VVJ şîdeta li hember medyaya kurd şermezar kir

Sendîkaya Rojnamevanên Flaman VVJê derbarê serdegirtina televîzyonên kurd ên li Belçîkayê daxuyanîyekê weşand.

VVJ di daxuyanîya li ser malpera wê de, balê kişand ser şîdeta polîsan û vê rewşê şermezar kir.

Sendîkaya Rojnamevanên Flaman VVJê serdegirtina televîzyonên kurd ên li Belçîkayê daxuyanîyekê weşand.

VVJ di daxuyanîya li ser malpera wê hat weşandin de, balê kişand ser şîdeta polîsan û vê rewşê şermezar kir.

Sendîkaya flaman di daxuyanîya xwe de fotoyeka studyoya Medya Haberê bi kar anî/ VVJ

VVJ di derbarê serdana xwe ya piştî êrişê ya televîzyonên kurd de jî agahî dan.

Sendîkayê ragihand, ligel zirara di serdegirtinê de pêk hatîye, du kompîturên ji bo karê rojnamevanîyê dihatin bikaranîn jî ji aliyê polîsan ve hatîne desteserkirin.

Sendîkaya flaman “garantîyên ji bo azadîyên çapemenîyê” bi bîra rêveberîya Belçîkayê xist û vê dîtinên xwe yên derbarê vê mijarê de wiha îzeh kirin:

“Navendên kanalên kurd li Belçîkayê ne û midaxaleyên li hemberê wan di şertûmercên pir awarte de dikarin pêk werin. Parastina veşartîbûna çavkanîya rojnamevanîyê divê ji bo rojnamevanan derbasdar be. Li gorî qanûna 5ê nîsana 2005an, binpêkirina veşartîbûna çavkanîya rojnamevanîyê bi tenê dikare bi biryara dadgerek pêk were û ev jî encax ji bo “pêşîgirtina sûcên ku li hemberê yekîtîya fîzîkî gefeke cidî pêk tîne pêkan e. Înformasyon ji bo pêşîgirtina van sûcan pir giring e û divê bi rêyeka din a alternatîf ev informasyon neyê bidestxistin.

Di dawîya daxuyanîyê de VVJê bang li rêveberîya Belçîkayê kir meseleya serdegirtina televîzyonên kurd zelal bike.

Daxuyanî li ser navê Sekretera Giştî ya VVJê Charlotte Michils ve hat weşandin.

——————————————-

Foto: Logoya VVJê

Infowelat 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Şoreşgerê kurd Ali Tekdag di 1995an de hat qetilkirin

Avreş JIYAN Alî Tekdag cara dawî di 14ê mijdara 1994an de hat girtin û di …