Perwerdeya Kurdî li Swîsreyê pêş dikeve

Perwerdeya Kurdî li nava kantonên cuda yên Swîsreyê belav dibe.

Îsal wê li Lozan, Cenev, St.Gallen, Chur, Kloten û Rapperswilê jî kursên Kurdî dest pê bikin.

Perwerdeya Kurdî li nava kantonên cuda yên Swîsreyê belav dibe.

Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê pêşengiya ji xebatên perwerdeyê re dike.

Par li Zurih, Winterthur û Schaffhausenê polên ziman hatibûn vekirin.

Îsal jî wê li Lozan, Cenev, St.Gallen, Chur, Kloten û Rapperswilê jî kursên Kurdî dest pê bikin.

Hevseroka Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê Fatma Şik derbarê mijarê de agahiyên dawî parve kir.

Herwiha hevseroka saziyê diyar kir, ji 2022’yan û pê ve li Winterthur, Schaffhausen, Vevey (Lozan), Bex (Lozan), Zurih û Cenevê 3 pol vekirine.

Çawa serîlêdan tê kirin?

Serîlêdanên ji bo kursan wê li NCDK’yan û navenda Enstîtuya Kurdî bikaribin bên kirin.

Armanca kursên Kurdî zarokên di navbera 4-18 salî de ne.

Piraniya kursan li belediyeyan û hin ji wan jî wê Navendên Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) wê bên dayîn.

Serîlêdanên ji bo kursan wê li NCDK’yan û navenda Enstîtuya Kurdî bikaribin bên kirin.

Ji bilî vê, bi riya adresa info@ekurdi.ch serîlêdanên online jî wê mimkûn be.

Agahiyên berfireh ên derbarê navend û serîlêdanê li ser malpera enstîtuyê www.ekurdi-ch berdestbar e.

Swîsre û perwerdeya Kurdî

Cara ewil di 2015’an de li sê kantonên li Swîsreyê –Zurich, Basel û Bern- dersa Kurdî hatibû dayîn.

Perwerdeya kurdî di çarçoveya Hîndekariya Ziman û Çanda Welêt (Heimat Sprache und Kultur-HSK) dest pê kiribû.

Li kantonên Swîsreyê li ser daxwaza dêbavan destûra dersa hilbijarî ya Kurdî tê dayîn.

Xên ji vê, belediye ji bo kursên Kurdî şert û mercên fîzîkî amade dikin.

Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê ku nû hatiye damezrandin, bi riya kursên Kurdî hewl dide di qada parastina ziman de xebatan bike.

Kursên ji aliyê vê saziyê ve tên organîzekirin, ji dewreyên 3 meh dom dikin, pêk tên.

Karekî din ê enstîtu girtiye ser xwe, perwerdeya mamosteyan e.

Heta niha 50 mamoste ji aliyê saziyê vê hatine perwerdekirin.

Cara ewil di 2015’an de li sê kantonên li Swîsreyê –Zurich, Basel û Bern– dersa Kurdî hatibû dayîn.

Perwerdeya kurdî di çarçoveya Hîndekariya Ziman û Çanda Welêt (Heimat Sprache und Kultur-HSK) dest pê kiribû.

Perwerdeya zimanê Kurdî di hefteyekê de du saet tê dayîn.

Foto: Logoya Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê

Derbarê Fatoş Demirtaş

Fatoş Demirtaş rojnamevenake Kurd a ji Bakurê Kurdistanê ye. Wê cara pêşî di 1999’an de li Azadiya Welat dest bi rojnamevaniyê kir û paşê heft salan li navenda rojnameya Gundemê ya li Stenbolê xebitî. Ew dema ji bo Belediyeya Baxlera dixebitî, di 2017’an de ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ji kar hate girtin. Demirtaş ji sala 2019’an û vir ve li Swîsreyê wekî penaberekî polîtîk dijî.

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …