Têkoşîna ziman xebateke xweser û antî-kolonyal e

Hevpeyvîn: Necat Ayaz

Samî Tan zimanzan û aktîvîstekî kurdî ye ku herdem di meseleya ziman de navê wî derketî ye pêş. Zimanzan tevî xebatên xwe yên lêkolînî, di demên dawî de li ser asîmîlasyona zimanî hişyarîyan dike. Tan ji destpêkê ve, bi mexseda parastina kurdî hevkarîya bi sîyasetê re diparêze û niha di Komîsyona Çand û Hunerê ya DEM Partîyê de cî digire. Me vê rojeva germ a niha ku ziman xaleke wê ya sereke ye wekî firsendekê dît û derbarê parastin û polîtîkaya ziman de bi Samî Tan re hevpeyvînekê kir.

Siyaset û sendîka bi gelemperî ji bo ji peywira xwe ya takekesî, rêxistinî û hwd xwe bidin alî, jargona antî-kolonyalîst û dij-dewletê derdixin pêş. Berê xwe nadin van derfetan û ji bo bikaranîna wan însîyatîf nagirin.

Pêdivîya kurdan bi polîtîkayeke zimanî ya zelal û plansazîyeke bi rêk û pêk heye. Plansazî divê bi zanistî bê amadekirin û gavên wê bên plankirin.

Meseleya ziman ji destpêka salên 2000î ve di rojeva kurdan de ye. Çend aktîvîstên zimanê kurdî ku tu jî di nav de bûyî, di 2005an de Koma Hawara Kurdî ava kir. Lê vê însîyatîfa sivîl bi damezrandina TZPKurdî ku ket bin sîwana siyasî, ji holê rabû. Ev modela parastina ziman a bi biryarên navendî hat meşandin, encax dikarîbû 5-6 salan dom bike. Tu vê polîtîzasyona radîkal a qada ziman çawa dinirxînî?

Koma Hawara Kurdî di meseleya ziman de tevî bingeha xwe ya sivîl, komeke xwedî helwesteke protestoyî bû. Di gelek mînakên li derveyî welatê me, tevgerên ziman berîya rêxistinên siyasî xwe bi rêxistin kirine. Heta siyaseta neteweyî di rêya tevgerên ziman vekîrîye de derketîye hole. Koma Hawara Kurdî dixwest bi modeleke wiha dest bi xebatê bike. Li ji bo kurdan rewş cuda ye. Ewil, siyasetmedarên kurd karên ziman kirine. Ji Celadet Bedirxan bigire, heta Feqî Huseyîn Sagniç, Dr. Şivan û gelek in din ne zimannasî perwerdekirî bûne lê ji bo ziman xebatê kirine. Qada ziman ji destpêkê ve di bin siya sîyasetê de maye. Lê belê siyaset pirî caran bi tenê propagandaya ziman dike. Pirî caran ziman wekî enstrûmanekê bi kar tîne. Di eslê xwe de di vê mijarê de du alî hene. Alîyekî kolonyalîzm e yanî bindestîya kurdan e. Siyaset vî alîyî derdixe pêş. Alîyekî din jî hişmendî ye ku derbarê guherîna xwe bi xwe ya kurdan de ye. Ji bo vê jî divê ewil siyasetmedar li ser bingeha nirxên neteweyî ku ya herî giring ziman e, di xwe de guhertinekê çêbike. Siyaset vî alîyî nabîne an dernaxe pêş. Ji ber ku ev, peywirekê li wan bar dike. Ew nikarin vê guherîna pêwîst di xwe de pêk bînin, di dewsa vê de dijdewletî û hin argumanên din ên radîkal derdixin pêş.

A rast, divê xebatên ziman wekî qadeke xweser bên birêxistin kirin û xwedî îrade be. Divê nekeve bin sîya sîyasetê. Xebatên zimên nikare bi tevahî têkiliyên xwe bi sîyasetê re qut bike û sîyasetê red bike. Lê divê nebe navgîneke sîyasetê.  Ku em werin ser mijara TZPKurdî, ez dikarim bêjim ceribandina vê xebatê bi giştî hîn nehatîye nirxandin. Bi taybetî jî tevî kêmasîyên wê û bandore wê ya li ser meydana ziman a roja me, nehatîye nirxandin. Divê em hewldana Tora Ziman a Çanda Kurdî jî ji bîr nekin.  Mixabin tevî ku Tora Ziman û Çanda Kurdî xwedî çarçoveyeke hîn zêdetir plûral bû û li ser xeteke sivîl-demokratîk ava bûbû, dîsa jî bi ser neket. Di eslê xwe de di nava civakê de potansiyelek heye ku dikare bê birêxistin kirin. Lê ev kar jî bi aktîvîstên ziman dikare bê meşandin. Eger tu doza ziman dikî, pêşî divê tu kadroyên xwe perwerde bikî. Proseya kui 15ê tîrmeha 2016an de dest pê kir jî bandoreke xerab li xebatên ziman kir. Gelek kesên di vê qadê de hatin krîmînalîzekirin û saziyên heyî hatin hilweşandin. Hin kes neçar man derketin derveyî welêt û hin kesên din jî hatin girtin. Birêxistinkirina vê qadê ked dixwaze. Ji bilî vê jî, divê ev qad bi mentalîteyeke sivîl-demokratîk bê birêxistinkirin.

Qada ziman ji destpêkê ve di bin siya sîyasetê de maye. Lê belê siyaset pirî caran bi tenê propagandaya ziman dike. Pirî caran ziman wekî enstrûmanekê bi kar tîne.

Wê demê em dikarin bêjin hîn pêwîstî bi tevgereke heqîqî ya ziman heye. Lê di şert û mercên îroyîn de pêkhatina tevgereke em dixwazin zehmet xuya dike.

Bê guman pêwîstîyeke wiha heye. Lê bi ya min, tevgereke wiha nikare di bin sîya sîyasetê de teşe bigire û mezin bibe. Divê dilsozên ziman ên ji hemû fikr û baweriyan bikaribin bi hev re bixebitin. Egitim-Senê dikaribû gelek xebat bikirana û pêşîya tevgereke wiha vekirana. Lê ew jî pir zêde angajeyê sîyasetê bûye. Sîyaseta ji bo gelek kesan dilkêş e. Parlementerî, şaredarî û derfetên wê yên din hene. Ev jî nahêle aktîvîstên ziman derkevin holê û heta dawîyê di qada ziman de xebatê bikin. Ev mesele di TZPKurdî de pir giran bû. Dema hilbijartin dihat lidarxistin, bi dehan kesî ji bo namzetiyê serî lê dida. Yanî çavekî aktîvîstan li ser sîyasetê ye, ew jî nahêle ku têkoşerên zimên ên rasteqîn bigihêjin.

Di 2020an de komeke ku navê Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) li xwe kir, hat damezrandin. Vê komê jî berevajîya TZPKurdî  bi depolîtîzasyoneke radîkal xebatên xwe dimeşîne û dij-kolonyalîst xuya nake. Parçebûna xebatên ji bo ziman di navbera van her du modelên ekstrem de xetereyeka çawa ye di rêya parastina kurdî de?

HezKurd meseleya zimên bi tenê di çarçoveya sînorên sîstemê de dibîne. Erê, carinan mafên perwerdeya bi zimanê dayîkê û fermîbûna zimanê kurdî jî tînin rojevê. Lê piranî enerjîya xwe ji bo îqnakirina çend midûrên dibistanan an wekîlên AKPê xerc dikin. Însîyatîfa Mamosteyên Kurdî û însîyatîfa bi navê Ciwanên  Serbixwe yên Kurd jî ku Sonda Kurdî xwarin di vê çarçoveyê de nêzîkî meseleyê dibin. Bi hin kirinên xwe jî wê sînyalê didin dixwazin di bin sîwana têkoşînê zimên de tevgere siyasî ya alternatîf ava bikin. Helbet ew jî mafê wan e, lê divê ew awayekî zelal were kirin, ziman nebe navgîn vî tiştî. Li aliyê din, ew kirinên wan jî dibin sedem ku tevgera siyasî ya kurd bi şik û guman li wan binêre.

Meseleya ziman ew qas ne hêsan e, kurdî ne jixweber ketiye vê rewşê, piştî plansazîyeke zimanî ya dewleta tirk ketiye vê rewşê. Divê em vê ji bîr nekin.  Li aliyê din, ev kom piranî daxuyanîyan didin û zêde li ser medyaya civakî xwe nîşan didin. Tevî ewqas deng derdixin jî hejmara wan gelek kêm e. Yanî ev kom û însîyatîf nikarin bibin tevgereke girseyî ya ziman. Divê sînorên tevgera ziman antî-kolonyalîst be. Nikare bi kolonyalîstan re li ser hîmên lihevkirinê vê meseleyê çareser bike. Dawîya dawî ziman, meseleyeka statuyê ye. Ji ber statûya kurdan tune ye, statuya kurdî jî tune ye. Em dikarin bêjin, Pêvajoya Çareserîyê ya 2013an ji ber meseleya statûya kurdan xera bû. Dewlet bi tu awayî ne amade ye, statûyekê bide kurdan, kod û refleksên dewletê li ber vê yekê asteng in.

A rast, divê xebatên ziman wekî qadeke xweser bên birêxistin kirin û xwedî îrade be. Divê nekeve bin sîya sîyasetê. Xebatên zimên nikare bi tevahî têkiliyên xwe bi sîyasetê re qut bike û sîyasetê red bike. Lê divê nebe navgîneke sîyasetê.

Siyaseta Kurd û Egitim-Sena ku piraniya mamosteyê kurd xwe tê de birêxistin kirine ji destpêkê ve Dersa Kurdî ya li dibistanên navîn ên Kurdistan û Tirkiyeyê boykot dikin. Di du salên dawîn de jî vê carê bi helwesteka “notrbûnê” boykotek sergirtî tê meşandin. Dema mirov 11 salên borî li ber çav bigire, ev helwest bandoreke çawa li parastina kurdî kîrîye?

Siyaset û sendîka bi gelemperî ji bo ji peywira xwe ya takekesî, rêxistinî û hwd xwe bidin alî, jargona antî-kolonyalîst û dij-dewletê derdixin pêş. Berê xwe nadin van derfetan û ji bo bikaranîna wan însîyatîf nagirin. Ev jî wekî helwesteke notrbûnê an boykotê xwe nîşan dide. Gelek kesên di wan saziyan de wekî helwest ne li hemberê vê ne û di eslê xwe de dixwazin jî. Lê ji ber bêkêrîya ez qal dikim, di cihê xwe de bê helwest dimînin. Li aliyekî din, dersên hilbijêrî herî zêde  di dema Pêvajoya Çareserîyê de ji aliyê dêbavan hatîye hilbijartin. Di sala ewil de 80,000 kesî serî lê daye. Li gel ku wê demê boykota tevgera siyasî hişktir bû jî gel serî lê daye, lê piştî ku pêvajo xera bûye hejmar ji 20,000î derbas nebûye.

Tevî ewqas kampanyaya medyatîk a bi giranî bi rêya Medya Civakî û Rûdawê tê meşandin, rewş wiha ye. Dîtina min a şexsî ji destpê ve ev e; diviya me ji vî mafî îstifade bikira.  Vê derfetê, gav bi gav normalîzebûna ziman a di perwerdeyê de dida me. Divê mirov vê bike bingeh da ku zêdetir mafan bi dest bixe. Ne ku divê em qîma xwe pê bînin. Niyeta dewletê ev e ku bi vê reformê mafên perwerdehîya bi zimanê dayikê taloq bike an ser vê mijarê bigire. Me dikarîbû bi serlêdaneke girseyî vê helwesta dewletê pûç kiriba.

Nuqteyeke giring a di vê mijarê de ez dixwazim bêjim, TZPKurdî derbeya herî mezin di mijarên dersa hilbijarî û vekirina beşên Kurdolojîyê yên zanîngehan de xwar. Bi awayekî radîkal li dij van her du derfetan derket. Lê kesên çûn û di beşên kurdolojîyê de perwerde bûn ji % 70-80ê wan aktîvîstên TZPKurdî bûn. Vê yekê dubendîyeke pir xurt xist nava tevgerê û hinekî jî bû sebeb radîkalîzma siyasî di nav tevgerê de serwer bibe.

Divê sînorên tevgera ziman antî-kolonyalîst be. Nikare bi kolonyalîstan re li ser hîmên lihevkirinê vê meseleyê çareser bike. Dawîya dawî ziman, meseleyeka statuyê ye. Ji ber statûya kurdan tune ye, statuya kurdî jî tune ye.

Bi hilbijartina 31 adara 2024an meseleya ziman piştî demeke dirêj careke din ket rojeva Siyaseta Kurd. Lê belê tevî kampanyaya medyatîk a die 21ê sibatê de jî, serokê partiyê Tuncer Bakirhan û gelek namzetên li Kurdistanê tirkî wekî zimanê normal ê axaftin û kampanyaya nivîskî bi kar tînin. Tu wekî endamê Komîsyona Çand û Ziman a vê meseleyê di civînan de naynî rojevê?

Helbet ev rewş di hundir de tê nîqaşkirin. Ji navendê giştînameyekê hatîye şandin û tê de hatiye nivîsandin ku divê siyasetmedar zêdetir kurdî bi kar bînin. Lê ev, hinekî jî meseleya gavên pratîk e. Belkî Tuncer Bakirhan di jiyana xwe ya sîyasî de heta îro ewqas bi kurdî neaxivîbû. Aliyekî vê meseleyê jî ev e, dema mirov di jiyana xwe de kurdî bi kar neyne, zehmet e ku di jiyana siyasî de bi awayekî xurt kurdî bi kar bîne. Bikaranîna kurdî jî ne tenê bikaranîna kurdîya gund an herêma xwe ye. Em li vir qala bikaranîna kurdîya nivîskî û bi taybetî jî bikarîna termînolojîya sîyasî dikin. Ev jî dem û xebatê dixwaze. Di vê mijarê de helwesta gel jî giring e. Gel divê  helwesta xwe dîyar bike û rexneyên xwe bêje. Û tabî divê dengekî bilind jî ji qada rewşenbîrîya kurd derkeve.

Bi damezrandina Komîsyona Çand û Ziman a DEM Partiyê, partiyeka kurd di mijara ziman de gaveka pratîk avêt. Bi vî awayî, cara ewil bi desteka siyasî derfeta plansaziyeke ji bo kurdî derdikeve holê. Tu ji bo mijarê dixwazî çi bêjî?

Berê jî bi taybetî di damezrandina Tora Ziman û Çanda Kurdî de keda HDPê hebû. Hin parlamenter û şêwirmendê parlementeran di nava vê xebatê de bûn. Yanî em dikarin bêjin di salên dawî de hewldan hebûn lê têrê nakin. Pêdivîya kurdan bi polîtîkayeke zimanî ya zelal û plansazîyeke bi rêk û pêk heye. Plansazî divê bi zanistî bê amadekirin û gavên wê bên plankirin. DEM Partiyê duh belgeya Stratejî û Polîtîkaya Zimanê Kurdî û Çanda Kurdewar a Şaredariyan eşkere kir. Mirov dikare vê, wekî belgeyeke radîkal a ji bo parastina ziman pênase bike. Di vê belgeyê de tê diyarkirin ku wê zimanê şaredarîyan kurdî be û wê personel û perwerdeya kurdî bibin. Gelo ev ê çiqas pêk were? Çiqas wê dewlet destûrê bide meşandina vê bernameyê? Siberoj dema qeyûm bişînin wê kî bibe asteng? Hêzeke sivîl-demokratîk heye ku pêşî li midaxaleya dewletê bigire?

TZPKurdî derbeya herî mezin di mijarên dersa hilbijarî û vekirina beşên Kurdolojîyê yên zanîngehan de xwar. Bi awayekî radîkal li dij van her du derfetan derket. Lê kesên çûn û di beşên kurdolojîyê de perwerde bûn ji % 70-80ê wan aktîvîstên TZPKurdî bûn

Em dikarin vê belgeya li Bazîdê hat eşkerekirin wekî polîtîkayeke ziman a şaredarîyên Kurdistanê qebûl bikin?

Erê, gaveke ber bi polîtîkaya ziman de ye ev. Lê divê ji bo meşandina vê jî plansazîyeke bi detay bê amadekirin. Egitim-Senê wê di meha gulanê de li Wanê sempozyûmeke li ser ziman sempozyûmekê li dar bixe. Perwerdehî û zindîkirina ziman hin ji mijarên vê bernameyê ne. Yanî ez dixwazim bêjim, meseleya ziman wê piştî hilbijartinê hîn zêdetir têkeve rojevê.

Foto: Samî Tan/ANF 

———————————————————

Kî ye Samî Tan?

Samî Tan di sala 1965an da li gundê Axçelîyê yê bi ser navçeya Kolikê ya Semsûrê ji dayîk bûye. Di sala 1986an da li Zanîngeha Bogazîçî di beşa dîrokê da dest bi xwendina bilind kiriye. Lê belê ew beş nîvçe hiştiye û di sala 1992yan da pêşî li Rojnameya Yenî Ulkeyê, paşê di Rojnameya Welat da dest bi rojnamegerîya kurdî kiriye. Piştî girtina Welat, di beşa nûçeyên cîhanê ya Rojnameya Ozgur Ulkeyê da xebitiye. Di rojnameyên Welatê Me û Azadîya Welat da wekî edîtorî û gerînendeyê giştî û sernivîserîyê (1997-2005) kirîye. Di 2002an de beşa kurdî û berpirsê karê nivîsaran ê Ajansa DÎHAyê kirîye. Di 2007-2016an de wekî rêveber û serok di Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de xebatê kirîye. Tan derçûyê Wêjeya Farisî û Beşa Zimannasîyê ya Zanîngeha Stenbolê ye û di Zanîngeha Artûklûyê de di beşa Ziman û Çanda Kurdî da lîsansa bilind a bi tez kuta kiriye. Tan, berhemên li ser zimanê kurdî nivîsîye û edîtorî û wergêrîya hin pirtûkan kirîye.

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …