Polîtîkaya parastina kurdî li Wanê hat gotûbêjkirin

Di Komxebata “Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî” de rêbazên ji bo parastina ziman hatin gotûbêjkirin. Bername di 15. û 16yê çirîya pêşîn de li Wanê hat lidarxistin.

Ji bakurê Kurdîstan û Tirkiyeyê gelek kes û nûnerên saziyan tev li komxebatê bûn. Di roja yekemîn de “Di Tevgera Azadiyê û Neteweya Demokratîk de Zimanê Kurdî û Stratejiya Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî”, “Di Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî de Rista Siyaset û Rêveberiyên Xwecihkî”, “Di Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî de Rista Jin, Zarok û Ciwanan” û “Di Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî de Rista Çand û Wêjeyê” hatin nîqaşkirin.

Di rûniştina yekemîn de mijara “Di Tevgera Azadiyê û Neteweya Demokratîk de Zimanê Kurdî û Stratejiya Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî” ji aliyê nûnerên partiyên siyasî Heval Dilbihar, Dogan Şenses, Aryen Ersayan û Hayrettîn Altûn ve hat pêşkêşkirin. Di rûniştina duyemîn de jî siyasetmedar Cemîle Turhalli, Cahît Kirkazak, Dîlan Guvenç, Gulşen Demîr û Mehmed Saît Toprak mijara “Di Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî de Rista Siyaset û Rêveberiyên Xwecihkî” pêşkêş kirin.

Hevbevdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê yê DEM Partiyê Heval Dilbihar li ser polîtîka û stratejiyên saziyan ên kurdî axivî daxwaz kir ku saziyên kurdan xwedî polîtîka û stratejiyan bin. Paşê, Aryen Ersayan, da zanîn ku divê hemû malbat bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin da ku zimanê dayikê bijîn.

Li ser navê DBPê Hayrettîn Altûn bi zazakî axivî û têkiliya zazakî û kurmancî vegot. Altûn got, divê kurmanc û kirmanc (dimil) bi hev re Kurdî biaxivin ne Tirkî.

“Dewletên serwer ji bo êrîşî li gel û civakekê bikin, êrîşî zimanê wan dikin û zimanê xwe li ser wan ferz dikin. Ev rewş jî bişaftinê an ku qetlîama spî derdixîne holê. Sazî û dezgehên weke zanîngeh, dibistan, nexweşxane, îbadetxane û hwd. gelek sazî ji aliyê dewletê ve ji bo polîtîkayên xwe yên bişaftinê tên birêxistinkirin. Bi polîtîkayên înkar û bişaftinê çand, ziman û hunera kurdan dixwazin ji holê rakin.”

Stratejî û polîtîkayên beledîyeyan

Dîlan Guvençê di axaftina xwe de qala stratejî û polîtîkayên siyaset û rêveberiyên xwecihî kir da zanîn ku li Kurdistanê rêveberiyên xwecihî ne tenê yekîneyeke îdarî ne lê di heman demê de qadeke berxwedana çandî û îdeolojîk e.

Dîlan Guvençê ji bo rêveberiyên xwecîhî vê stratejîyê pêşkêş kir:

  • Ji bo jiyaneke wekhev û azad, pêwist e reveberiyên herêmî di hemû xebat û xizmetên xwe de, zimanên ku ji mafê perwerdehiyê bêpar mane û xetereya tunebûnê re rû bu rû ne xebatên pêşvebirin û xurtkirina van Zimanan bimeşînin.
  • Pêwist e li hemû saziyên reveberiyên xwecihî hesasiyetên gelê herêmê li ber çavan bên girtin
  • Zarok siberoja civakê ne. Ji bo ku em karibin rê li ber pişaftina zarokan bigirin, pêwist e em li ser medyaya civakî listikên ku bala zarokan dikişînin yên wekî fîlmên karton, stranên zarokan li ser youtubê û hwd. bi Kurdî pêşkêşî zarokan bikin ku zarok Ji amûrên pişaftinê yên li ser medyaya civakî dûr bikevin.
  • Pêwist e pirtûk û kovarên ku dersên ziman ên bi Kurmancî, Kirmanckî û zimanên din di wan de cih digirin û bala zarokan dikişînin werin çapkirin û li zarokan bên belavkirin.
  • Divê niqaş, nirxandin û tespîtên ku di vê Komxebatê de hatine kirin, wekî pirtûkçe werin çapkirin û li gel û zarokan werin belavkirin.
  • Di Hilbijartinên Xwecihî de ji bo hevserokên şaredariyan û endamên meclisên Şaredariyan, pêwist e pivan û krîtera sereke zanîna zimanê gelê herêmê be û her hilbijartî xwedî feraseta pêşxistin û pêşvebirina Zimanê Kurdî û zimanên din ên ku ji mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê bêpar mane be.
  • Ji bo Rêveberiyên Herêmî yên pirzimanî û serkeftî, pêwist e komîsyoneke pispor were avakirin, mînak û modelên li welatên demokratik ên “Di Rêveberiyên Xwecihî de Pirzimanî” lêkolînan bike, ji van mînak û modelan sûdê werbigire, bixe meriyete, di xebat û xizmetên Şaredariyan de pêşkêşî gel bên kirin.
  • Ji bo pêşîlêgirtina hev nefêmkirina nava nîfşan (dapîr û bapîr, dayîk û bav, zarok û nevî) yan, ji bo ku civak ji heft heta heftê salî bibe xwedî hişmendiya Ziman, plansazî û bernameyên berfireh werin çêkirin.
  • Entegrasyona avaniyeke pirzimanî û pirnasnameyî ya Konseyên Bajêr; divê li ser esasên temsîlkirina civatên xwedî ziman û çandên cuda û esasên demokratîk bên avakirin.

Beşdarên komxebatê bal kişandin ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û daxwazên xwe yên derbarê zimanê Kurdî de vegotin.

Di komxebatê de nûnerên sazî û qadên cuda yên kedê yên li Kurdistanê jî yek bi yek dîtinên xwe yên ji bo parastina kurdî pêşkêş kirin.w

Nûnerê sazîyan çi gotin?

Bêrîvan Matyar (Berhevkara Folklora Kurdî):“Em di vê mijarê de li benda gavên şênber in. Heta niha xebatên ji bo Kurdî li ser saziyên sivîl tên meşandin lê ev jî têrê nake. Divê em wekî siyaset, şaredarî xwe bêtir rêxistin bikin. Komxebatên weke vê komxebata îro gelek girîng in. Lê divê xebatên bi vî awayî berdewam bikin.”

“Dewlet çiqas vê meseleyê paşguh bike jî gel daxwaza perwerdehiya bi zimanê Kurdî dike. Di anketan de jî, di civînên gel de jî me dît, yekemin daxwaza gel perwerdehiya bi zimanê Kurdî bû. Loma bê ziman ev pêvajo dê ser nekeve. Gel li benda gavên şênber e. Wekî din nabe.”

Nûh Bozkûr (Rêveberê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Ariyê – ARÎ-DER)

“Ev komxebatên bi vî rengî dê di aliyê fermî de, di aliye sekin û helwestê de bibe alîkar ku sazî û dezgehên Kurdî partiyên Kurdan bi yek helwestî pêşniyar û daxwazên xwe pêşkêşî dewletê bikin. Ya din jî em dizanin ku şert û mercên parastin û pêşvebirina zimanekî bêyî statu, bêyî derfetên perwerdehiyê çênabin. Ev komxebat dê bibe destpêka daxwazên şênber yên sazî û dezgehên Kurdî.”

“Dewlet bi zanebûn gavan navêje. Dibêjin me Kurdî serbest kiriye lê di raya giştî de em dibînin Kurdî çiqas rastî zext û zordariyan, astengiyan tê. Dewlet hê jî li bendê ye ku zimanê Kurdî bihele, asîmîle bibe.”

Lokman Babat: (Endamê Egîtîm-Senê):

“Me zimanê xwe ji bîr kir û me texteke gelek biqîmet ji bo Tirkî çêkir. Lê bi saya tevgerê û cangoriyên xwe em hişyar bûn û dîsa li zimanê xwe xwedî derketin. Zimanê zarokan zimanê pêşerojê ye. Mixabin niha zarokên me ne tenê li dibistanan, li mal û sûkê jî bi Tirkî diaxivin. Ziman, ji aliyê derûnî heta aliyê akademîk, ji aliyê baweriyê heta perwerdehiyê bandoreke gelek mezin dike. Tenê bi çend şexs û saziyan em nikarin zimanê xwe ji xetereyê xelas bikin. Divê dewlet çawa xizmeta Tirkî dike, wisa xizmeta Kurdî jî bike. Divê zimanê me bibe zimanê jiyanê, divê rêveberên me yên hemû saziyan Kurdî biaxivin. Divê em bi Kurdî danûstandinên xwe yên rojane bikin.”

Abbas Bîngol (nûnerê qada tendirûstiyê):

“Ev yek bi sîstema modernîteya kapîtalîst tê kirin. Pergal, jiyanê li gor berjewendiyên xwe organîze dike û dixwazin Kurdan bihelîne. Di dîroka mirovahiyê de tendirûstî cihekî gelek taybet digire. Mixabin polîtîkayeke me ya tendirûstiyê nîne. Polîtîkayên tendirûstî û xizmetgûzariyê divê nebe polîtîkayên bişaftinê. Divê herkes bi zimanê xwe xizmeta tendirûstiyê bigire. Divê zimanê Kurdî jî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê, divê ji bo kedkarên tendirûstiyê dersên Kurdî bên dayîn. Lê mixabin hînkerên me yên Kurdî yên qada tendirûstiyê gelek kêm in û divê em hînkerên tendirûstiyê derxin. Her wiha divê ferhenga termînolojiya tendirûstiyê bê derxistin.”

‘Parastina ziman parastina xwezayê ye’

Muhyettîn Aksîn (aktivîstê Ekolojiyê) “Polîtîkayên serdestên me, em ji gundan derxistin û ji xwezayê dûr xistin. Bi deh hezaran cangoriyan canê xwe dan ji bo ku em bijîn, lewma divê em bes gotin bikin, dest bi patinê bikin.”

Hasan Erzî (qada koçberîyê):

“Bila her Kurdek berê xwe bide Kurdistanê. Lazim e em bikevin nava liv û tevgerekê ku ciwanên me neçin dîasporayê.”

Lokman Ozdemîr (aktivîstê DÎKê): “Kurd hewl didin zimanê xwe biparêzin û kedeke mezin didin. Gelek pêşengên zimanê Kurdî ji medreseyên Kurdî derketine. Medreseyên Kurdan şêwaza jiyana Kurdan in û balkêş in. Zimanê Kurdî di medreseyan de cih girt û medrese bihêz û xurt bûn.”

Amedê Nesrîn (endama Enstituya Kurdî ya Amedê):  “Mirov xweza ye û têkiliya navbera wan de gelek bi hêz e. Qûran dibêje ku her qewîm bi zimanekê cûda hatiye çêkirin. Heta niha bi zaravayê Kirmançkî qet perwerdehî nehatiye dayîn, lewma Kirmançkî gelek lawaz maye.”

Kerem Yilmaz (Komeleya Alimên Olî ya Wanê): “Miletê Kurd xwe Kurd hesab nekiriye û xwe bi xwe bişaftî ye. Dewletê gelek polîtîka ceribandin, lê nekarîn Kurdan di bişaftinê re derbas bike. Lê me bi xwe bi bişaftina navxweyî xwe bişaft. Li ser navê olê me hînî zimanê xwe dikin. Heke em bibin berxê serjêkirî, dê dijmin jî bi ser me de bên. Mirovê ku Kurdî nezane û di mala xwe Kurdî neaxive, divê ji aliyê ziman ve bên hişyarkirin û ziman li ber çavên wan bên şirînkirin.”

Sutiye Dapakli  (Komeleya Elewiyên Demokratîk -DAD): “Ji ber ku em li malê bi kar naînin, zimanê me winda dibe. Divê em jî xwe li hember zilma ku dewlet li ser me ferz dike biparêzin. Divê em li hember van polîtîkayên qedexe li ber xwe bidin û her kêliyê bikaranîna zimanê xwe derbas bikin.”

Îmam Şenol (Rêveberê Navenda Komeleyên Elewiyên Demokratîk – DAD): “Pirtûkên kirmanckî tên nivîsandin, lê em wan fêm nakin. Ji ber ku em wan fêm nakin, pirtûk li wir dimînin. Em bi îradeya xwe asîmîle nebûn. Ji aliyekî ve dewletê em asîmîle kirin û ji aliyê din ve jî gelê kurmancan em tepeser kirin. Her kes dibêje ku ew ji kirmanckî hez dikin, lê kes ji bo kirmanckî tiştekî nake. Her çend dewlet destûrê bide me ku em mafên xwe bi kar bînin jî, me envanter an daneyên ku em vî mafî bi kar bînin tune ne. Divê bi heman awayî ku nêzî kurmancî dibin, nêzî kirmanckî jî bin.”

Infowelat

Foto: Hin ji beşdarên bernameya ziman a li Wanê  

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 31. a Kurdistanê hat weşandin.

Rêzenivîsa danasîna Konfederasyona Swîsreyê ku ji alîyê Fatoş Demirtaş ve tê amadkirin di vê hejmarê …