Serdagirtina Stêrk TVyê di medyaya flaman de cî girt

De Standaard di du nûçeyên xwe de ligel agahîyên teze yên li ser mijarê de ragihandin, êriş di çarçoveya operasyona antî-terorê ya Fransayê ya li hemberê PKKê de pêk hat.

Serdagirtina polîsên Belçîkayê a bi ser Stêrk TV û Medya Haberê de duh di medyaya Belçîkayê de cî girt.

Medyaya flaman a weşangerîyê li bakurê welêt dike herî zêde cî da nûçeyên êrîşa li hember du televîzyonên kurd.

Televîzyona herêma Flanderê VRT û rojnameyên mezin De Staandard, De Morgen û Het Laatste Nieuws piranî di nûçeyên êrişî di malperên xwe yên înternetê de weşandin.

De Standaardê ku xwe spart agahîyên parêzera televîzyonên kurd Fien Schreurs û da ragihand, polêsan zirarê dane studyoyên televîzyonên kurd.

De Standaard di du nûçeyên xwe de ligel agahîyên teze yên li ser mijarê de ragihandin, êriş di çarçoveya operasyona antî-terorê ya Fransayê ya li hemberê PKKê de pêk hat.

Li gorî rojnameyê, operasyona li Fransayê li hemberê bi rêyên derveyî qanûnî fînansekirina rêxistina kurd hatîye vekirin.

Rojnameyê da zanîn, dozgerîya antî-terorê ya Fransayê daye zanîn, vekolîna navborî cara ewil di 2020an de hatîye vekirin.

De Standaard: Bi sedan polîs bi ser televîzyonên kurd ên li Denderleeuwê de girtin.

Operasyona Spûtnîkê

Dadgeha Federal a Belçîkayê di 1996an de li hemberê televîzyona kurd Operasyona Spûtnîkê da destpêkirin. Studyoyên televîzyonê bi hinceta spîkirina pereyan û kaçaxçîtîya mirovan rastî êrişê hatin.

De Standaardê li ser operasyonên Belçîkayê yên li hemberê PKKê û televîzyonên kurd jî van agahîyan da:

  • Dadgeha Federal a Belçîkayê di 1996an de li hemberê televîzyona kurd Operasyona Spûtnîkê da destpêkirin. Studyoyên televîzyonê bi hinceta spîkirina pereyan û kaçaxçîtîya mirovan rastî êrişê hatin.
  • Dewletê di vê operasyonê de xwe spart gilîyê kesekî navê wê nehat diyarkirin. Paşê derket holê hêzên ewlehîyê rastîya di vê mijarê de manîpule kirine.
  • Proseya 17 kesên di operasyona Spûtnîkê de hatin sûcdarkirin bêyî ku bigihîje tu encamekê bi dawî bû.
  • Di 26ê nîsana 2012an de hêzên ewlekarîyê bi ser navendeka perwerdeyê ya PKKê ya li Lodelinsartê de girtin.
  • Di 16 çileya paşîn 2013an de bi ser sê malên li bajarê Liegeê de hatin girtin pereyeke zêde ya hatibû berhevkirin hat desteserkirin,

———————————-

Foto: Logoya rojnameya De Standaardê ku bi holandî weşanê dike

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ şîdeta li hember medyaya kurd şermezar kir

Sendîkaya Rojnamevanên Flaman VVJê derbarê serdegirtina televîzyonên kurd ên li Belçîkayê daxuyanîyekê weşand. VVJ di …