Fransa naxwaze belediye bi Katalanî biaxivin

Duh li Fransayê Dadgeha Îdarî ya Montpelierê ji bo dozeke sosret rûnişt

Doz ji ber giliyê Parêzgeha Pyrenees-Orientales a li başûrê Fransayê tê lidarxistin

Parêzgeh îdîa dike, bikaranîna Katalanî ya di civînên meclîsên belediyeyan de li dijî Destûra Bingehîn e

Fransa bi riya dadgehê dixwaze pêşî li bikaranîna katalanî ya di belediyeyan de bigire.

Duh ji bo vê meseleyê Dadgeha Îdarî ya Montpellierê  rûniştenekê li dar xist.

Hin şaredar û endamên meclîsên belediyeyên Elna, Els Banys, Portvendres û Tarerac ên li Bakurê Katalonyayê tevlî dozê bûn.

Ev doza wekî sosretiyeke hiqûqî tê qebûlkirin, ji aliyê Parêzgeha Pyrenees-Orientales ve hate vekirin.

Parêzgeh îdîa dike, bikaranîna Katalanî ya di civînên meclîsên belediyeyan de li dijî Destûra Bingehîn a Fransayê ye.

Dadgeh wê di 9’ê Gulanê de biryara xwe eşkere bike.

Belediyeyên li Bakurê Katalonyayê ji bo pêşiya bikaranîna Katalanî vekin rêziknameyên xwe guherandibûn.

Lewma jî niha li belediyeyên navborî endamên meclîsê dikarin bi devkî an nivîskî Katalanî bi kar bînin.

Parêzerên siyasetmedarên tên mehkemekirin, di dadgehê de parastina Katalanî kirin û bersivê dan tometbariyan.

Parêzer diyar kirin, Katalanî parçeyeke herêmê ye û lewma jî “divê wekî mîrateyeke dîrokî bê parastin.”

Şaredar Nicolas Garcia di dadgehê de Katalanî parast.

Nicolas Garcia: Têkoşîna hiqûqî ya ji bo Katalanî wê bibe sebeb belediyeyên li herêmên din ên Fransayê jî ji bo parastina ziman rêziknameyên xwe biguherînin.

Şaredarê Elnayê Nicolas Garcia jî îhtiraz li qanûna bi navê Ordonnance de Villers-Cotterêts a 1539’an kir ku Fransî kiribû zimanê ferz ê hemû karûbarên fermî.

Garcia got, divê Dadgeha Destûra Bingehîn a Fransayê vê qanûna kevn betal bike.

Herwiha Garcia da zanîn, têkoşîna hiqûqî ya ji bo Katalanî wê bibe sebeb belediyeyên li herêmên din ên Fransayê jî ji bo parastina ziman rêziknameyên xwe biguherînin.

Di dema rûniştina li Dadgeha Montpelierê de komeke ji 50 kesan pêk dihat xweşandanekê li dar xist.

Çalakî ji aliyê Kolektîfa 2’yê Nîsanê, Casal de Perpinya, Omnium Catalunya Nord û l’Aplecê ve hate birêxistinkirin.

Serokê koma CUP-NCG a Parlamentoya Katalan Dolor Sabater û nûnerên belediyeyên Bakurê Katalonyayê tevlî çalakiyê bûn.

Bakurê Katalonyayê

Bakurê Katalonyayê ji aliyê dîrokî û çandî ve parçeyeke Katalonyayê ye lê nêzîkî 400 salên dawî di bin kontrola Fransayê de ye.

Bakurê Katalonyayê ji aliyê dîrokî û çandî ve parçeyeke Katalonyayê ye lê nêzîkî 400 salên dawî di bin kontrola Fransayê de ye.

Bakurê Katalonyayê. Navê navçeyan bi Katalanî hatine nivîsandin. Çavkanî: Terra Nostra

Berfirehbûna erdên herêmê 4116 km²ye û qedera 400,000 mirov li herêmê dijîn.

Fransa di bin navê Prefet des Pyrenees-Orientales li herêmê parêzgehekê ava kiriye.

Ev parêzgeh ji aliyê waliyek Fransî ve tê birêvebirin.

Bakurê Katalonyayê ji Perpignan û 5 navçeyan pêk tê.

Perpignan bajarê herî mezin ê herêmê ye û di heman demê de navenda parêzgehê ye.

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …