Siyaseta Galîsyayê ziman naparêze

Hukumeta Herêmî ya Galîsyayê têra xwe destekê nade parastina zimanê Galîsî.

Hukumet, di bin kontrola PP (Partiya Gel) a rastgir û PSOE (Partiya Sosyalîst a Karker a Îspanyayê) de ye.

Her du partiyên Îspanyolîst di butçeya 2024’an de têra xwe pere ji bo Galîsî terxan nekirin.

Statuya zimanên Îspanyayê di demên dawî de mijara nîqaşên rojeva Ewrûpayayê ye.

Ev çendekî ye Yekitiya Ewrûpayê fermîbûna Katalanî, Galîsî û Baskî gotûbêj dike.

Beriya vê, Îspanya bi biryarekê bikaranîna van zimanan a li Parlamento û Senatoyê serbest kiribû.

Digel vê, zimanê Galîsî li ser axa xwe hîn jî ne di ewlehiyê de ye.

Hukumeta Herêmî ya Galîsyayê têra xwe destekê nade parastina zimanê Galîsî.

Hukumet, di bin kontrola PP (Partiya Gel) a rastgir û PSOE (Partiya Sosyalîst a Karker a Îspanyayê) de ye.

Her du partiyên Îspanyolîst di butçeya 2024’an de têra xwe pere ji bo Galîsî terxan nekirin.

Partiyan ji bo parastina Galîsî di butçeya 2024’an de bi tenê 11 milyon euro veqetandin.

Hêjayî bibirxistinê ye, di 2009’an de 21.77 milyon euro ji bo ziman hatibû veqetandin.

Hukumeta herêmî xên ji butçeyê, di qadên din din de jî destekê nade parastina ziman.

Bo nimûne, hukumeta li ser kar digel biryara komên parlamentoya herêmî, biryarên kampanyaya Însîyatîfa Xabarin cî bi cî nake.

Ev kampanyaya ji aliyê Desteya Standardkirina Ziman ve tê meşandin, dixwaze bikaranîna ziman a ji aliyê zarok û ciwanan ve pêş de bibe.

Dûblaja bi Galîsî

Yek ji armanca însîyatîfê, weşandina bernameyên çar qenalên dîjîtal û RTVE’yê (Radyo Televisyona Îspanyayê) bi dûblaja Galîsî ye.

Niha bi tenê 0.8 ji % hemû bername bi dûblaja Galîsî tê weşandin.

Yek ji armanca însîyatîfê, weşandina bernameyên çar qenalên dîjîtal û RTVE’yê (Radyo Televisyona Îspanyayê) bi dûblaja Galîsî ye.

Niha bi tenê 0.8 ji % hemû bername bi dûblaja Galîsî tê weşandin.

Li aliyekî din, TVG2 ku qenaleke Galîsyayê ye, hefteyê 20 saetan bi zimanê Galîsî weşanê dike.

Di 2017’an de heman televîzyon heftane 20o saetan bi Galîsî weşanê dikir.

Meseleyeke din a parazvanên ziman rexne dikin, pirsên ji bo azmûna zanîngehê ye.

Komîsyona Zanîngehan a Galîsyayê biryar da, ew ê di vê azmûnê de bi tenê derbarê rewşa Galîsî ya piştî fermîbûna wê ya di 1981’an de pirs hebin.

Ev jî tê wateyê, komîsyon naxwaze pirsên derbarê zilma zimanî ya beriya otonomiyê di azmûnê de cî bigirin.

Matematîk, Fîzîk û Kîmya

Helwesta li dijî ziman a hukumeta herêmî ya di bin serokatiya Alberto Nunez Feijoo de bi van meseleyan ne bisînorkirî ye.

Hukumetê di 2010’an de biryar girtibû, êdî Matematîk, Fîzîk û Kîmya bi zimanê Galîsî neyên fêrkirin.

Wezareta Perwerdeyê hebûna agahiyên derbarê nasnameya Galîsyayê ya di dersên Zanistên Civakî, Dîrok û Cografyayê de kêm kirin.

Lewma jî têkoşîna li dijî Îspanyolîzekirina mifredata perwerdeyê, yek ji qadeke din a têkoşîna parazvanên ziman û nasnameya Galîsî ye.

Manîfestoya tevgera ziman

Tevgera zimanê Galîsî di Gulana îsal de li Galîsyayê çalakiyên girseyî li dar xistibû.

Tevger, hukumeta herêmî bi pasîfbûnê sûcdar kiribû û balê kişandibû ser bêxemiya siyasetê ya ji bo parastina ziman.

Tevgera zimanê Galîsî di Gulana îsal de li Galîsyayê çalakiyên girseyî li dar xistibû.

Kordînasyona çalakiyan ji aliyê tevgera Queremos Galego (Em zimanê Galîsî dixwazin) ve hatibû kirin.

Tevger, hukumeta herêmî bi pasîfbûnê sûcdar kiribû û balê kişandibû ser bêxemiya siyasetê ya ji bo parastina ziman.

Di çalakiyê de manîstestoyekê ji bo raya giştî hatibû ragihandin û ev tespît hatibûn kirin:

  • Di dîroka herêmê de cara ewil yek ji çar zarokên di bin 15 salî de êdî nikarin bi Galîsî biaxivin.
  • Meseleya kêmbûna perwerdeya bi Galîsî ya di perwerdeyê de piştî dîjîtalîzasyona vê qadê girantir dibe.
  • Di weşangeriya radyo-televîzyonê de ciyê Galîsî pir û pir kêm e.
  • Hebûna Galîsî di çapemeniyê de bi sînorkiriye.
  • Hukumeta Galîsyayê ji bo bikaranîna ziman xebatkarên xwe teşwîq nake.

Foto: Logoya hukumeta herêmî ya Galîsyayê (Xunta de Galicia)

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Tirkîye û Iraq hevkarîyê xurt dikin

Tirkiye û Iraq hevkariya li dijî serkeftinên kurdan ên li Rojava xurt dikin. Enqere û …