Ziman parçeyeke nasnameya Maltayê ye

Hukumeta Maltayê ji bo parastina zimanê ku wekî Maltese tê pênasekirin, kampanya da destpêkirin.

Rêvebirî û aktîvîst herî zêde li ser girîngiya ziman a ji bo nasnameya welêt disekinin.

Digel zanîna berfireh a zimanê Maltese, bandora Îngîlîzî ya li welêt gelekî xurt e.

Malta ji bo bikaranîna zimanê giravê teşwîq bike, kete nava hewldanan.

Hukumeta vî welatî, ji bo parastina zimanê ku wekî Maltese tê pênasekirin, kampanyayekê da destpêkirin.

Navê “Ez ji zimanê Maltese hez dikim” li vê kampanyayê hate kirin.

Serokê Maltayê ligel çend saziyên destekê didin ziman tevlî çalakiyên seferberiya dawî ya ji bo ziman dibe.

Ziman û nasname

Hukumeta Maltayê û aktîvîst herî zêde li ser girîngiya ziman a ji bo nasnameya welêt disekinin.

George Vella. Serokê Maltayê tevlî kampanyaya ziman bû. (Foto:Wikipedia)

Serokê Maltayê George Vella di bernameya  ragihandina kampanyayê de bang li siyasetê, karmendên dewletê û civakê kir, zimanê Maltese bi kar bînin.

Vella bi taybetî ji endamên hukumetê û rêvebirên payebilind re got, “eger milet ji we re bi zimanên Maltese dinivîse, hûn jî bi Maltese bersivê bidin.”

Lîderê Maltayê wiha axaftina dom kir:

Em nabêjin divê em terka duzimaniyê bikin. Îngilîzî ji bo pêşveçûna neteweya me yek ji alavên herî xurt e lê divê em hem Maltese hem jî Îngîlîzî di demên pêwîst de bi kar bînin.

Maltese û Îngilîzî

Bi taybetî, di saziyên xizmetên gelemperî û înternetê de herî zêde Îngîlîzî tê bikaranîn.

Raporeke Eurobarometer nîşan dide, bi tenê 6.5 ji % welatî di înternetê de zimanê Maltese bi kar tînin.

Malta welatekî biçûk ê di nava Derya Spî de ye ku ji çend giravan pêk tê.

Nifûsa welêt 520.000’e û hema hema hemû kes dikarin bi zimanê Maltese biaxivin.

Îngilîzî û Maltese du zimanên fermî yên Maltayê ne.

Digel zanîna berfireh a zimanê Maltese, bandora Îngîlîzî ya li welêt gelekî xurt e.

Malta welatekî biçûk a Derya Spî ye ku di navbera Îtalya û Afrîkayê de cî digire. Nifûsa Maltayê 520.000’e. (Harîte: Wikipedia)

Bi taybetî, di saziyên xizmetên gelemperî û înternetê de herî zêde Îngîlîzî tê bikaranîn.

Raporeke Eurobarometer nîşan dide, bi tenê 6.5 ji % welatî di înternetê de zimanê Maltese bi kar tînin.

Herwiha, di demên dawî de bandora Îngîlîzî û Îtalyanî li ser fonetîka Maltese jî zêdedir dibe.

Ev jî bi xwe re tirsa ku gelo zimanê Maltese gav bi gav otantîkbûna xwe winda dike, tîne rojevê.

Infowelat

——————-

Fotoyê bergê: Revealmalta.com 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …