Kurdistan bersiveke sîyasî da kolonyalîzmê

DEM Partîya ku kurdan temsîl dike, li bakurê Kurdistanê serkeftineka sîyasî bi dest xist.

Tevî hemû zilm û zora siyasî û leşkerî ya dewleta tirk, partiyê li Bakur bû hêza sîyasî ya yekemîn.

Namzetên welatparêz ên vê partîyê li 3 bajarên mezin, 7 bajar, 58 navçe û 7 bajarokan hatin ser kar.

Hilbijartinên xwecîhî yên Tirkiyeyê li vî welatî bû xwedî erdhejeke siyasî. AKPya ji bîst salan zêdetire li ser kar e, di hilbijartinê de têk çû.

Partiya kemalîst CHPê li derdora % 40ê dengan bi dest xist û di serî de li bajarên mezin, li gelek parêzgehan bû xwedîyê gelek şaredarîyan.

DEM Partîya ku kurdan temsîl dike, bi serkeftina xwe ya li bakurê Kurdistanê balê kişand ser xwe.

Tevî hemû zilm û zora siyasî û leşkerî ya dewleta tirk, partiyê li Bakur bû hêza sîyasî ya yekemîn.

Hemû şaredarîyên ku ji alîyê qeyûmên hukumeta AKPê-MHPê ve hatibûn dagirkirin, ketin destên namzetên DEM Partîyê.

Namzetên welatparêz ên vê partîyê li 3 bajarên mezin, 7 bajar, 58 navçe û 10 bajarokan hatin ser kar.

Herwiha partîyê li meclîsên giştî yên 12 bajarên Kurdistanê bû partîya yekemîn.

Dewleta tirk wekî hilbijartinên 2019an,  di vê hilbijartinê de jî piranîya wan leşker, bi dehezaran hillbijêrên tirk ji bajarên Tirkiyeyê anîn Kurdistanê.

Bi vê rêbaza antî-demokratîk, di serî de Şaredarîya Şirnexê, 11 şaredarî ji alîyê AKPê ve hatin xespkirin.

Lîsteya şaredariyên ku DEM Partîyê bi dest xistî ne wiha ye:

BAJARÊ MEZIN

  1. AMED
  2. MÊRDÎN
  3. WAN

BAJAR

  1. AGIRÎ
  2. ELIH
  3. COLEMÊRG
  4. ÎDIR
  5. MÛŞ
  6. SÊRT
  7. DÊRSIM

NAVÇE

  1. COLEMÊRG/GEVER
  2. WAN/MIKS
  3. WAN/ELBAK
  1. WAN/EBEX
  2. WAN/ŞAX
  3. WAN/ARTEMÊTAN
  4. WAN/ERDÎŞ
  5. WAN/WESTAN
  6. WAN/PAYÎZAVA
  7. WAN/RÊYA ARMÛŞÊ
  8. WAN/BÊGIRÎ
  9. WAN/QELQELÎ
  10. WAN/SERAY
  11. WAN/TÛŞBA
  12. AGIRÎ/GIYADÎN
  13. AGIRÎ/BAZÎD
  14. AGIRÎ/AVKEVIR
  15. QERS/QAXIZMAN
  16. QERS/DÎGOR
  17. ŞIRNEX/CIZÎR
  18. ŞIRNEX/SILOPIYA
  19. ŞIRNEX/HEZEX
  20. SÊRT/MISIRC
  21. BEDLÎS/TETWAN
  22. MÛŞ/GIMGIM
  23. MÛŞ/KOP
  24. MÛŞ/MILAZGIR
  25. ERZIROM/QEREQOÇAN
  26. ERZIROM/QEREYAZÎ
  27. ERZIROM/TATOS
  28. MÊRDÎN/ARTÛKLÛ
  29. MÊRDÎN/KERBORAN
  30. MÊRDÎN/DÊRIK
  31. MÊRDÎN/QOSER
  32. MÊRDÎN/ŞEMREX
  33. MÊRDÎN/NISÊBÎN
  34. AMED/RÊZAN (BAXLER)
  35. AMED/BISMIL
  36. AMED/ÇINAR
  37. AMED/PÎRAN
  38. AMED/ERXENÎ
  39. AMED/HÊNÊ
  40. AMED/ PEYAS
  41. AMED/ KARAZ
  42. AMED/ PASÛR
  43. AMED/ LICE
  44. AMED/FARQÎN
  45. AMED/SÛR
  46. AMED/BAJARÊ NÛ (YENÎŞEHÎR)
  47. RIHA/BÊRECÛK
  48. RIHA/HEWAG
  49. RIHA/SERÊKANIYÊ
  50. RIHA/XELFETÎ
  51. RIHA/HÎLWAN
  52. RIHA/PIRSÛS
  53. RIHA/WÊRANŞAR
  54. XARPÊT/DEP
  55. MÊRSÎN/AKDENÎZ

BAJAROK

  1. ÎDIR/XELFELÎ
  2. HEZEX /TILELA
  3. QUBÎNÊ/ AWÎSKÊ
  4. BERANÎK/ZORAVA
  5. SEMSÛR/KOMIR
  6. ÇÊLIKAN/ SERGOLAN
  7. DÎGOR/BAZARCIX
  8. ŞIRNEX/GUNDIKÊ MELÊ
  9. KOP/LETER
  10. HAWÊL/WEYSILQIRANÎ

Foto: Nexşeya encamên hilbijartina 31ê adarê ya li Tirkiye û Kurdistanê

——————————

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Fermon: Têkoşîna hiqûqî li Fransayê bimeşînin

Jan Fermon got, “kiryarên Fransa û Belçîkayê nimûneyeka bêhiqûqîyê ye” û divê têkoşîna hiqûqî li …