Mozambîk heye Kurdistan tune ye

Dîrektora-Giştî yê UNESCOyê Audrey Azoulayê di Roja Zimanê Dayikê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Giringiya perwerdeya bi zimanê dayikê peyama sereke ya vê daxuyaniyê bû.

Azouleyê got, % 40 ji niştecîhên li seranserê cîhanê ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar in.

Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi bername û daxuyaniyan pîroz kir.

Bi boneya vê rojê, Dîrektora-Giştî ya UNESCOyê Audrey Azoulayê jî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Giringiya perwerdeya bi zimanê dayikê peyama sereke ya vê daxuyaniyê bû.

Di daxuyaniyê de giringiya perwerdeya bi zimanê dayikê ya di temenê biçûk ê zarokatiyê de derket pêş û wiha hat gotin:

“Encamên xebatên zanistî pir eşkere ne: fêrbûna bi rêya zimanê xwe, ji bo serfiraziya li dibistanê pêwîst e. Ev yek baweriya bi xwe xurtir dike, di zarokan de di temenê biçûk de miraqa ji bo fêrbûnê derdixe holê û dibe sebeba pêşketina hişê mirov.”

Daxuyanî wiha dom kir:

“Daxwaza pirzimanîyê li dibistanan, di heman demê de ji bo zimanên ku bi tenê çend axêverên wan mane, tê wateya parastin û teşwîqkirina plûralîzma zimanî.”

Postera ji bo giringiya perwerdeya zimanê dayikê hatiye amadekirin/Malpera Unescoyê

% 40ê nifûsa cîhanê

Di derbarê welatên pêşî li perwerdeya bi zimanê dayikê digirin tu agahî nehatin dayîn.

Aliyê balkêş ê vê daxuyaniyê, di derbarê rêjeya nifûsa cîhanê de bû ku bi zimanê dayikê perwerdeyê nabin.

UNESCOyê diyar kir, % 40 ji niştecîhên li seranserê cîhanê ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar in.

Lêbelê, di derbarê welatên pêşî li perwerdeya bi zimanê dayikê digirin tu agahî nehatin dayîn.

Di dewsa vê de, UNESCOyê qala projeya xwe ya perwerdeyê di nava xweciyên li Mozambîqê kir ku bi tenê 400 xwendekar tevlî dibin.

Infowelat

——————————-

Foto: Ala UNESCOyê/Wikipedia

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …