.

Uguen got, “tevî ku divê rêvebirî pêşiya ziman vekiribana, pêşketina zimanê bretonî li parêzgehê sekinî ye. “

Rêvebiriya tora Diwanê ji parêzgehê daxwaz dike, desteka xwe ya ji bo koleja breton a li Plésidyê bidomîne û ji bo avakirina dibistaneke din alîkariyê bike.

Bretonya û zimanê bretonî

Bretonya di çarçoveya modela herêmî ya Fransayê de xwedî otonomiya îdarî ye.

Li Bretonyayê 280,000 kes di jiyana xwe ya rojane de bi zimanê bretonî diaxivin.

UNESCO bretonî wekî zimanekî “bi dijwarî di xetereyê de ye” pênase dike.

Bretonya (bi zimanê bretonî Breizh)herêmeke li bakurêrojavayê Fransayê ya li ber peravên Okyanûsa Atlantîkê ye.

Berfirehbûna Bretonyayê 34,023 km2 ye û nifûsa wê di ser 4,800,000î re ye.

Bretonya di çarçoveya modela herêmî ya Fransayê de xwedî otonomiya îdarî ye.

Meclîsa Bretonyayê nikare derbarê karûbarên herêmê de qanûnan qebûl bike.

Li Bretonyayê 280,000 kes di jiyana xwe ya rojane de bi zimanê bretonî (brezhoneg) diaxivin.

Lêbelê kesên bi bretonî diaxivin piranî di ser temenê 60î re ne.

600,000 kes jî dikarin zimên biaxivin û lê bi tenê carinan wê bi kar tînin

UNESCO bretonî wekî zimanekî “bi dijwarî di xetereyê de ye” pênase dike.

Tê texmînkirin, salane 10,000 kes ji hejmara axêverên bretonî kêm dibin.

Infowelat

————————

Foto: Meşa ji bo zimanê bretonî ya li Saint-Brieucêyê. /X.com 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …