Ziman nirxekî di ser sîyasetê re ye

Hevpeyvîn: Necat Ayaz

Zana Farqînî naveke naskirî ye ku di qada ferhengnasîyê de mora xwe li xebatên parastina kurdî xistî ye. Farqînî tevî xebatên xwe yên di ware standardkirina kurmancî de, niha di Komîsyona Kurdî ya DEM Partiyê de cî digire. Ferhengnasê kurd, çend roj berê bi parvekirineke xwe ya di medyaya sosyal de rexneyeke xurt li bikaranîna tirkî ya ji aliyê siyaseta kurd ve kir. Ev helwesta wêrek bû sebeb alîgirên siyaseta tirkîaxêv di heman platformê de êriş bibin ser Farqînî. Me jî wekî Infowelat xwe gîhand parazvanê kurdî Farqînî û tevî vê meseleyê, hin mijarên din ên bi parastina kurdî re eleqeder pê re axivîn.

Ev bertekek bû ku çima namzed û Dem Partî di xebatên xwe yên hilbijartinê de giraniyê nadin bikaranîna kurdî û kurdî xuyabartir nakin. Digel ku biryar hebûn. Bi vê twîtê min xwast hilbijêrên kurd jî xwe qayîl nekin bê çima zêde ew bi tirkî propagandayê dikin û bi helwesta xwe wan teşwîqî axaftina bi kurdî bikin.

Te bi twîteka xwe ya dawî rexneyeke pir xurt li namzedên DEM Partiyê kir ku li welêt bi tirkî kampanyaya xwe ya hilbijartinê dimeşînin. Çima twîteke ew qas hişk?

Carinan pêwîst e mirov şûjinê di xwe re jî bike. Divê pêşî mirov yeka xwe bibêje hîn diduyên hevalên xwe. Min ji kezeba şewitî wisa got û ew jî dengekî ji navxweyî bû. Lê mixabin xêrnexwaz mexseda mirov jî berevajî dikin. Hin trolên di twitterê de ev parvekirina min bi kar anîn û wekî ku min xwestiye bila kurd rayên xwe nedin DEM Partiyê şirove kirin. Hinan ji wan nûçeyên bi tirkî jî çêkirin û gotin: “Zana Farqînî dibêje‚’sizin dilinizle konuşmayanlara oy vermeyiniz’” Lê min tiştekî wisa negotibû. Min ji hilbijêran re gotibû “kesên bi zimanê we bi we re nepeyive, bi wan qayîl nebin.”

Ev bertekek bû ku çima namzed û Dem Partî di xebatên xwe yên hilbijartinê de giraniyê nadin bikaranîna kurdî û kurdî xuyabartir nakin. Digel ku biryar hebûn. Bi vê twîtê min xwast hilbijêrên kurd jî xwe qayîl nekin bê çima zêde ew bi tirkî propagandayê dikin û bi helwesta xwe wan teşwîqî axaftina bi kurdî bikin. Lê ji ber dezînformasyonê ez neçar mam îcar bi twîteke din mebesta xwe îzah bikim û rê li ber niyetxeraban bigirim, da gotinên min bi mehne negerînin û ji xwe re nekin melzemeyên propagandaya li dijî DEM Partiyê. Di vê meseleyê de niyet giring e. Divê mirov lê binêre bê kî ji ber çi û bi kîjan pozîsyonê rexneyan dike û gotinan dibêje. Divê mirov ji hev re li behaneyan negere.

Gelek kes di wê baweriyê de ne DEM Partî ji HDPê bêhtir kurd û kurdistanî ye û ji ber parastina kurdî zêdetir ji vê partiyê hêvîdar in. Bi taybetî, tu polîtîkaya ziman a DEM Partiyê çawa dinirxinî?

Yek ji armancên sereke ya siyasetê jî bi ya min divê parastina nirxên gelê kurd be. Hewce ye em nirxên gelê kurd di gel parastinê, lê vegerînîn. Doza gelê kurd dozeke piralî ye. Armanc hem guherandina civakê ye hem jî rizgarkirina wê ye. Doza azadî û rizgarkirinê bi hev re tê kirin. Ji lew re divê di navbera her duyan de jî tarazek ango balansek hebe. Dema daxwazên neteweyî yên bingehîn ên gelê kurd nebin rojeva sereke ya tevgera kurd, dê ev taraz xera bibe. Yanî divê mesafeya di navbera xebatên azadkirin û rizgarkirinê de ne zêde be.

Ziman nirxekî me yê hevpar e û di ser siyasetê re ye. Tevî vê jî, kîjan siyaset di nava kurdan de xwedî hêz be, berpirsiya ji bo ziman herî zêde wê li ser milê wê be. Ev siyaset jî DEM Partî ye û cara ewil bi wê re siyaseta sereke ya kurd ji bo parastina zimanê kurdî biryareke cidî û piralî da. Bi vê biryarê, siyaset bû xwedî helwesteke fermî ya sazûmanî. Bêguman ev gaveke pir giring e.

Dema daxwazên neteweyî yên bingehîn ên gelê kurd nebin rojeva sereke ya tevgera kurd, dê ev balans xera bibe. Yanî divê mesafeya di navbera xebatên azadkirin û rizgarkirinê de ne zêde be.

Eger tevgera ziman hebûna xwe heta îroj bidomanda û siyaset jî xwedî polîtîkaya parastina kurdî bûya, îroj li kolanan alaya parastina ziman wê ji aliyê kurdên berxwedêr ve bihata bilindkirin. Mixabin ev nehatin kirin û em gihîştin qonaxeke wiha ku nûnerên AKPê yên Kurdistanê û Huda-Par ji bo berfirehkirina meşrûiyeta xwe ziman wekî alavekê bi kar tînin. Tu der heqê vê mijarê de çi difikirî?

Divê em bipirsin “çima ev qad vala ma?” Ev kêmasiya me ye. Em ji siyaseta kurd daxwaz dikin ku vê meydanê vala nehêlin. Dewlet tu carî bi hêza xwe tenê nayê ser mirov. Tiliya wê her dem di nava civakê de ye. Ên ji wê civakê jî birêxistin dikin û berî pesîra wan didin. Mesela hîn gava ku Îsmet Sezgîn Wezîrê Karê Navxweyî bû, digotin, “Em biçin filan lîderî bînin û bi rêya wan li dijî tevgera heyî alternatîfekê çêkin.” Mebest jê qelskirin û parçekirina îradeya heyî bû. Ziman jî yek ji qadekê ye û dikare bê îstismarkirin. Lê divê em wekî kurd hay ji vê hebin. Bikaranîna ziman wekî enstrûmanekê talûke ye. Nabe ew bibe amûreke berjewendiyên siyasî. Bikaranîna ziman û têkoşîna ji bo ziman, du armancên dûrî hev in.

Careke din dixwazim dubare bikim: kurdî di ser siyasetê re ye. Kî bi mebesta amrazekê, ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bi kar bîne, ez ê xwe ne qayîl bikim. Ji bo ku ziman nîşaneya neteweyekê ya hevpar û pêkhênerê aîdiyeteke mişterek e.

Yek ji sebebên ku ez di Komîsyona Çand û Ziman a DEM Partiyê de me ev e: Em hewl bidin da ku nexşerêyeke me ya zimanî çêbe. Bi awayekî sazûmanî polîtîkayek û bernameyeke ziman û çanda kurdî hebe. Mesele hilbijartinên cihkî li pêşiya me ne. Şaredarî ji bo van meseleyan giring in. Hewce ye bernameyeke navendî ya polîtîkayên çand û zimanî jî hebe û ew bên tetbîqkirin. Mesela deklarasyona komîsyonê ku ji ber 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê hat belav kirin, hêviyek da min. Ez bi xwe niyet û helwesteke cidî dibînim û qîmet didim vê yekê.

Gava teklîf li min hat kirin, min nana nekir û nedibû min xwe bida paş jî. Loma me jî berpirsî hilda ser xwe.

Tu jî hay ji meseleya ziman heyî. Di carekê de ev mesele çareser nabe. Tevî kêmasiyan û rexneyên me yên li siyaseta kurd jî, divê ji bo vê yekê em bi siyasetê re bixebitin û hêz jî bidin wan, bi nêrîn û ramanên xwe ji bo wan bibin alîkar. Bi mayîna ji derve û bi rexnekirinê tenê min qîma xwe neanî. Daxwaz bi hêzdarbûnê tên cih. A ez vê jî bibêjim, hildana biryaran gavê pêşîn e. Gava duyem jî xebat û têkoşîna ji bo pêkanîna van biryaran e û bi ya min ya herî giring ew e.

Divê em bipirsin “çima ev qad vala ma?” Ev kêmasiya me ye. Em ji siyaseta kurd daxwaz dikin ku vê meydanê vala nehêlin. Dewlet tu carî bi hêza xwe tenê nayê ser mirov. Tiliya wê her dem di nava civakê de ye. Ên ji wê civakê jî birêxistin dikin û berî pesîra wan didin.

A rast, ez jî vê carê difikirim têkoşîna me aktîvîstên kurdî berhewa neçûye. Eger siyaset piştî bi dehan salan, îroj di nava vê proseya gavavêtinê de be, ev yek encama xebata bi israr û domdar e. Tu tevî vê nêrînê dibî?

Elbet, tu ked û xebat beredayî naçe. Zû yan dereng dê mêweya xwe bide. Lê em ji xwe bipirsin ka heta niha di kîjan dem û dewranê de zimanê siyaseta kurd bi temamî bi kurdî bûye? Tu car ev pêk nehatiye. Jixwe ev xebat û kar di carekê de naçin serî. Lazim e mirov bi israr tiştên beraqil û qabilî pêkanînê bide ber siyasetê û tevî karê meşandina wan jî bibe. Xebat, cehd, daxwaz û rexneyên me di dawiya dawî de dibe sebebê çêkirina bandorekê.

Carinan hewce ye mirov rexneyên di cih de bike ji bo ku bipêşketin çêbe. Wek nimûne, li nav me kurdan, ku ew weşanên kurdan in, çima qedrê rojnameyeke kurdî ji ya tirkî ne zêdetir be? Çima qedrê televîzyoneke kurdî ji ya tirkî ne zehftir be? Divê ev mentalîteya heyî biguhere. Lê ji bo vê jî hewldan lazim in. Elbet ez bi rewşa zimanî ya civaka me jî dizanim ku asîmîlasyon di çi astê de ye. Armanca me divê daxwaza maf û azadiyên me, kirina siyasetê qet nebe bi piaranî bi kurdî be. Carinan ji bo civaka kurd gotineke wiha jî bi kar tînim. Tu doza çi dikî bike, lê bi zimanê xwe bike. Qey tu gava bi zimanê xwe mafê xwe bixwazî nabe? Divê îlehî tu bi tirkî bixwazî?!

Heta ji min tê ez dixwazim realîst tev bigerim û mirov ji kê hêvî bike gazinan jî jê dike. Jixwe ne mimkin e zimanê tevgera kurd bi temamî di demeke nêz de bibe bi kurdî. Wext jê re divê. Lê qet nebe, hewce ye ev pozîsyona kurdî û tirkî cih bi hev biguhêrin û kurdî bibe zimanê yekem ê têkoşîna tevgera kurdî.

Foto: Zana Farqînî/Arşîva şexsî ya Z.Farqînî

————————————————

Kî ye Zana Farqînî?

Zana Farqînî di 1967an de li Amedê/Diyarbekir hatiye dinyayê û Beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Stenbolê qedandiye. Li Stenbolê di Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de xebitî. Gerînendetîya rojnameyên Welatê Me û Azadiya Welat kir. Serokatiya Beşa Ziman a Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê kir. Di sala 2011an de dewrekê serokatiya vê saziyê jî kir. Farqînî ku li Beşa Kurdolojîyê ya Zanîngeha Artûklûyê li ser zimanê kurdî master kiriye, heta niha sê ferheng amade kirine: Ferhenga Tirkî-Kurdî, Ferhenga kurdî-Tirkî Tirkî-Kurdî û Ferhenga Kurdî-Tirkî. Her wiha çar kitêbên ku ji tirkî wergerandine kurmancî hatine weşandin. Farqînî niha endamê Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê ye.

Derbarê Necat Ayaz DE

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Kurd li Almanyayê daxwaza azadîya Ocalan kirin

Çalakîya mezin a ji bo azadîya Abdullah Ocalan li bajarê Kolnê a li Almanyayê hat …