Dema zimanekî dimire

Anîmasyona bi navê Ihcuac thalhtolli ye miqui (Dema zimanekî dimire), bi zimanê nahuatl a li Meksîkayê hatiye weşandin.

Helbest ji aliyê Migeul Leon Portilla ve di 2017an de hatiye nivîsandin.

Anîmasyona bi navê “Ihcuac thalhtolli ye miq” (Dema zimanekî dimire) bi zimanê nahuatl a Huastecayê yê li Meksîkayê hatiye weşandin.  Helbest ji aliyê Migeul Leon Portilla ve di 2017an de hatiye nivîsandin. Anîmasyon ji aliyê Gabriela Badillo ve hatiye kirin.

Zimanê nahuatl a Huestecayê, li herêma Huesteca ya li eyaletên Hidalgo San Luis Potosîyê tên axaftin. Hejmara kesên vî zimanî diaxivin ji milyonekê zêdetir e.

Miguel Leon Portilla ku di 1926an de li Meksîkayê ji dayîk bûye, fîlozof û dîrokzaneke navdar ê meksîkî ye. Portilla bi taybetî li ser raman û wêjeya nahuatl xebatê kiriye. Portilla di heman demê de li Zanîngeha Neteweyî ya Otonom a Meksîkayê di derbarê mijarên xwe yên lêkolînê de dersan dide.

Dema zimanekî dimire

Dema zimanekî dimire

Tiştên pîroz,

Stêrk, ro û heyv

Tiştên di derbarê mirovan de,

Fikir û hest

Êdî nayên dîtin

Di vê neynikê de.

*   *   *   *

Dema zimanekî dimire

Her tiştê li cîhanê

Derya û çem,

Heywan û nebat,

Nayên fikirandin an nayên axaftin

Êdî tune dibin.

*   *   *  *

Wê demê,

Pencereyekê, deriyekî

Ji bo hemû mirovên cîhanê

Ronahiyeke cuda

Ya di tiştên pîroz

Û di tiştên di derbarê mirovan de,

Di her tiştî de heye û jiyana li ser axê ye,

Tê girtin.

*    *   *   *

Dema zimanekî dimire,

Peyvên wê yên evînê,

Entonasyona xemgîniyê û şifqetê,

Belkî jî hemû stran,

Meselok, axaftin û dua,

Wekî ku berê pêk hatibe,

Êdî ti kes wan dubare nake.

*   *   *   *

Dema zimanekî dimire,

Gelek tişt dimirin pê re

Û gelekên din dikarin bimirin.

Neynik heta dawiyê dişikên

Siya dengan

Heta dawiyê bêdeng dibe:

Xizan dimîne mirovahî.

Foto: Anîmasyona helbesta Dema zimanejî dimire/Youtube

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …