Gal dikare bibe xwedî mîlyonek axêverên ziman?

Gelo Welatê Galê wê bikaribe heta sala 2050î hejmara kesên bi zimanê dayîkê diaxivin bike mîlyonekî?

Parlamentoya Galê (Senedd) duh di civîneka xwe ya taybet de li ser bersiva vê pirsê sekinî.

Gelo Welatê Galê wê bikaribe heta sala 2050î hejmara kesên bi zimanê dayîkê diaxivin bike mîlyonekî?

Parlamentoya Galê (Senedd) duh di civîneka xwe ya taybet de li ser bersiva vê pirsê sekinî.

Nûnerên sazîyên zimanê galî ligel berpirsên sîyaseta ziman ên hukumeta herêmî, tevlî civînê bûn.

Dona-Lewis. Navenda Neteweyî ya Fêrbûna Galî

Rêvebera Navenda Neteweyî ya Fêrbûna Galî Dona Lewis derbarê mijarê de axaftinekê kir.

Lewis got, ji ber kêmkirina butçeyê ne pêkane hedefa zêdekirina axêverên ziman pêk were.

Rêvebera saziya ziman diyar kir, di nava civakê de daxwaza fêrbûna ziman zêde bûye û ew nikarin vê daxwazê pêşwazî bikin.

Lewisê da zanîn, ji sala damezrandina saziya fêrbûna ziman û vir ve gelek xebat hatine kirin lê êdî ne pêkane bi butçeya heyî hedefa neteweyî ya heta sala 2050an pêk were.

Nûnerên sektora perwerdeyê û hin aktîvîstên ziman jî di civînê de dîtinên xwe yên derbarê mijarê de îfade kirin.

Piranîya axêveran ragihandin, ew bawer nakin hejmara axêverên zimanê galî bibe milyonekî.

Hêjayî gotinê ye, hukumeta Galê di sala 2024-25an de 53,5 milyon pound ji bo xebatên ziman terxan kirîye.

Ev butçe ji sala par 3 milyon pound kêmtir e.

Civîna 18ê nîsanê ku Cymdeithas rapora xwe ya ziman eşkere kir. /Golwg.360.cymru

Pêşnîyazên tevgera ziman

Di rapora wekî statîstîk hatibû amadekirin de, navçe bi navçe gavên ji bo armanca 1 milyon axêverî bên avêtin, cî girtin.

Tevgera ziman Cymdeithas yr Iaith di wê bawerîyê de ye bi biryardarîya sîyasî û zêdekirina butçeyê gihîştina armanca ji bo ziman pêkan e.

Cymdeithas tevlî civîna 18ê nîsanê ya parlamentoyê bû û raporeka li ser mijarê pêşkêş kir.

Di rapora wekî statîstîk hatibû amadekirin de, navçe bi navçe gavên ji bo armanca 1 milyon axêverî bên avêtin, cî girtin.

Hukumeta Galê wê di nava çend mehan de Qanûna Zimanê Galî pêşkêşî parlamentoya herêmî bike.

Tevgera ziman dixwaze bandorê li naveroka raporê bike da ku ji bo zêdekirina hejmarên axêverên ziman kêrhatî be.

————————————–

Foto: Zarokên bi zimanê galî tên perwerdekirin/Nation.cymru.com

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Bajarê Tolosayê êdî bi baskî diaxive

Niha % 53yê zimanê li kolanên Tolosayê tê axaftin baskî ye. Tolosa bajarekî li parêzgeha …