Google li hemberê Baskî cudaxwaziyê dike

Raporeke li Welatê Baskê hate weşandin, paşveçûna zimanê Baskî ya di Googleê de eşkere kir.

Rapora nîşan da, Google bersiva ji bo lêgerînên bi zimanê Baskî bi Îspanyolî dide.

Google li hemberê zimanê Baskî cudaxwaziyê dike.

Raporeke li Welatê Baskê hate weşandin, paşveçûna zimanê Baskî ya di Googleê de eşkere kir.

Lêkolîna li ser mijarê pêr li bajarê San Sebastian a li Welatê Baskê ji raya giştî re hate ragihandin.

Rapora ji aliyê malpera basc.eus ve hate weşandin nîşan da, Google bersiva ji bo lêgerînên bi zimanê Baskî bi Îspanyolî dide.

Di fokûsa vê lêkolînê de rewşa Baskî ya sala 2022’an a di Googlê de cî digire.

Berpirsê Weqfa PUNTEUS a li Welatê Bask Josu Walino dîtinên xwe yên li ser vê meseleyê bi daxuyaniyekê parve kir.

Daxuyaniya çapemeniyê ya derbarê rapora basc.eus a li San Sebastianê. / Foto:  Digitalencatala

Walino wiha axivî:

Google bersiva ji bo lêkolînên bi zimanê Baskî bi Îspanyolî dide. Ev yek encamên giran bi xwe re tîne. Google lêgerînên bi Baskî qebûl nake û berê bikarhêneran dide Îspanyolî. Ev jî dibe sebeb dîtbariya zimanê me ya di înternetê de kêm bibe.”

Li aliyekî din, hate ragihandin helwesta şîrketên dîjîtalê yên li hemberê Baskî di Wikipediayê de jî didome.

Serokê Euskal Wikilarien Kultur Elkartea (EWKE) Luistxo Fernandez jî di civîna li San Sebastianê de raya giştî agahdar kir.

Google bersiva ji bo lêkolînên bi zimanê Baskî bi Îspanyolî dide. Ev yek encamên giran bi xwe re tîne. Google lêgerînên bi Baskî qebûl nake û berê bikarhêneran dide Îspanyolî. Ev jî dibe sebeb dîtbariya zimanê me ya di înternetê de kêm bibe.”

Fernandez diyar kir, digel ku ew wekî berê hejmareke zêde nivîsên bi Baskî di Wikipediayê de diweşînin, trafîka dijîtal a di hin beşên Wikipediayê de gav bi gav kêm dibe.

Katalanî û Google

Kurtedemek berê raporeke din a li Katalonyayê hatibû weşandin xetereya dîjîtal a ji bo Katalanî nîşan dabû.

Rapora ji aliyê saziya l’Aliança ve hatibû weşandin, îşaret bi kêmbûna trafîka bi Katalanî ya di Googleê de kiribû.

L’Aliança ragihandibû, algoritmayên Googleê ji bo lêgerînên bi Katalanî bi kar tîne, Îspanyolî derdixe pêş û ev jî dibe sebeb gelek bikarhênerên Katalan bi Îspanyolî lêkolînê bikin.

Infowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …