Tag Archives: parastina ziman

Kampanyaya perwerdeya bi zimanê galî dest pê kir

    Serokwezîrê herêma Galê ya li Brîtanyayê Crwyn Jones, bi armanca bilindkirina hişmendiya perwerdeya bi galî û ya duzimanî kampanyayeke agahdariyê da destpekirin. Serokwezîr di çarçoveya kampanyaya bi navê “Em li Galê dijîn: Çima em galî fêr nebin?” bi dê û bavên xwendekaran re hevdîtinek pêk anî û ji …

Bêtir »

1,600 kes beşdarê bernameya axaftina bi baskî bûn

Li herêma Baskê ya li Spanyayê 1,600 mirov beşdarê bernameya duyemîn a Berbaguneayê ya li Bilbaoyê bûn. Ev çalakî bi armanca beşdar bi zimanê baskî bi hev re biaxivin û nîqaşan bimeşînincara ewilî sala borî hat lidarxistin. Bername ji aliyê Şaredariya Bilbaoyê û Meclîsa Wîlayetê ya Bizkaiyayê (Diputacion Foral de …

Bêtir »

Galîsya, Bask û Katalonya ji bo xurtkirina zimanên xwe civiyan

  Berpirsên siyaseta ziman ên ji herêmên Galîsya, Bask û Katalonyayê bi armanca xurtkirina bikaranîna zimanên xwe li Santiago de Compostella’yê civiyan. Berpirsê departmanên siyaseta ziman a Galîsyayê Valentin Garcia, ê Baskê Patxi Baztarrika û yê Katalonyayê Ester Franquesa ku her sê jî girêdayî hikumetên xweser ên Galîsya, Bask û …

Bêtir »

Konferansa II’yemîn a Zimanê Adîge hat li dar xistin

Konferansa II’yemîn a Zimanê Adîge ku ji aliyê Federasyona Komeleyên Kafkas hat organîze kirin, li Enqereyê hat li dar xistin. Ji 9 welatan 50 akademîsyen û mamosteyên ziman beşdarê konferansê bûn. Federasyona Komeleyên Kafkas (KAFFED) bi armanca pêşxistina hişmendî cihêrengiya ziman û bi taybetî jî balkişandina di derbarê zimanê adîge …

Bêtir »

Li Balearê modela ziman hat protestokirin

Bi armanca rêzgirtina ji perwerdeya bi zimanê katalanî re, li Giravên Balearê yên li Spanyayê xwepêşandanên girseyî hatin li dar xistin. Di xwepêşandanan de modela sêzimanî ya nû ya perwerdeyê hat şermezarkirin. Nêzîkî 80,000 welatiyên ji Balearê roja 29’ê Îlonê li paytexta girava Majorka Palmayê, bi armanca protestokirina modela nû …

Bêtir »

Perwerdeya bi bretonî pêş dikeve

Li herêma Bretonyayê ya li Fransa’yê perwerdeya bi zimanê bretonî ji % 4.3 pêş ket. Hejmara zarokên ku diçin dibistanên ku bi bretonî û bi duzimanî perwerde tê kirin zêde bû.   Hejmara zarokên diçin dibistanên fermî yên duzimanî Div-Yezh’ê gihîşt 6,662’an ku tê wateya ji % 6,5 mezinbûnê û …

Bêtir »

Her ziman dîtineke yekta ya cîhanê ye

Hîndîstan bi cihêrengiya xwe ya zengîn tê naskirin lê welat heta niha nebûye xwedî tomareke tam a zimanên xwe. Lêkolîna Ziman a Gel a Hîndîstanê (PLSI) ya xwedî îdîa ye ku projeyeke ku bi armanca tomarkirina her zimanê zindî yê li welat di 2010’an de hatibû destpêkirin, bi dawî bû. …

Bêtir »

Li Togoyê hewldanên parastina zimanên lokal

Pisporên ziman texmîn dikin ku ji ber bajarbûnê, pêşketina aborî û globalbûnê wê 6000 zimanên cîhanê di dawiya vê sedsalê de ji holê rabin. Li Afrîkayê 2000 ziman tên axaftin û Togo xwedîtî ji 39 zimanên Afrîkayê dike. Profesor N’buke Adovi Goeh-Akue yê li Zanîngeha Lomeyê dixebite, yek ji wan …

Bêtir »