ELEN banga parastina ziman li Îtalyayê kir

ELEN bang li Îtalyayê kir, Peymana Ewrûpî ya Zimanên Herêmî û Kêmar (PEZHK) erê bike.

Ligel vê bangê, di civînê de ji Îtalyayê hat daxwazkirin destekê bide parastina zimanê Sardînî.

Civîna Giştî ya Tevna Wekheviya Ziman a Ewrûpî (ELEN) li bajarê Cagliari ya Sardinyayê hat lidarxistin.

Endamên ELEN’ê di civînê de bang li Îtalyayê kirin Peymana Ewrûpî ya Zimanên Herêmî û Kêmar (PEZHK) erê bike.

Ligel vê bangê, di civînê de ji Îtalyayê hat daxwazkirin destekê bide parastina zimanê Sardînî.

Peymana Ewrûpî ya Zimanên Herêmî û Kêmar di 5’ê Gulana 1992’an de ji aliyê Konseya Ewrûpayê ve hatibû qebûlkirin.

Îtalya di 1998’an de vê peymanê îmze kir lê heta niha di parlamentoya xwe de peymanê erê nekir.

Bangeke din a ELEN’ê di derbarê parastina zimanê Katalanî ya li Sardînyayê bû.

ELEN ji Meclîsa Belediyeya l’Alguer/Alghero ya li Herêma Sardînyayê daxwaz kir, ji bo parastina Katalanî Saziyeke Zimanê Katalanî damezrîne û jê re butçeyekê terxan bike.

25 dewlet û 50 ziman

Ji 25 welatên endam ên Yekitiya Ewrûpayê nûnerên 174 saziyên ku 50 zimanan temsîl dikirin, tevlî civînê bûn.

Civîna Giştî ya îsal a ELEN’ê bi beşdariyeke berfireh balê kişand ser xwe.

Ji 25 welatên endam ên Yekitiya Ewrûpayê nûnerên 174 saziyên ku 50 zimanan temsîl dikirin, tevlî civînê bûn.

Di  civînê de paneleke li ser parastina zimanên Sardînî ya bi beşdariya pisporên ziman ên ji Katalonya, Sardnya û Welatê Gal hat lidarxistin

Panela duyemîn, li ser meseleya naskirina fermî ya Katalanî, Galîsî û Baskî ya li Yekitiya Ewrûpayê bû.

Herwiha, delegeyên ji Bretonya, Alsas, Oksîtanya û Bakurê Katalonya û Bakurê bi dîtinên xwe tevlî gotûbêja rewşa ziman a li Fransayê bûn.

Çi ye ELEN?

ELEN rêxistineke sivîl a Ewrûpî ye ku ji bo parastin û vejîna zimanên hatine marjînalkirin ên Ewrûpayê xebatê dike.

ELEN rêxistineke sivîl a Ewrûpî ye ku ji bo parastin û vejîna zimanên hatine marjînalkirin ên Ewrûpayê xebatê dike. Saziya ziman ligel xebatên xwe yên hişyarî û hişmendiyê tevlî projeyên Yekitiya Ewrûpayê ya parastina zimanan dibe.
ELEN di Parlamentoya Ewrûpayê, Konseya Ewrûpayê, Neteweyên Yekbûyî û UNESCO’yê de xwedî statuyeke şêwirmendiyê ye. Sazî beşdarê civînên Platforma saziyên sîvîl ya ji bo Pirzimanî ya Komîsyona Ewrûpayê û çend rêxistinên din dibe.

Foto: Civîna Giştî ya ELEN’ê ya li Cagliariyê. /Foto: Malpera ELEN’ê 

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …