Katalanî di Wikipediayê de ket pêşîya fransî

Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye.

Pîvana Wikipediayê ya ji bo amadekirina lîsteya zimanên ensîklopedîyê bi kar anî, hebûna 10,000 gotaran e.

Zimanê katalanî serfiraziya xwe ya di platformên online de didomîne.

Vê carê Wikipediayê nûçeyeke xweş ji bo serfirazîya katalanî ragihand.

Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye.

Pîvana Wikipediayê ya ji bo amadekirina lîsteya zimanên ensîklopedîyê bi kar anî, hebûna 10,000 gotaran e.

Wikipediayê diyar kir, katalanî ji aliyê qelîteya 10,000 gotaran zimanê pêncemîn e.

Ensîklopedîya online ji 100 pûanî 86.14 pûan da katalanî û bi vê encamê katalanî ket pêşîya fransî.

Di serê vê lîsteyê de îngilîzî, îspanyolî, çînî û sirbî cî digirin.

Bi dûv katalanî fransî, japonî, rûsî, almanî, îtalî, erebî û ûkraynî rêz dibin.

Wikipediayê vê paramêtroya ji bo serfirazîya zimanan cara ewil di 2020an de bi kar anî bû.

Di 2020an de hatibû ragihandin, Wikipediaya Katalanî ji alîyê qelîteya 10,000 gotaran li cîhanê 13.e.

Katalanî zimanekî bi bandor e

Barometreya Zimanên Cîhanê jî di 2023an de ragihandibû, katalanî zimanê 12. ê herî bandor ê cîhanê ye.

Barometreya Zimanên Cîhanê jî di 2023an de ragihandibû, katalanî zimanê 12. ê herî bandor ê cîhanê ye.

Lêkolîn ji aliyê ji aliyê Wezareta Çandê ya Fransayê ve li ser 641 zimanên cîhanê hatibû kirin.

Barometre nîşan dabû, katalanî digel cografyaya xwe ya biçûk dibe yek ji zimanên herî xurt ê cîhanê.

Barometre balê kişandibû ser xwezaya civakî, polîtîk, çandî û teknolojîk ku katalanî tê de tê bi kar anîn.

Foto: Wikipediaya Katalanî

Infowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Fermon: Têkoşîna hiqûqî li Fransayê bimeşînin

Jan Fermon got, “kiryarên Fransa û Belçîkayê nimûneyeka bêhiqûqîyê ye” û divê têkoşîna hiqûqî li …