Herêma Frîzland (Fryslân) a li Holandayê bi rêûrêbazên zanistî dixwaze zimanê dayikê biparêze. Lêkolînerên sazîyên ziman wê di çarçoveya projeyekê de du salan di nava malbatan û ciwanên berzewac de xebatê bikin. Di dema lêkolînê de wê pêdiviyên malbatan ku dixwazin zarokên xwe bi zimanê frîzî mezin bikin, bên tespîtkirin. …
Bêtir »Piranîya ciwanan fêrî zimanê baskî dibin
% 70 ji ciwanên di navbera 16 û 24an de dikarin bi baskî biaxivin. Di salên 1990î de vê rêjeyê di nava heman koma ciwanan de % 25 bû. Li Welatê Baskê zanîna zimanê baskî her ku diçe zêde dibe. Niha yek ji sêyê hemû nifûsê êdî dikare bi zimanê …
Bêtir »Têkoşîna ziman stûna rizgarîya neteweyî ye
Hevpeyvîn: Necat Ayaz Paul Bilbao Sarria aktîvîstekî naskirî ye ku di 30 salên dawî de di qada zindîkirina zimanê baskî de xebatê kirîye. Ew yek ji beşdarê Sempozyûma Perwerdehîya Zimanê Dayikê bû ku di 2014an de li Amedê hat lidarxistin. Sarria ji deh salan zêdetir wekî Sekreterê Giştî yê Konseya …
Bêtir »Danezana Bazîdê pengaveke dîrokî ye
Hevpeyvîn: Necat Ayaz Kurdên ku pêşengiya neteweya kurd û têkoşîna azadiya gelê kurd dikin, li ser navê kurdan siyasetê dikin divê bi awayekî wêrek û şoreşger hişê xwe yê kurdîtiyê bînin serê xwe û li gor wê tevbigerin. Divê kurdî hîn bibin, divê siyaseta xwe bi kurdî bikin, bi kurdî …
Bêtir »Destekê di berdêla parastina ziman de dan
Encama hilbijartinê çi be bila bibe, divê DEM Partî wek ku di danezana xwe de jî destnîşan kiribû, ji niha û pê ve hem wek partî, hem jî hemû şaredarî, hem di nava xwe de, hem jî di nava gel de, bi awayekî stratejîk, birêkûpêk, şênber û domdar ji bo …
Bêtir »Bajarên pirzimanî yên cîhanê
Ji aliyê pîvana parastina ziman ve bajarê herî zêde xwedî cigêrengîya zimanî Toronto ye. Her yek ji koma axêverên ziman ên ji vî bajarî zêdetirî % 1ê nifûsê pêk tînin. Bajarên Ewrûpa û bakurê Amerîkayê her ku diçe zêdetir dibin bajarên pirzimanî. Axêverên zimanên ji parzemînên din ên cîhanê koçî …
Bêtir »Ji bo zimanê baskî dimeşin
Bernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj didome wê di 24ê adarê de li bajarê Bayonayê ya li Fransayê bi dawî bibe. Bernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî hat ragihandin. Piştî vê, di 14ê adarê de beza Korrikayê ji …
Bêtir »Têkoşîna ziman xebateke xweser û antî-kolonyal e
Hevpeyvîn: Necat Ayaz Samî Tan zimanzan û aktîvîstekî kurdî ye ku herdem di meseleya ziman de navê wî derketî ye pêş. Zimanzan tevî xebatên xwe yên lêkolînî, di demên dawî de li ser asîmîlasyona zimanî hişyarîyan dike. Tan ji destpêkê ve, bi mexseda parastina kurdî hevkarîya bi sîyasetê re diparêze …
Bêtir »Polîtîkaya ziman a şaredarîyên Kurdistanê
DEM Partî: Berê her tiştî em ê di mijara zimanê kurdî û çanda kurdewar de strateji, polîtîka, bername, plansazî û karnameyên xwe yên ji bo her qadê amade û diyar bikin; ji bo pêkanîna wan di asta herî jor de budçe, kadro û xebatkaran veqetînin; dê vê yekê bi raya …
Bêtir »DEM Partî Wan soza parastina kurdî da
Şaxa Wanê ya DEM Partîyê proseya hilbijartinê veguherand firsendeke ji bo gotûbêja parastina ziman. Partîyê di 3yê adarê de bi tevlîbûna 14 namzetên jin, serokên parêzgeh û navçeyên Wanê komxebatekê li dar xist. Di komxebatê de zirarên polîtîkayên asîmîlasyonê û pratîka qeyûmên dewletê hatin gotûbêjkirin û ji bo parastina kurdî …
Bêtir »Skotland butçeya saziya ziman kêm dike
Hukumeta Skotlandê biryar girt, butçeya ji bo Desteya Zimanê Galîkî kêm bike. Aktîvîst di wê baweriyê de ne, biryara hukumeta Skotlandê wê bandoreke xerab li parastina ziman bike. Meseleya parastina zimanê galîkî bi biryareke hukumetê ket rojeva Skotlandê. Hukumeta Skotlandê biryar girt, butçeya ji bo Desteya Zimanê Galîkî (Bòrd na …
Bêtir »Ziman nirxekî di ser sîyasetê re ye
Hevpeyvîn: Necat Ayaz Zana Farqînî naveke naskirî ye ku di qada ferhengnasîyê de mora xwe li xebatên parastina kurdî xistî ye. Farqînî tevî xebatên xwe yên di ware standardkirina kurmancî de, niha di Komîsyona Kurdî ya DEM Partiyê de cî digire. Ferhengnasê kurd, çend roj berê bi parvekirineke xwe ya …
Bêtir »Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike
Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket rojevê. Wezîra Perwerdeyê ya Îspanyayê Pilar Alegria got, “heta ku zimanê astûrî nebe zimanê fermî, ne pêkane bibe xwedî derfetên fermî yên ji bo parastinê.” Daxwaza fermîbûna ziman careke din li Asturyasê bilind dibe. Ev …
Bêtir »Sefîrên Çandî wê zimanê galî biparêzin
Hukumeta Galê bi mebesta teşwîqkirina axaftina ziman pengavekê da destpêkirin. Hukumetê dixwaze bi riya “sefîrên çandî” pêşî li pêşketina îngilîzî bigire. Welatê Gal (Cymru) ji bo parastina zimanê xwe di nava hewldanan de ye. Hukumeta herêmî bi mebesta teşwîqkirina axaftina ziman pengavekê da destpêkirin. Pengava ji bo zimanê galî, bi …
Bêtir »Têkoşîna ziman û dibistanên binerdî
Mîrza Ronî Heke îro dayîkên Kurd ji bo zimanên xwe nikaribin ji balafirgehan derbikevin, heke îro şanoya kurdî were qedexekirin, heke li Îranê stranên kurdî were qedexekirin û heke îro zimanê kurdî ne zimanê perwerdê be, wî demî hewceye carekdin wekî pêşiyên me gotine; ”Em kumê xwe deynin ber serê …
Bêtir »Valencia ji bo katalanî meşiya
Li herêmên Valencia û Murciayê yên li rojhilatê Îspanyayê çalakiyên ji bo zimanê valensî hatin lidarxistin. Di çalakiyên li bajarên Valencia, Castello de la Plana, Alicante û Gandiayê daxwaza parastina zimanê valensî hat kirin. Di daxuyaniyan de bang li hukumet rastgir a Valenciayê hat kirin, “mafên ziman ên welatiyan misoger …
Bêtir »Xêliya bi xemla kurdî de dakirî
Qada siyasî divê ji bo danpejirandina van polîtîkayan û plansaziya ku ji aliyê Kurdan ve hatî destnîşankirin, bi tevahiya hêza xwe bixebite. Heke bi vî awayî nebe, zimanê ku em wek ‘hîma bingehîn a netewîbûnê’ pênase dikin û peywir û barekî ev qas giran datînin ser piştê, dê bi tenê …
Bêtir »Li Fransayê daxwaza wekheviya zimanan
Dewleta fransî ji ber helwesta wê ya li hember zimanên “herêmî” hat protestokirin. Bi dehan xwendekarên lîseyê yên ji Bretonya, Korsîka, Alsas, Moselle, Oksîtanya û bakurê Baskê tevlî çalakiyê bûn. Ji Fransayê hat daxwaz kirin, xala 2. a destûra bingehîn biguherîne û têra xwe fon ji bo perwerdeya zimanan terxan …
Bêtir »Aktîvîstên ziman ji bo bretonî meşiyan
Li Bretonyayê meşeke ji bo parastina zimanê dayikê hat lidarxistin. Pêşengiya çalakiyê ji aliyê tora zimanên dibistanên bretonî Diwan û çend rêxistinên din hat kirin. Ji ber sekna wê ya meseleya polîtîkaya ziman de rêvebiriya parêzgeha Côtes-d’Armorê hat protestokirin. Li Bretonyayê di 3ê sibatê de meşeke ji bo parastina zimanê …
Bêtir »Li Amedê tirkî zimanê pêşhilbijartinê bû
Amed bi girîngiya xwe ya polîtîk û bi 20,000 delegeyên xwe ciyê herî giring ê pêşbirka pêşhilbijartinê bû. Mixabin tirkî zimanê serdest ê kampanyaya bernamzetên Amedê bû. Bi tenê 8 namzet tevahiya kampanyaya xwe bi kurdî meşandin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) pêşhilbijartinên xwe yên li Kurdistanê …
Bêtir »Li dadgeha brîtanî bi îrlandî axivîn
Piştî 300 salan cara ewil li dadgeheke bakurê Îrlandayê bi zimanê îrlandî (galîkî) hat axaftin. Axaftina bi îrlandî bi însîyatîfa tevgera ziman Conradh na Gaeilge (Yekitiya Galîkî) pêk hat. Piştî 300 salan cara ewil li dadgeheke bakurê Îrlandayê bi zimanê îrlandî (galîkî) hat axaftin. Ciyê vê gava dîrokî Dadgeha Edaletê …
Bêtir »
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat