Pi i Sunyer: Xebatê bikin da ku nebin parazît

Pi i Sunyer: “Bi riya xebata me dest pê kiriye, em ê bikaribin tevlî pêşbirka di asta cîhanê de bibin û têkevin nava miletên ne di nava parazîtan de ne ku bi riya karên miletên din kirine, dijîn.”

Katalanî li cîhanê yek ji mînaka serkeftî ye ku di têkoşîna ji bo parastina ziman de ciyê xwe digire.

Ev serfirazî, ligel mercên dîrokî ên ji bo geşbûna ziman, bi xebata gelek parazvanên ziman pêk hatiye.

Yek ji kesên hemû jiyana xwe di vê riyê de derbas kiriye, zanyar August Pi i Sunyer e.

Pi i Sunyer zanyar û siyasetmedar bû û ku ji vir 100 sal berê bi rengekî aktîf tevlî têkoşîna rizgariya neteweyî bû.

Ew herî zêde bi axaftina xwe ya meşhûr a di 1921’an de kiribû, tê naskirin.

Zanyarê Katalan di vê axaftina xwe ya di dema festîwala Nostra Parlayê de kir, balê kişand ser girîngiya xebatên zanistî yên bi Katalanî.

Pi i Sunyer li ser bilindkirina prestîja Katalanî ya li cîhanê wiha axivî:

“Bi riya xebata me dest pê kiriye, em ê bikaribin tevlî pêşbirka di asta cîhanê de bibin û têkevin nava miletên ne di nava parazîtan de ne ku bi riya karên miletên din kirine, dijîn.”

“Ji bo karên me biqede du mîsyonên me hene: Yekemîn, afirandin, hilberîn. Me îspat kiriye ku Katalaniya me ji bo vê hilberînê berhemdar e. Duyemîn, divê em beşdariya xwe ya asta navneteweyî zêde bikin.”

Wî dixwest Katalan “tradîsyona zanistî” ku di riyên gerdûniyê de (unîversalî) winda bûye, kifş bikin.”

Pi i Sunyer di çarçoveya ronesansa (bi Katalanî Renaixença) Katalonyayê de ciyekî taybet dida berhêm zanistî.

Di vê meseleyê de wiha axivî:

“Ji bo karên me biqede du mîsyonên me hene: Yekemîn, afirandin, hilberîn. Me îspat kiriye ku Katalaniya me ji bo vê hilberînê berhemdar e. Duyemîn, divê em beşdariya xwe ya asta navneteweyî zêde bikin.”

Kî ye Pi i Sunyer?

Pi i Sunyer profesorê Zanîngeha Barselonayê bû û ligel karên xwe yên zanistî, endamê Partiya Komarger a Katalonyayê (ERC) bû.
Wî di navbera 1933-35’an de serokatiya partiyê kir û paşê bû wekîlê Parlamantoya Îspanyayê. Pi i Sunyer li Madrîdê bû Wezîrê Kedê ya hukumeta Îspanyayê. Paşê, wî di hukumeta Katalan Generalitatê de karê wezîrtiyê kir û bi dûv vê jî bû şaredarê Barselonayê.
Piştî Şerê Navxweyî ya Îspanyayê (1936-1939) derket derveyê welêt û di hukumeta Katalan a li derveyî welêt cî girt. Pi i Sunyer di 1971’an de li paytexta Venezûela Caracasê jiyana xwe ji dest da.

Foto: August Pi i Sunyer / Jêder: Vilaweb

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …