Pêwîstî bi polîtîkayeke ziman a netewî heye

Îro xetereya li pêşiya zimanê kurdî li metropolan û li diyasporayê di rêjeyeke pir bilind de ye. Asîmîlasyon pir bi lezûbez didome.

Proje û programên dagirkeran berfireh û dewlemend in. Li aliyekî înkar û îmha, li aliyê din qedexe û astengî nahêle ziman bêhna xwe vede.

Serokê Înstitûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist Fevzî Ozmen li Almanyayê jiyana xwe ji dest da. Mamoste Fevzî jiber nexweşiya penceşêrê di bin tedawiyê de bû. Min çend sal berê di derbarê rewşa zimanê kurdî, helwesta kurdan û ya siyasetên kurdî ya derbarê vê mijare da çend pirs lê kiribû. Jiber koça dawî ya mamoste Fevzî û bona bîranîna wî ez dixwazim analîzên wî yên derbarê rewşa kurdî û mesajên wî yên li kurdan û li saziyên kurdan ji raya giştî ra cardin parve bikim…

Di çapemeniya kurdî de zêde bahsa wan neyê kirin jî; xebatên li ser mijarên bi ziman ve girêdayî, yên mîna; zelalkirina termînolojî û gramerê, alfabe, standardîzasyona zimanê nivîskî û perwerdeya bi kurdî (soranî, kurmancî, kirmanckî) kêm zêde ji hêla hinek dildarên kurdî ve tê dewam kirin.

Ji van dildarên zimanê kurdî yek jî Serokê Enstîtûya Kurdî ya Almanyayê Fevzî Ozmen e. Mamoste Fevzî Ozmen him dersên kurdî dide, him pirtûkên li ser gramerê û çîrokên bi Kurdî dinivîse, him daxwazên saziyan ên mîna werger û amadekirina hinek nivîsan tîne cih û him jî bo perwerdeya bi zimanê kurdî ji sazî komaleyan re materyalên perwerdeyê amade dike. Mamoste di nava vî kar û xebata giran de pirsên me yên derbarê pirsgirêkên pêşxistina kurdî, rewşa devok û zaraveyan, rewşa perwerdeya kurdî û xebatên heyî yên li ser zimên bersivand…

Mamoste, tu rewşa heyî ya xebatên bo pêşxistina kurdî çawa dibînî û çawa dinirxînî; gelo têrê dike? Faktorên ku bandorê li ser vê mijarê dikin çi ne?

Fevzî Ozmen û Halil Dalkiliç. 

Li gor min mirov dikare bersiva pirsa te bike, du beş û li gor wê bibersivîne. Yek; rewşa zimanê kurdî li parçeyên welêt. Du; li metropolên dagirkeran û li diyasporayê.

Li welêt bi kurtî rewşa kurdî wihaye: Li Başûr çend sal e, ji dibistana seretayî hetanî zanîngehan zimanê perwerdeyê yê yekemîn kurdî ye. Her çi qas zaravaya soranî li pêş be jî, zaravaya kurmancî bi pêş dikeve û mirov dikare bibêje, bi xetereyê re rûbîrû nîne. Li hersê kantonên Rojavayê jî, van salên dawiyê têrê neke jî, xebatên ziman û perwerdeyê her diçin bi awayekî lêzûbez bi pêş dikevin. Lê mirov nikare vê yekê ji bo Rojhilat û Bakurê Kurdistanê bibêje. Li Rojhilatê zimanê kurdî bi awayekî fermî qedexe nebe jî, lê li pêşiya pêşketina ziman û perwerdeyê gelek astengî û kosp hene. Jixwe li Bakur rewş diyar e. Li Bakurê Kurdistanê li gel çewsandin û astengiyan xetereya li pêşiya ziman bi qasî ya metropolan nîne.

Îro xetereya li pêşiya zimanê kurdî li metropolan û li diyasporayê di rêjeyeke pir bilind de ye. Pişavtin (asîmîlasyon) pir bi lezûbez didome. Proje û programên dagirkeran berfireh û dewlemend in. Li aliyekî înkar û îmha, li aliyê din qedexe û astengî nahêle ziman bêhna xwe vede. Li gor van kosp, astengî û çewsandinan polîtîkayeke me ya ziman an qe tune ye, an jî pir qels e. Mirov dikare bêje him wek civak him jî wek malbat an jî kes xemsariyeke mezin heye. Li metropolan û li diyasporyê derfetên ku di destên me de hene, em wan li gor şert û mercan nanirxînin. Ji ber ku ev şert û merc tenê ji aliyê hin sazî û komeleyan ve tên nirxandin. Hin hewlên van sazî û komeleyan hebin jî, lê li hember van programên weke hûtên heftserî, hewl û programên me gelekî lewaz û cûce dimînin.

Wek me berê jî got, faktorên li ser vê mijarê bandorên neyînî dikin; şert û mercên giran yên li pêşiya ziman, tunebûna polîtîkayeke ziman a neteweyî, xemsariya civakê, ya sazi û malbatan û avahiyên siyasî ne.

Dema ku mirov li rewşa civaka kurd a li diyasporayê binêre, dibîne ku ji aliyê siyasi ve gelekî pêşketî ye. Lê ji aliyê hestên neteweyî ve jî gelekî paş ve maye.

Bo perwerdekirina zarokan helwest û motîvasyoneke çawa heye û ev rewş bingeha xwe ji çi digire? Mînak; tenê li Almanyayê mîlyonekî zêdetir kurd hene, lê hejmara zarokên ku dersên kurdî dibînin dora du hezarî ye. Mirov gereke vê helwestê bi çi ve girê bide?

Li gor min di vî warî de hişmendiya neteweyî rolekeke mezin dilîze. Dema ku mirov li rewşa civaka kurd a li diyasporayê binêre, dibîne ku ji aliyê siyasi ve gelekî pêşketî ye. Lê ji aliyê hestên neteweyî ve jî gelekî paş ve maye. Ez bawer dikim li vir mebesta pirsa we girseya kurdên diyasporayê ye. Belê, rewşa kurdên diyasporayê du helwestî ye.

Helwesta yekem a siyasî ye. Di vî warî de kurd gelekî pêş ketine. Her roj li ser piyan in. Bêwestan di nava liv û çalekiyan de ne. Lê ji aliyê hişmendiya neteweyî de em vê yekê nikarin bibînin. Ji derî hin beşên folklorîk, di nêzîkbûyîna ziman û perwerdeyê de gelekî xemsar û rihet in. Piraniya kurdan di malên xwe de bi zaroyên xwe re (bi taybetî kurdên Bakur) ya bi tirkî diaxivin, an jî bi zimanê dewlêtên ku lê dijîn. Bi zimanê xwe naaxêvin. Dîsa piraniya kurdan zarokên xwe dişînin kursên zimanê biyanî, heta dişînin kursên tirkî, lê naşînin kursên zimanên kurdî.

Elbete sedemên vê yekê jî hene. Di serî de astengiyên dewletên ewropî tên. Ji derî dewletên Skandinavyayê yên wek Swêd, Norweç, Danîmarka û Fînlandiyayê, dewletên ewropî gelê kurd wek gelekî bê dewlet dibînin û li gor vê têgihayê mafên perwerdeya zarokan nas dikin.

Li Ewropayê gelê sereke yê bê dewlet gelê roman e. Ango em ji mafên perwerdeya ku Ewropayê dane romanan sûdê digirin. Heta mafên me ji yên gelên roman jî kêmtir in. Mînak, li Almanyayê dersên zimanê dayîkê yên zaroyên romanan berî nîvro tên dayîn. Lê yên zimanê kurdî li hemû eyaletên (Hamburg, Bremen, Nieder Sachsen, NRW) ku ev maf dane zarokên kurdan, piştî nîvro pêk tên.

Wek tê zanîn piştî nîvro dema betlane û lîstika zarokan e. Zarok di vê demê de dixwazin ji xwe re bilîzin. Naxwazin di vê saetê de têkevin polan û dersan guhdarî bikin. Dema ku em xemsarî û guhfiretiya malbatên kurdan jî bidin ber vê yekê, bi rastî rewşeke dilkovan derdikeve pêş me.

Lêkolînên li ser devok û zaraveyan jî dewam dike. Bi ya min; divê her devok û zaraveyên kurdî di destpêkê de bêne arşîvkirin û di heman demê de zimanê giştî yê nivîskî bi taybetmendiyên wan bête xemilandin. Zimanzanên me piranî bi zimanekî giştî yê nivîskî ve mijûl in. Mamoste, nerînên te yên derbarê devok û zaraveyan çi ye û gelo ev zengîniya zimanê me divê çawa bê parastin û ew bi helwestekî çawa bi dest bêne hilgirtin?

Bi rastî pêdandin û pirseke pir di cih de ye. Lê ji bo ku hebûna devok û zaravayan bên arşîvkirin, divê lêkolînên li ser wan bidawî bibin. Heta niha lêkolînên ku li ser devok û zaravayê kurdî hatine kirin, hê gelekî kêm in. Em dikarin bibêjin van lêkolînan hê xwe negihandine ji %10an. Di pir aliyan de hê xamî heye. Helbet sedemên vê yekê jî hene. Ji van sedeman çend heb; bêdewletî, parçebûna Kurdistanê û cudatiyên alfabeyan û hwd.

Heta niha lêkolînên ku li ser devok û zaravayê kurdî hatine kirin, hê gelekî kêm in. Em dikarin bibêjin van lêkolînan hê xwe negihandine ji %10an.

Lê nayê wê wateyê ku mirov tiştên heyî bi kar neyne. Helbet tiştên ku heta niha derketine holê em ê bê şaşî bi kar bînin. Eger em bixwazin ber bi standartbûna zimên gavên durist bavêjîn, wekî te jî got, divê em li ser bingeha devok û zaravayan gavan bavêjin, da ku zimanê me li ser koka xwe ya dîrokî û zanistî rûne û bibe zimanekî standart î qedîm.

Elbete divê em vê rastiyê jî bipejirînin, zimanê devkî û yê nivîskî carinan tên hember hev û zimanê niviskî wek bombe li ser yê devkî diteqe û wî ji hev bela dike. Lê tune nake. Em di dîroka zimanên ku bûne standart de jî vê yekê dibînin. Lê wan gelekî bi balkêşî li ser devok û zaravayên xwe lêkolînên hûr û kûr pêk anîne û li gor vê yekê standartbûna zimanê xwe bêyî ku ji devok û zaravayên xwe dûr bikevin, bi dest xistine. Ew tune nekirine, lê entegre kirine.

Em di pêvajoya standartkirina zimên de ne. Hê li pêşiya me gelek astengî hene. Divê em gelekî bi awayekî balkêş tevbigerin ku çewtiyên me kêmtir bibin. Em ne pişta xwe bidin devok û zaravayan ne jî di nava wan de bixeniqin. Divê li aliyekê em devok û zaravayên xwe biparêzin, lê em li pêşiya standartbûnê wan nekin astengî jî. Divê em hevsengiya şkevikên teraziya devok, zarava û zimanê standart pir bi balkêşî eyar bikin. Ji ber ku ev beşên ziman ne dujminên hev in, bi rastî zarava û devok bav û kalên zimanê standart in. Ji hev nayên qutkirin û dûrxistin.

Mamoste, tu jî serokê saziyeke yî ku ji bo zimên dixebite. Tu rêxistinîbûn û sazîbûna derbarê perwerde û pêşxistina kurdî çawa dibînî û pêşniyarên te çi ne?

Em di pêvajoya standartkirina zimên de ne. Hê li pêşiya me gelek astengî hene. Divê em gelekî bi awayekî balkêş tevbigerin ku çewtiyên me kêmtir bibin. Em ne pişta xwe bidin devok û zaravayan ne jî di nava wan de bixeniqin.

Bi rastî ev mijar jî gelekî giring e. Em şert û mercên ziman û perwerdeya kurdî çiqas giran in, pê dizanin. Li gel van şert û mercan divê polîtîkayeke me ye ziman û perwerdeyê hebe. Lê sed car mixabe em ji vê polîtikayê bê par in. Bi gotineke din hê polîtîkayeke me ye ziman û perwerdeyê ya neteweyiya hevbeş nîne. Di vê pêvojêyê de polîtikayên me yên siyasî her çi qas hevbeş nebin jî, ango polîtikayên neteweyî yên hevgirtî nebin jî, dîsa têrê dikin. Em dikarin bêjin di vê sayê de li Rojhilata Navîn gelê herî polîtize bûyî, herî nûjen û nûdem kurd in. Lê em nikarin vê pêşketinê di polîtikaya ziman, perwerde, çand û hunerê de bibînin. Rêxistin û partiyên me yên siyasî ji aliyê siyasetê ve gelekî tîtiz û jêhatî ne, lê berê wan li ziman, perwerde, çand û hûnerê nîne, an jî sar lê dinêrin. Ev yek jî dibe sedemên bipêşneketina ziman, perwerde, çand û hunera neteweyî. Rewşa saziyên me jî bi vê helwesta siyasî ve girêdayî ye. Ji bo vê, divê beriya her tiştî polîtikayên sazî, rêxistin û partiyên me yên ziman, perwerde, çand û hunerê yên neteweyî pişkekê xurt û zelal bin.

Mamoste bi kurtahî tu yê xwe çawa bide naskirin? Fevzî Ozmen kî ye?

Ez di sala 1943an, di dema Şerê Cihanê yê 2. de li herêma Serhedê, bajarê Erziromê, li qûntaxa Çiyayê Şeqşeq, li gundê Şoraxê ku girêdayî navçeya Qortiyê (Çatê) ye, hatime dinê. Min dibistana seretayî li Qortiyê li gundê Barmasê, dibistana navîn û amadeyî (lîse) jî li Erziromê qedandin. Pişt re Peymangeha Karsazî ya Zangoha Stenbolê kuta kir. Min karmendiya dewletê nekir û ez wek şêwirmendê darayî (malî muşawîr) di karên serbest de xebitîm. Di sala 1993an de ez derketim derveyî welêt û ji wê salê û vir ve li Almanyayê dixebitim. Ez ji qirna 68an im û endamê DDKOyê bûm. Li derveyî welêt ango li Almanyayê di saziyên neteweyî yên curbecur de xebitîm. Niha hevserokê Înstîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist li Almanyayê û endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-KNKê me. Ji salên 1970yî û vir ve li ser zimanê Kurdî dixebitim. Têkiliya min bi wêjeyê re heye. Du pirtûkên min, yek bi navê „Perspektîf-Dersên Rêzimana Kurdî (Kurmancî)“ û pirtûkeke min a çîrokan bi navê „Siyên Şkestî“ hatine çapkirin. Gelek nivîsên min ên wêjeyî ji bo çapê amade ne.

Fotoyê bergê: Fevzî Ozmen. /Jêder. ANF

————————–

Hevpeyvîn ji aliyê Halil Dalkiliç ve hatiye kirin û cara ewil di Nupel TV‘yê de hatiye weşandin. 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Perû qanûna parastina navên xwecîyan qebûl kir

Parlamentoya Perûyê bi vê qanûnê destûrê dide, navên esil ên zarokên xwecî di nasnameyan de …