Beledîyeya Peyasê ya Amedê ji bo 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî bi 10 ziman û zaravayan pîrozbahî weşandin. Li alîyekî din, zarokên li Zarokistanê perwerdeya pirzimanî dibînin, Roja Zimanê Dayikê pîroz kirin. Xebatên Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Beledîyeya Peyasê ya ji bo parastina kurdî berdewam dikin. …
Bêtir »Bloqaja partîyên îspanyolîst a li Katalonyayê
Serdestîya partîyên îspanyolîst bandora xwe ya di Katalonyayê gav bi gav nîşan dide. Parlamentoya Katalonyayê pêşnîyaza misogerkirina katalanî ya di perwerdeyê de red kir. Arîtmetîka Parlamentoya Katalonyayê bandoreye neyênî polîtîkaya ziman dike. Partîyên serxwebûnxwaz di hilbijartina par de li parlamentoyê piranîyê winda kirin. Ev jî dibe sebeb, desteka polîtîk a …
Bêtir »Tevgera ziman biryara Navarrayê protesto kir
Êrişên hiqûqî yên li hember zimanê baskî li Îspanyayê berdewam dikin. Navarra bi biryareke dawî dixwaze hebûna baski di qada perwerdeyê de kêm bike. Tevgera civakî ya zimanê baskî Euskalgintzaren Kontseilua bi daxuyanîyekê vê rewşê protesto kir. Herêma Navarrayê (bi baskî Nafarroa) hebûna zimanê baskî li hin dibistanan kêm dike. …
Bêtir »Defa hawarê ji bo bretonî lêdikeve
Zimanê bretonî di şeş salan de nîvê axêverên xwe winda kir. Êdî eşkereye ku bretonî di nava malbatê de ji alîyê zarokan ve nayê fêrbûn. Sazîyên zimanê bretonî ji bo parastina ziman destekê ji hikumeta Fransayê dixwazin. Hejmara kesên bi zimanê bretonî diaxivin bi lez kêm dibin. Di navbera 2018 …
Bêtir »Bikaranîna zimanê biyanî bandorê li kurdî dike
Li başûrê Kurdistanê nerazîbûnên li ser bikaranîna navên tirkî yên li nava pirtûkên dibistanan zêdetir dibe. Derbarê mijarê de mamostayên zanîngeh, berpirsên perwerde û nivîskarên Başûr ji Rojnewsê re axivîn. Li başûrê Kurdistanê nerazîbûnên li ser bikaranîna navên tirkî yên li nava pirtûkên dibistanên seretayî berfireh dibin. Bi taybetî, Hikumeta …
Bêtir »Sersala Kurdî li Amedê hat lidarxistin
Beledîyeya Peyasê li Amedê “Şahiya Sersala Kurdî” li dar xist. Zêdetirî 2.000 kes tevlî çalakîyê bûn. Şaredariya Navçeya Peyasê ya Amedê li Eywana ÇandAmedê “Şahiya Sersala Kurdî” li dar xist. Beledîye ji bo lidarxistina vê çalakîyê bi Sanatça Organîzasyon, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê û Şanoya Bajêr a Amedê …
Bêtir »Başûr navên tirkî bi kar tîne
Bernameya xwendinê ji qonaxa parastina zimanê dayikê gihiştiye qonaxa dagirkirina ziman, ji fêrbûna navên Kurdî yên wek “Dara û Zara û Zirîze” ve gihiştiye “Yaxmûr, Denîz û Yildirim”, ku Wezareta Perwerdeyê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî rê daye vê dagirkirinê. Bernameya xwendinê ji qonaxa parastina zimanê dayikê gihiştiye qonaxa dagirkirina …
Bêtir »YE wê katalanî bike zimanê fermî?
Meseleya fermîbûna katalanî ya li YEyê van rojan piçekî jî li ber çîroka fermîbûna zimanê îrlandî (galîkî) tê gotûbêjkirin. Îrlandî 17 sal li bende ma ku bibe zimanê fermi yê YEyê. Katalanî wê bikaribe bibe zimanê fermî yê Yekitîya Ewrûpayê (YE)? Ev mesele ji sala 2023an û vir ve li …
Bêtir »Par 336 pirtûkên bi kurdî hatin weşandin
Di sala 2022’yan de 351 pirtûk, di sala 2023’yan de 349 pirtûk ketin ava lîsteya me. Îsal 336 pirtûkan di lîsteya me de cih girtiye. Belê me sal bi 336 pirtûkî temam kiriye. Par (2023) 35 weşanxaneyan di lîsteyê de cih girtibû. Îsal me kariye xwe bigihînin 33 weşanxaneyan. Bi …
Bêtir »LEWergerê gihîşt hejmara 8an
Di vê hejmarê de helbestên Maria Wine, Kurt Schwitters Vahe Godel, Maryam al-Attar û gelek berhemên din ên ji cîhanê hatine weşandin. Di heman hejmarê de helbesteke Ingrid Hoffman Sey a bi navê “Li Amedê” jî balê dikişine. Kovara wergera helbestê LEWergerê gihîşt hejmara xwe ya 8an. Wekî hejmarên berê, …
Bêtir »Fransî li dora Brukselê serdest e
Li dora bajarê Brukselê, encax ji 10 kesan 4 kesên li dora Brukselê li malê bi holandî ( flamanî) diaxivin. Rêjeya axaftina holandî li dora Brukselê di 2013an de ji % 48.8 û di 2018an de ji % 45 bû. Rewşa zimanê holandî ya li dora bajarê Brukselê çawa ye? …
Bêtir »Pergaleke alternatîf a perwerdeyê pêwîst e
Heval Dilbihar: Bi taybetî, divê em hemû kurd di nava xwe de û di nava her qadeke civakî de di çarçoveya pergaleke alternatîf a perwerdeyê û bi riya tevgereke tevahî ya tevgir û hevgir a zimanê kurdî, bi giyanekî herî têkoşer û şoreşger xebatên rêxistinkirin, hişmendî û hîndekariya/perwerdeya bi kurdî …
Bêtir »Fransa fermîbûna zimanê kreol betal kir
Dadgeha fransî ya li Martiniqueê (Martînîk) fermîbûna zimanê kreol betal kir. Xala 2. fransî wekî “zimanê Komarê” pênase dike û derî li fermîbûna zimanên din digire. Dadgeha fransî ya li Martiniqueê (Martînîk) fermîbûna zimanê kreol betal kir. Dadgeha Îdarî ya Fort-de-Franceê piştî serîlêdana walîyê fransî ya giravê vê biryarê da. …
Bêtir »Zelandaya Nû polîtîkaya ziman diguherîne
Zimanê maorî ya li Zelandaya Nû tê axaftin di xetereyê de ye. Komîsera ziman Higgins got, hikumeta nû dixwaze bikaranîna maorî ya di qada gelemperî de (qada fermî) bi sînor bike. Zimanê maorî ya li Zelandaya Nû tê axaftin di xetereyê de ye. Nîqaşa li ser rewşa ziman bi boneya …
Bêtir »Bretonya aborîya perwerdeyê nîqaş dike
Rewşa aborîyê ya dibistanên zimanê bretonî Diwan nebaş e. Tora dibistanên Diwan li herêma Bretonya ya li Fransayê perwerdeya duzimanî dikin. Serokê hikumeta Bretonyayê Loïc Chesnais-Girard ragihand, rêveberî meseleya alîkarîyê xistîye rojeva xwe. Rewşa aborîyê ya dibistanên zimanê bretonî Diwan nebaş e. Tora dibistanên Diwan li herêma Bretonya ya li …
Bêtir »Aktîvîstên ziman dadgeha fransî protesto kirin
Aktîvîstên ziman helwesta dadgehên fransî ya li hember baskî protesto kirin. Çalakî ji bo protestokirina doza aktîvîstê ziman Gorka Torre hat lidarxistin. Gorka Torre aktvîstekî zimane ku di dadgeha fransî de bi baskî axivîbû. Aktîvîstên li bakurê Baskê helwesta dadgehên fransî yên li hemberê zimanê baskî protesto kirin. Çalakîya duh ji …
Bêtir »Hejmara 7. a LEWergerê hat weşandin
Hejmara 7. a kovara wergera helbestê LEWergerê hat weşandin. Îngilizî, almanî, fransî, îspanyolî, swêdî, erebî û farisî çend zimanên wergerên vê hejmarê ne. Kovara wergerê LEWerger ji 4 mehan carekê tê weşandin û ji 64 rûpelan pêk tê. Hejmara 7. a kovara wergera helbestê LEWergerê hat weşandin. Bi vê hejmarê, weşana …
Bêtir »Qedexekirina zimanê kurdî û asîmîlasyon
Piştî qedexekirina Kurdî asîmîlekirina jinên Kurd hate hedefkirin. Bi vê armancê bi kampanyayên ‘Kardelenler’ û ‘Haydi Kizlar Okula’ yên bi pêşengiya Turkan Saylan hatin destpêkirin, li ser perwerdeya jinên Kurd polîtîkayên Tirkkirinê hatin meşandin. Zextên dewleta Tirk ên li ser zimanê Kurdî di demên dawiyê de zêdetir bûne û xwe …
Bêtir »Zimankujî, weşangerîya dîjîtal û hevkarên kurd
Necat AYAZ Youtubea ku derfetên mezin ên ji bo weşanê pêşkêş dike, bi destên weşangerên kurd de vediguhere qadeke komkujîya kurdî. Bi sedhezaran kes dibin aboneyên kanalên kesên bi tirkî weşanê dikin û bi hezaran kes rojane vîdyoyên weşanên bi tirkî temaşe dikin. Berjewendîyên şexsî û rêxistinî û her cûre …
Bêtir »Elhuyar li Baskê planên ziman amade dike
Hevpeyvîn: Necat AYAZ Elhuyar di qadên cuda de xebatê dike. Îro êdî departmanteke me ya teknolojîya ziman jî heye ku wergera otomatîk û senteza teknolojîya deng û hin alavên din ên bikaranîn û hebûna baskî ne tenê di qada kar de lê di qadên din jî misoger dike, pêş dixe. …
Bêtir »Banga ji bo parastina zimanê aranî
Kolektîfa Lingua Viua ji bo parastina zimanê aranî hişyarî da. Kolektîfa ziman ji sazîyên herêmî daxwaz kir, destekê bidin bikaranîna civakî ya zimên. Bernameya 30. a Corsa Aran per sa Lengua li Newala Aranê hat lidarxistin. Kolektîfa Lingua Viua di bernameyê de ji bo parastina aranî hişyarî da. Hat ragihandin, bikaranîna …
Bêtir »
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat