Swêdî dibe xwedî ferhengeke nû

Ferhenga  SAOB (Ferhenga Akademiya Swêdî) a zimanê Swêdî tê çapkirin.

13,000 peyv li ferhenga wê nû bê çapkirin hatine zêdekirin.

Ferheng encama xebata 140 salan e.

Ferhenga zimanê Swêdî ya nû ji aliyê Akademiya Swêdî ve di nêzîk de tê çapkirin.

Ferhenga wekî SAOB (Ferhenga Akademiya Swêdî) tê naskirin, versiyona 39. a zimanê Swêdî ye.

Di 20’ê Kanûnê de ku salvegera Akademiya Swêdî ye, wê danasîna ferhengê bê kirin.

Bi ferhenga dawî, hejmara rûpelên ferhenga Swêdî gihîşt 33,111’yî.

Hemû çapên berê di nava vê hejmarê de cî digirin.

13,000 peyv li ferhenga wê nû bê çapkirin hatine zêdekirin.

9,000 peyv jî ji ber ku êdî nayên bikaranîn, ji vê ferhengê hatine derxistin.

Akademiya Swêdî piştî çapa ferhengê wê hemû peyvên hatine berhevkirin li ser malpera xwe biweşîne.

Lê belê dîjîtalkirina ferhengê wê bi qasî 10 salan bidome.

Hemû peyvên Swêdî yên ji 1521’an û vir ve hatine berhevkirin wê di navnîşana saolhist.se de cî bigirin.

Xebat di 1883’an de dest pê kir 

Di nava 140 salan de 137 zimanzan û berhevkar bi xebata xwe naveroka ferhengê berfireh kirin.

Xebata ewil a berhevkirina peyvên Swêdî di 1883’an de dest pê kiribû.

Di nava 140 salan de 137 zimanzan û berhevkar bi xebata xwe naveroka ferhengê berfireh kirin.

Akademiya Swêdê ragihandibû, ji bo temamkirina xebata ferhengê pêdiviya wê bi 17 milyon Kronan heye.

Paşê hin saziyên sivîl ên li Swêdê vî pereyî peyde kiribûn û bi vî awayî xebat hatibû meşandin.

Foto: Ferhenga SAOB /Medyaya sosyal

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Fermon: Têkoşîna hiqûqî li Fransayê bimeşînin

Jan Fermon got, “kiryarên Fransa û Belçîkayê nimûneyeka bêhiqûqîyê ye” û divê têkoşîna hiqûqî li …