Galîsya daxwaza parastina ziman kir

Parazvanên ziman vê carê li Herêma Otonom a Galîsyayê ya li bakurêrojhilatê Îspanyayê çalakî li dar xistin.

Duh danê nîvro li 9 bajarên vê herêmê bi hezaran aktîvîstên zimanê Galîsî daketin kolanan.

Miletên li bakur û rojhilatê Îspanyayê ji bo parastina ziman çalakiyên xwe berdewam dikin.

Parazvanên ziman vê carê li Herêma Otonom Galîsyayê ya li bakurêrojhilatê Îspanyayê çalakî li dar xistin.

Duh danê nîvro li 9 bajarên vê herêmê bi hezaran aktîvîstên zimanê Galîsî daketin kolanan.

Kordînasyona çalakiyan ji aliyê tevgera Queremos Galego (Em zimanê Galîsî dixwazin) ve hate kirin.

Queremos Galego tevgereke ziman e ku 500 sazî û komên ji bo ziman di bin banê xwe de tîne cem hev.

Tevgera Galîsî bi boneya çalakiyê manîstestoyekê ji bo raya giştî ragihand.

Di belgeyê de daxwaza bikaranîna zimanê Galîsî di her asta jiyana rojane û saziyên gelemperî de derket pêş.

Bajarê Vigoyê mazûvaniyê ji meşa girseyî ya ji bo Galîsî kir. (Jêder: Queremos Galego)

Manîfestoya tevgera ziman 

Manîfestoya tevgerê, ji aliyê berdevkê wê Marcos Maceira ve di çalakiya Santiago de Compostelayê de hate xwendin.

Maceiro got, digel 40 sal di ser Qanûna Normalkirina Ziman re derbas bûye, zimanê Galîsî gavekî pêş de neçûye.

Berdevk hukumeta herêmî bi pasîfbûnê sûcdar kir û got, “bikaranîna ziman di qada rêvebirî û edaletê de her ku diçe kêm dibe.

Hin aliyên balkêş ên di manîfestoyê de cî girtin ev in:

  • Qanûna Pirzimaniyê zirar daye parastina ziman. Di dîroka herêmê de cara ewil yek ji çar zarokên di bin 15 salî de êdî nikarin bi Galîsî biaxivin.
  • Meseleya kêmbûna perwerdeya bi Galîsî ya di perwerdeyê de piştî dîjîtalîzasyona vê qadê girantir dibe.
  • Di weşangeriya radyo-televîzyonê de ciyê Galîsî pir û pir kêm e.
  • Hebûna Galîsî di çapemeniyê de bi sînorkiriye.
  • Hukumeta Galîsyayê ji bo bikaranîna ziman xebatkarên xwe teşwîq nake.

Zimanê Galîsî

Galîsî ku wekî li herêmê wekî Galego tê pênasekirin, zimanekî gelekî nêzîkî Portûgalî ye.

Lewma jî Portûgalîaxêv û Galîsîaxêv bi hêsanî dikarin ji hev fêm bikin.

Heta sedsala 13. Portûgalî û Galîsî yek ziman bûn e û jê pê ve, ji ber sebebên dîrokî û siyasî Portûgaliya li herêmê veguherî ye Galîsî.

Galîsya herêmeke li bakurêrojavayê Îspanyayê ye. Galîsya 1981’an de bûye herêmeke otonom. (Nexşeya Mutxamel a bi lîsansa CC BY-SA 4.0) 

Li gorî daneyên berê yên Herêma Xweser a Galîsyayê, ji 2.8 milyon kesên li herêmê dijîn 2.2 milyon kes dikaribû bi zimanê Galîsî biaxiviya.

Lêbelê tevgera ziman diyar dike, gav bi gav axaftina Galîsî ya li herêmê kêm dibe.

Li gorî daneyên Saziya Statîstîkê ya Îspanyayê (INE), di sala 2021’an de Îspanyolî cara ewil ketiye pêşiya Galîsî û bûye zimanê herî zêde ku Galîsyayê tê bikaranîn.

 

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Sirbên Kosovayê hilbijartinê boykot kirin

Li bakurê Kosovayê li herêma sirb lê dijîn hilbijartinên xwecîhî hatin lidarxistin. Ji ber vê …