Piranîya ciwanan fêrî zimanê baskî dibin

% 70 ji ciwanên di navbera 16 û 24an de dikarin bi baskî biaxivin.

Di salên 1990î de vê rêjeyê di nava heman koma ciwanan de % 25 bû.

Li Welatê Baskê zanîna zimanê baskî her ku diçe zêde dibe.

Niha yek ji sêyê hemû nifûsê êdî dikare bi zimanê baskî biaxive.

30 sal berê % 12 ji civaka baskê dikaribû bi zimanê dayikê biaxivîyana.

Ev agahîyên hêvîdêr di nûçeyeka TV3 ya Katalonyayê de hat ragihandin.

Kanala katalan diyar dike, zanîna ziman herî zêde di nava ciwanan de pêş dikeve.

% 70 ji ciwanên di navbera 16 û 24an de dikarin bi baskî biaxivin.

Di salên 1990î de vê rêjeyê di nava heman koma ciwanan de % 25 bû.

Serfirazîya di warê bikaranîna ziman a ji aliyê ciwanan wekî serfirazîyekê tê qebûl kiribûn.

Sebeba vê serfirazîyê sîstema dibistanên zimanî baskî, Ikastola ye.

Di van dibistanan de ku hejmara wan niha ji 100î zêdetir e, bi sedhezaran zarok hatine perwerdekirin.

Komeke ciwanên baskî yên tevlî çalakîya Beza Ziman Korrika bûne/deia.eus/

Îspanyolî hîn serdest e 

TV3 radigihîne, piraniya ciwanan li kolanan zimanê îspanyolî bi kar tînin.

Qadên herî zêde îspanyolî lê tê bikaranîn kirîn-firotin, înternet û bi taybetî Youtube e.

Tevî serfirazîyên di qada perwerdehîyê de jî, di jiyana civakî de bikaranîna ziman bi dijwarîyên re rû bi rû ye.

TV3 radigihîne, piraniya ciwanan li kolanan zimanê îspanyolî bi kar tînin.

Ciwanên baskî didin zanîn, ew li avahîyên kirîn-firotinê bi îspanyolî diaxivin.

Yek ji qada ku herî zêde ya li Welatê Baskê îspanyolî lê serdest e, Youtube e.

Ciwanên baskî ragihandine, ew êdî di dewsa kanalên televîzyonê yên bi baskî, ji Youtube bernameyên bi îspanyolî temaşe dikin.

Herwiha, ciwan di înternetê de jî herî zêde zimanê îspanyolî bi kar tînin.

Rêvebiriyên du dibistanên Ikastola ji TV3 re ragihandine, ew niha li derveyî perwerdeya fermî, ji bo ciwanan çalakîyên çandî li dar dixin.

Hin ji wan çalakîyan kursên şanoyê ne û geştên li deverên zimanê baskî lê tê axaftin in.

Armanca ji van tedbîran ev e, di asta civakî de axaftina baskî bê teşwîqkirin.

Foto: Ala Welatê Bask 

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Fermon: Têkoşîna hiqûqî li Fransayê bimeşînin

Jan Fermon got, “kiryarên Fransa û Belçîkayê nimûneyeka bêhiqûqîyê ye” û divê têkoşîna hiqûqî li …