140.000 kes li Brukselê meşîyan

Nuqteyên giring ên nûçeyê

  • Greveke neteweyî di 14yê çirîya pêşîn (cotmeh) de li Belçîkayê hat lidarxistin.

  • Bi beşdarîya 140.000 kesan li Brukselê meş

  • Seferên balafiran hatin betalkirin, xizmeta di gelek xetên trên, tramway û otobusan de nehat dayîn.

  • Li Belçîkayê nakokîyên di navbera dewletê û sendîkayan de bi avakirina hikumeta nû kûr bû.

  • Hikumeta federal a rastgir bi reformekê dixwaze gelek mafên heyî yên civakê ji holê rabike.

Li Belçîkayê greveke neteweyî ya demeke dirêje qala wê dihat kirin, di 14yê çirîya pêşîn de hat lidarxistin.

Sektora herî zêde grevê bandorê lê kir, hatûçûna hewayî û ya bejahî bû.

Seferên balafiran hatin betalkirin, xizmeta di gelek xetên trên, tramway û otobusan de nehat dayîn.

Zirara herî mezin gihişt balafirgehên navneteweyî ya Zaventem û Charleroiyê.

Charleroi bi tevahî ji hatûçûna hewayî re hat girtin û hemû seferên ji Zaventemê ber bi navendên din ên cîhanê re hatin betalkirin.

Bandoreke din a  grevê di qada bazirganîya deryayî de pêk hat.

Rêveberîya lîmana Antwerpenê ji ber grevê roja grevê hemû xebata xwe da sekinandin.

Bruksel bi beşdarî û meşa mezin wekî her sal veguherî navenda berxwedana karkeran.

Li gorî sendîkayan, li derdora 140,000 kes tevlî meşa li Brukselê bûn.

Çalakgeran polîtayên hikumeta rastgir a federal a Belçîkayê protesto kirin.

Her sê sendîkayên mezin ên Belçîkayê (sosyalîst, lîberal û xrîstiyan) tevlî grevê bûn.

Karker ji dixwazin?

Li Belçîkayê nakokîyên di navbera dewletê û sendîkayan de bi avakirina hikumeta nû kûr bûbû.

Hikumeta federal di sibata 2024an de di bin serokwezîrtîya Bart De Wever de hatibû damezrandin.

Partîyên di vê hikumetê de cî digirin Tifaqa Nû ya Flaman (NVA), Tevgera Reformîst (MR), Les Engagés, Xrîstîyanên Demokrat ên Flaman (CD &V) û Vooruit e.

Hikumeta federal a rastgir bi reformekê dixwaze gelek mafên heyî yên civakê ji holê rabike.

Biryara herî nîqaşbar a hikumetê qutkirina meaşê bêkarîyê ye ya piştî 2 salan e.

Bi vê reformê, 100,000 kesên ku piranîya wan li Walonya û Brukselê dijîn, wê nikaribin meaşê bêkarîyê bigirin.

Hikumeta li ser kar di heman demê de dixwaze mesrefên dewletê lêçûyînên ji bo penaxwaz û koçberankêm bike.

Infowelat

Foto: Meşa mezin a li Brukselê ya 14ê çirîya pêşîn

infowelat.com

Li vê jî binêre

Peyas bernameya FilmAmedê lidarxist

Şaredarîya Peyasê FilmAmed û 2’yemîn Festîvala Keda Jinan û Çandî lidarxist. Şaredariya Peyasê piştî navberek …