Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir.

Partîyê got, bi vê serdegirtinê pîvanên hiqûqê yên Ewrûpa û Belçîkayê yên bingehîn hatine binpêkirin.

Partiya Çep a Ewrûpayê (The European Left) serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir.

Partîyê bi daxuyanîyeke derbarê mijarê de dîtinên xwe îfade kirin.

Di daxuyanîyê de wiha hat gotin:

”Ev serdegirtinên hêzên çekdar bi îmhakirina amûrên nûçegihaniyê bi encam bû, ne tenê rêgezên azadiya çapemeniyê bin pê dikin, her wiha pîvanên hiqûqê yên Ewrûpa û Belçîkayê yên bingehîn jî binpê dikin.”

Partîya Çep a Ewrûpî balê kişand ser serdana Belçîkayê ya ji aliyê şandeyeka payebilind a Tirkiyeyê jî û got, vê serdanê “fikarên derbarê hevkarîya navneteweyî ya ji bo tepisandina dengê kurdan zêde kirîye.”

Di daxuyanîyê de pêdivîya dayîna daxuyanîyekê ya ji aliyê Belçîkayê ve jî bi van gotinan derket pêş:

“Em ji rêveberên Belçîkayê dixwazin, derbarê van kiryarên nehiqûqî de îzeheka têrtije bidin û berpirsîya xwe qebûl bikin.”

Partîya Çep a Ewrûpî di dawîya daxuyanîyê de got, ew ê desteka xwe ya ji bo hemû rojnemevan û sazîyên medyayê ku ji bo agahdarkirina civakê xebatê dikin, bidomînin.

Serdagirtinên bi ser medyaya kurd de

Polîsên Belçîkayê saet di 1:30ê şevê de bi ser studyoyên her du televîzyonan ên li bajarê Denderleeuwê ve girtibûn.

Televîzyonên kurd Stêrk TV û Medya Haber TVyê di 23ê nîsanê de rastî serdegirtina polêsan hatibû.

Polîsên Belçîkayê saet di 1:30ê şevê de bi ser studyoyên her du televîzyonan ên li bajarê Denderleeuwê ve girtibûn.

Di serdagirtinê de ji bo weşan bê sekinandin kabloyên elektrîk, rejî û kompûteran hatibûn birîn.

Herwiha polîsan gelek derîyên li navendê şikandibûn û dest danîbûn ser hin alavên televîzyonan.

——————————–

Foto: Logoya Partîya Çep a Ewrûpî

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Victor Orban di hilbijartina Macaristanê de têk çû

Hilbijartinên Macaristanê encamên wekî erdhejeke sîyasî bi xwe re anî. Serokwezîr Victor Orban şikestineke mezin …