Polîsên Belçîkayê bi ser Stêrk TV û Medya Haberê de girtin

Stêrk TV û Medya Haber TVê bi şev rastî serdagirtinên polîsan hatin.

Polîsên Belçîkayê piştî dest danîn ser gelek alavan danê sibehê ji studyoyên her du televîzyonan veqetîyan.

Televîzyonên kurd Stêrk TV û Medya Haber TVê bi şev rastî serdagirtinên polîsan hatin.

Polîsên Belçîkayê saet di 2:00yê şevê de studyoyên her du televîzyonan yên li bajarê Denderleeuwê ne dagir kirin.

Di serdagirtinê de ji bo weşan bê sekinandin kabloyên elektrîk, rejî û kompûteran hatin birîn.

Polîsan derîyê odeya Uplînkê şikandin aletên di hundir de jî texrîb kirin.

Di dema êrişê de polêsan bi tundî xebatkarên ewlehiyê kelemçe kirin.

Polîs bi qasî 4 saetan li avahiyê man û piştre bi alavên desteser kiribûn ji studyoyan veqetîyan.

Hat ragihandin, nêzîkî 200 polîs tevlî serdagirtina televîzyonên kurd bûne.

Desteya Şêwirmendîyê ya Stêrk TV û Medya Haber TVyê derbarê mijarê de daxuyanîyekê da.

Desteyê got, êrişa li dijî televîzyonên kurd di çarçoveya konsepta şer a Tirkiyeyê de hatîye kirin.

———————————-

Foto: Logoyên Stêrk TV û Medya Haber TV

Infowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Serokwezîrê Skotlandê îstifa kir

Serokwezîrê Skotlandê Hamza Yûsif ji karê xwe îstifa kir. Yûsif tevî serokwezîrtîyê, ji seroktîya Partîya …