Arşîvên Tag: parastina ziman

Jan van Beers: Pêşengê perwerdeya holandî li Belçîkayê

Di zarokatiya Jan van Beers de gelên flaman û walon bi serhildanekê dawî li rêvebiriya Qraliyeta Holandayê anîn û di 1830’an de Belçîkayê ava kirin. Lêbelê digel beşdariya flamanan a bo têkoşîna serxwebûnê, zimanê fransî bû zimanê fermî yê dewletê û zimanê holandî gav bi gav ket nava proseya marjînalbûnê. …

Bêtir »

Rizgarkirina Hiş ji Mêtingeriyê hat weşandin

Nivîskarê kenyayî Thiong’o di xebata xwe de rizgarkirina ziman ji mêtingeriya ewrûpî pêşniyazê gelên Afrîkayê dike. Thiong’o di pirtûkê de hewl dide ku “meseleya ziman” wekî teoriyekê di nava xebatên post-kolonyal de bi cî bike. Wergereke hêja ya bi navê Rizgarkirina Hiş ji Mêtingeriyê: Di Siyaseta Afrîkî de Siyaseta Zimên …

Bêtir »

Kampên axaftina ziman li Galîsyayê vebûn

Galîsya herêmeke Îspanya’yê û warê zimanê galîsî ye. Di çend salên dawî de rêvebiriya herêmê bernameya dînamîzekirina ziman dimeşîne. Rêvebiriyê dixwaze bi vê bernameyê alîkariya nifşên nû bike ku ew hêsantir bi zimanê galîsî biaxivin. Bernameya di navbera 26’ê Tîrmeh û 13’yê Tebaxê de li 15 kampên li seranserê Galîsyayê …

Bêtir »

Bakurê Katalonyayê kampanyaya “Welatê Katalan” da destpêkirin

Şaredariyên katalan ên Fransayê “Welatê Katalan” li bin tabelayên navên xwe dinivîsin.. Bi vê kampanyayê, şaredariyên katalan daxwaz dikin ku rêveberiyeke Katalan li herêmê bê damezrandin. Cara pêşiyê, senator François Calvet pêşniyaz kir ku hemû şaredariyên li Katalonyaya Bakur ên li başûrêrojhilatê Fransayê tabelayên “Welatê Katalan” li bin navê şaredariyan …

Bêtir »

Rêvebiriyên herêmî mafê zimanê galî binpê dikin

Li herêma Galê ya li Brîtanyayê mafên ziman ji aliyê rêvebiriyên herêmî ve tên binpêkirin. Koma kampanyayê ya zimanê galî Cymdeithas yr Iaith Gymraeg bi raporekê vê rastiyê li berçav raxist û navên rêvebiriyên  bi vî rengî yek bi yek eşkere kir. Rêxistina kampanyayê di raporê de diyar kir ku di çarçoveya mafên …

Bêtir »

Xwepêşandana Pamplonayê ya ji bo zimanê baskî

Li Herêma Xweser a Navarrayê ya li bakurê Îspanyayê alîgirên zimanê baskî carekê din daketin kolanan û dengê xwe bilindkirin. Qasî 5000 kes beşdarê meşa ku di 4’ê Pûşperê de li paytexta Navarrayê  Pamplona (bi baskî Iruñea)  hat lidarxistin bûn. Meş ji aliyê Kontseilua (Konseya Civakî ya Baskî) hat lidarxistin. …

Bêtir »