Mohra Reş bi almanî bi serenava Dunkles Siegel hat çapkirin.
Pirtûk ji alîyê Yildiz Çakar ve hatîye nivîsandin û ji helbestan pêk tê.
Pirtûka Yildiz Çakar a bi navê Mohra Reş li zimanî almanî hate wergerandin.
Pirtûka Çakar bi du zimanan (kurmancî û almanî) hate çap kirin û wê cara pêşîn di Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Frankfurtê de danasîna wê wê bê kirin.
Mohra Reş a ku bi wergera wê ya almanî bi serenava Dunkles Siegel hat çapkirin, ji 9 helbestan pêk tê. Ev 9 helbest pirtûka yekem a Yildiz Çakar e ku bi almanî hatiye wergerandin.
Mohra Reş ji hêla Berîvana Î. û Mario Pschera ve hat wergerandin. Ji nûh ve lêkirin û êdîtoriya pirtûkê ji hêla şairê alman Tobias Roth ve hat kirin.
Kî ye Yildiz Çakar?

Di sala 1978an de li Amedê ji dayîk bû. Di 2004an de pirtûka wê ya helbestê hat çapkirin. Çakar ji Şanoya Kraliyetê ya Shakespeare monologek û ji bo Şanoya Maxîm Gorkî şanoyek nivîsand. Lîstika bi navê “Çavê Winda” bi îngîlîzî, lîstika bi navê “Bîra Mirîyan” bi erebî, îngîlîzî û elmanî hatin wergerandin. Ji Theater Münchenê re ceribînek nivîsand û di nava bernameya romana Lion Feuchtwanger de bi navê “Wartesaal” de cih girt. Ev ceribîn bi almanî ji aliyê Theater Münchenê ve hat çap kirin. Nivîskar ji bo şanoya Theatre Eastnbullê monologa bi navê “mohra reş” nivîsand. Ev berhem bi tirkî û bi îngîlîzî hat wergerandin û li festiwala navneteweyî ya Atînayê xelata “metna orjînal ya herî baş” wergirt. Nivîskar du caran ji Senatoya Berlînê xelata “Ji bilî wêjeya elmanî” wergirt. Çakar heta niha neh pirtûk nivîsandine ku heşt ji wan berhemên edebî ne. Helbest û çîrokên wê bi tirkî, erebî, elmanî û îngîlîzî hatine wergerandin.
Em hemû nîvco ne