Li Qazakistanê hemû ziman serbest in

“Li Qazakistanê qedexeya dewletê ya li ser ziman û çandê tune. Rayedar diyar dikin ku her kes dikare bi zimanê xwe û çanda xwe bijîn. Lê piştgiriyê jî nadin. Dixwazin her civak û netew bi derfet û îmkanê xwe dibistanên xwe vekin.”

Di salên 1915-20’an de bi deh hezaran kurd ji herêma Wanê koçî Qefqesya kirin. Di sala 1937’an de zêdeyî 50 hezar kurd li Qazakistanê bi ci bûn. Kurdên Qazakistanê heta niha zimanê xwe parastine. Lê di salên dawî de wekî Bakurê Kurdistanê bi qasî tê xwestin êdî bi kurdî naaxivin û bi kurdî naxwînin.

Têkildarî rewşa ziman, helwesta dewletê ya li dijî ziman û perwerdehiya zimanê kurdî ya li Qazakîstanê mamosteya zimanê kurdî Gulnara Azadî ji rojnameya me Xwebûnê re axivî.

Gulnara Azadî ku li Qazakistanê dersa kurdî dide zarokên kurd li ser rewşa kurdî û kurdan ewil zanînên xwe parve kir û wiha got: “Em wekî kurdên li Qazakistanê dema ku dengê Kurdistanê tê me kelecan me pir zêde dibe. Kal û pîrên me ji sala 1937’an de hatine Qazakistanê. Kurdên ji Wanê di sala 1915’an de koç bûne hatine vir. Dema nû kurd koçber bûn pir gelek bûn. Lê niha nêzî 50 hezar kurd li Qazakistanê hene. Kurdên ku wê demê sirgûn bûne, hatine li gundên vê derê bi cih bûne.”

Gulnara Azadî

Gulnar Azadî li ser têkiliyên civakî û fîzîkî yên kurdên Qazakistanê jî rawestiya û wiha axivî: “Têkiliyek zêde nêzîk tune. Ji ber ku wekî gerdûnekê dûrî hev in. Li wir komarên Azarbeycanê, Gurcistanê, hene. Li wir Qazakistan dikeve nava Rojhilat. Têkiliyek zêde germ tune ye.”

Bapîrê wê li Qazakîstanê dibistan ava kiribû

Azadî li ser mijara ziman û perwerdehiyê jî rawestiya û ev agahî dan: “Niha tiştê ku ez dijîm li ser bingehekê ava bûye. Dema ez biçûk bûm bavê min dengbêj bû. Kalikê min Keremê Elî Silêman (bavê dayika min), di sala 1937’an li vir li Qazakîstanê dema li sirgûnê bû, dibistan ava kiribu. Wî perwerdehî li Koma Rewanê xelas kiribû. Kalikê min û komek hevalên xwe li Rewanê di sala 1930’î de dibistan ava kiribûn. Qanatê Kurdo, Keremê Eliyê Silêman, Eliyê Eyib, Emînê Evdal, Wezîrê Nadirî, Heciyê Cindî, Casimê Celil bi hevre dibistan ava kiribûn. Rewşenbirên Sovyetê bûn.”

Ferhenga kurdî rûsî amade kiriye

“Ew rewşenbîrên sovyetê bûn. Ew ji bo me gelek bi qedr û qîmet in. Diya min û bavê min digot “Eger mirovek bi zimanê xwe nizanibe wekî mirovê ker û lal e.”

Gulnara Azadî bal kişand ser kalikê xwe ango bavê dayika  xwe û wihalê zêde kir: “Ew rewşenbîrên sovyetê bûn. Ew ji bo me gelek bi qedr û qîmet in. Diya min û bavê min digot “Eger mirovek bi zimanê xwe nizanibe wekî mirovê ker û lal e. Ev 10 sal in ez li ser lêkolîna ziman xebatê dikim. Di 4 salên dawî de min li ser 2 pirtûkan xebat kiriye. Min li ser ferheng û di purtûkan xebat kiriye. Min disa ji tîpên kurdî û rûsî bergeheke pirtûkê çêkiriye û tînên kurdî li ser nivîsîye.  Alfebeya kurdî amade kiriye. Ev alfebe bi taybetî ji bo zarokan hatiye amadekirin. Li bin her dîpekê navekî sewal ango fêkiyekî heye. Min bi vê yekê armanc kir kuz iman hem fêrî ziman bibin û hem jî xwezayê nas bikin.”

Azadî destnîşan kir ku 3 salan li ser ferhengê xebat kir û wiha got: “Min tu kar nekir. Ez li malê rûniştim û min xebata ziman kir. Pirtûka ferhenga kurdî ji 20 hezar peyvan pêk tê. Kurdî-Rûsî ji 12 hezar peyvan pêk tê. Rûsî-Kurdî jî ji 7 hezar peyvan pêk tê. Niha jî min alfabe bi 4 zimanan amade kiriye. Bi zimanê kurdî, rûsî, qazakî û rûsî amade kir. Ez dixwazim li ser ziman xebatê bikim û pirtûkan çap bikim. Ev xebat û hilberîn kelecan, bawerî û hêzekê dide mirov. Ji xwebaweriyekê dide mirov. Ji bo wê ez her tim di nava lêgerîn û lêkolînê de me.”

Her netew dikarin ferî zimanê xwe bibin

Gulnar Azadî li ser perwerdekirina zarokan a ziman jî rawestiya û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min di sibatê de ji Wezareta Perwerdehiyê ya Qazakistanê re name nivîsî. Min got nifûsa zarokên kurd li vir gelek in û dixwazin bi zimanê xwe fêr bibin. Min got bi şertê ku mamoste ji me, lê derfet jî ji we. Min çima dixwest ez perwerdehiyê bidim? Min dixwest zarok li dibistana xwe bi zimanê xwe bixwînin. Di qanûnê wan de her netew û civak dikarin bi zimanê xwe bixwînin û fêr bibin. Lê dewlet bi xwe derfetekê ava nake. Dixwaze em bi xwe derfetên xwe ava bikin. Ez niha li gundê ku dayika min li vir perwerde dida hefteyê rojekê derza zimanê kurdî didim”

Gulnara Azadî li ser nêzîkatî, helwest û piştgiriya Qazakan jî rawestiya û wiha axivî: “Dema dapirê min hat li vir amadekarî dikir, gelê qazak bûn alîkar. Niha jî gelê qazak dibin alîkar. Her tim hêz û moral didin. Dixwazin ez her tim pêş ve biçim. Zêdetir di aliyê moral û baweriyê de dibin alîkar.”

Li Qazakistanê qedexe tune ye

Divê her kes muzîk û bernameyên kurdî li ser telefonên xwe bar bikin. Divê malbat hemû hêza xwe bidin ser ziman.

Gulnara Azadî li ser nêzîkatiya Qazakistanê jî rawestiya û wiha got: “Li vir qedexeya dewletê ya li ser ziman û çandê tune. Rayedar diyar dikin ku her kes dikare bi zimanê xwe û çanda xwe bijîn. Lê piştgiriyê jî nadin. Dixwazin her civak û netew bi derfet û îmkanê xwe dibistanên xwe vekin. Mamosteyên xwe bi xwe pêş bixin. Dewlet dixwaze em alav û amûrên xwe bi xwe pêş bixin. Ez jî bi derfet û dildariya xwe xizmeta ziman dikim. Heta niha piştgirî û alîkariyek ji civaka me nehatiye. Eger aboriya min baş buya min dê gelek baş û lazim kiribûya. Min bi derfetên xwe ev alfabe amade kir. Dema ez diçim deverekê ez vê alfebeyê diyarî zarokan dikim. Dema zarok vê alfabeye dibinin dibêjin ‘Ha alfabeya kurdî heye!’. Pir kêfxweş dibin. Kêfxweşiya zarokan hêz û moral dide min.”

Li malên xwe bi kurdî biaxivin

Azadî herî dawî ji bo zarok û malbatên kurdî bang kir û wiha got: “Di serî de di malbatên xwe de bi kurdî bi axivin. Telefonê her kesî heye. Li her malê telefon hene. Divê her kes muzîk û bernameyên kurdî li ser telefonên xwe bar bikin. Divê malbat hemû hêza xwe bidin ser ziman. Divê çand û zimanê xwe biparêzin. Eger em çand û zimanê xwe neparêzin kes nikare biparêzin. Em dibêjin bijî kurd û Kurdistan.”

——————-

Ev nivîs cara ewil di rojnameya Xwebûnê de hatiye weşandin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Fermon: Têkoşîna hiqûqî li Fransayê bimeşînin

Jan Fermon got, “kiryarên Fransa û Belçîkayê nimûneyeka bêhiqûqîyê ye” û divê têkoşîna hiqûqî li …