Li Welatê Baskê protestoya mezin a ji bo ziman

Li Welatê Baskê bi dehezaran kes ji bo parastina ziman meşiyan.

Di meşê de cezayên dadgehan ên li hemberê pêşdebirina zimanê Baskî hat protestokirin.

Tevgera civakî ya ziman di çalakiyê de peymaneke nû ya sosyo-polîtîk pêşniyaz kir.

Li Welatê Baskê meşeke ji bo parastina ziman hat lidarxistin.

Bajarê Bilbao ji vê çalakiya mezin re malovaniyê kir.

Di meşê de cezayên dadgehan ên li hemberê pêşdebirina zimanê Baskî hat protestokirin.

Nûnerên tevgerên ziman ên ji Katalonya, Galîsya, Astûriyas û Aragonê ligel bi dehezaran kesan tevlî meşê bûn.

Çalakî ji aliyê tevgera civakî a zimanê Baskî Euskalgintza Kontseilua ve hat lidarxistin.

Euskalgintza Kontseilua tevneke berfireh e ku di bin banê xwe de saziyên di hemû sektoran de tîne cem hev.

Ev sazî di qadên polîtîk, civakî û kedê de xebatan dimeşînin.

Partiyên gewre yên Welatê Bask, EAJ-PNV, EH Bildu, Geroa Bai, EH Bai û SUMAR destekê dan vê çalakiyê.

Euskalgintza Kontseilua tevneke berfireh e ku di bin banê xwe de saziyên di hemû sektoran de tîne cem hev.

Herwiha, sendîkayên ku di nava wan de ELA, LAB, ESK, STEILAS, CGT, CNT, HIRU û EHNE jî hebûn, di çalakiyê de ciyê xwe girtin.

Hêjayî gotinê ye, ev ji saleke zêdetir e dadgehên Îspanyol li hemberê xebatên zimanên Baskî cezayan didin.

Tê ragihandin, di 18 mehên dawî de 15 ceza hatine birîn.

Di çalakiyê de deklerasyoneke li ser navê tevgera civakî ya ziman hatibû amadekirin, hat xwendin.

Deklerasyona tevgera ziman

Dema mafên ziman di hemû qadên jiyanê de ku di nava wan de ked jî heye tên cîbicîkirin, wê demê vediguherin mafên rastîn.

Di danezanê de êrişên hiqûqî, girîngiya vejîna Baskî û hewldanên ji bo vejînê di konteksta parastina ziman a navneteweyî de derketin pêş.

Hin aliyên balkêş ên deklerasyonê wiha bûn:

  • Tevî hemû qedexe û dijwariyan, nifş bi nifş bi hezaran mirov Baskî tercîh dikin.
  • Li Araba (bi Îspanyolî Alava), Bizkaia, Gipuzkoa û li parçeyeke Navarrayê garantiyên bi mebesta meşandina polîtîkaya ziman a ji bo normalkirina ziman hatine dayîn, hene.
  • Dadgeh li hemberê polîtîkaya ziman biryaran didin û ev jî fikarên me zêde dike.
  • Astengkirina proseya normalkirina Baskî astenkirina mafên zimanî û yên bingehîn ên hezaran welatiyan e.
  • Dema mafên ziman di hemû qadên jiyanê de ku di nava wan de ked jî heye tên cîbicîkirin, wê demê vediguherin mafên rastîn.
  • Peymana sosyo-polîtîk hem ji bo astengkirina êrişên li dijî ziman hem jî ji bo axêverên Baskî bikaribin li hemberê dijwariyên dema bê tedbîran bigirin, pêwîst e.

  • Di asta cîhanê de zimanên hegemonîk bêtir dibin serdest û zimanên kêmar bêtir dibin marjînal.
  • Welatên Nordîk ên Ewrûpayê ji bo parastina zimanên xwe mesrefeke zêde dikin. Fransa û Îspanya ji bo zimanên xwe, di qadên radyo-televîzyonê û dîjîtalê de fonên mezin vediqetînin
  • Ji bo perwerdeyê, pêşxistina xwendin-nivîsandina bi Baskî ya kesên gihîştî, ji bo hilberîna radyo-televîzyonê, çandê û di qada sosyo-aboriyê de pêdivî bi çavkaniyên fînansî heye.
  • Welatên Nordîk ên Ewrûpayê ji bo parastina zimanên xwe mesrefeke zêde dikin. Fransa û Îspanya ji bo zimanên xwe, di qadên radyo-televîzyonê û dîjîtalê de fonên mezin vediqetînin

  • Ji bo vê jî Euskalgintzaren Kontseilua pêdiviyê bi peymaneke sosyo-polîtîk dibîne.
  • Ev peyman hem ji bo astengkirina êrişên li dijî ziman hem jî ji bo axêverên Baskî bikaribin li hemberê dijwariyên dema bê tedbîran bigirin, pêwîst e.
  • Ji ber berpirsî û kapasîteya wan a pêkanînê, ji sazî û hêzên polîtîk tê xwestin bibin parçeyeke vê peymanê.

Foto: Dîmenek ji meşa ji bo ziman a li Bilbaoyê /Foto: Twitter

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …