“Dewleta we jî hebe ev ji bo ziman nabe garantî.”

“Dewleta we jî hebe ev nabe garantiya ji bo parastina ziman.”

Berpirsê Departmana Polîtîkaya Ziman a Andorrayê bi van gotinan balê kişand ser dijwariya parastina ziman.

“Dewleta we jî hebe ev nabe garantiya ji bo parastina ziman.”

Berpirsê Departmana Polîtîkaya Ziman a Andorrayê Joan Sans Urgell bi van gotinan balê kişand ser dijwariya parastina ziman.

Rojnameya dijîtal Diari Llengua ya bi Katalanî weşanê dike, li ser rewşa Katalanî ya li Andorrayê bi Joan Sans Urgell re hevpeyvînekê kir.

Urgell di hevpeyvînê de li ser pêşniyazqanûna ziman a ji bo parastina Katalanî agahî da.

Hukumeta Andorrayê bi vê pêşniyazqanûnê zanîna Katalanî ji bo mafê welatîbûnê ferz kiribû.

Ligel zanîna ziman, kesên ji bo xebatê hatine Andorrayê divê tevlî qursa 31 saetan Katalanî bibin.

Urgell da zanîn, pêşniyazqanûn niha di rojeva meclîsê de ye û piştî xebata komên siyasî yên li ser reşbelekê wê di meclîsê de dengdan bê lidarxistin.

Şefê polîtîkaya ziman got, wê qanûn alîkariyê ji entegrasyona kesên biyanî re bike.

Hêjayî gotinê ye, Andorra welatekî serbixwe ya di bin sîwana siyasî ya Fransa û Îspanyayê de ye.

Welat ji aliyê siyasî ve bi rejîmeke prensiyê ya parlementer tê birêvebirin.

Hejmara kesên  mijara gotinê li derdora 3,000 ye.

Urgell gotinê anî ser  parastina Katalanî û diyar kir, “Dewleta we jî hebe ev nabe garantiya ji bo parastina ziman.”

Hêjayî gotinê ye, Andorra welatekî serbixwe ya di bin sîwana siyasî ya Fransa û Îspanyayê de ye.

Welat ji aliyê siyasî ve bi rejîmeke prensiyê ya parlementer tê birêvebirin.

Katalanî ji destpêka dîroka Andorrayê ve zimanê vî welatî ye.

Foto: Joan Sans Urgell /Jêder: Diari de Llengua

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Fermon: Têkoşîna hiqûqî li Fransayê bimeşînin

Jan Fermon got, “kiryarên Fransa û Belçîkayê nimûneyeka bêhiqûqîyê ye” û divê têkoşîna hiqûqî li …