Fribourg kantoneke li rojavayê Swîsreyê ye û ji alîyê rûbera erdên xwe heştemîn kantona herî mezin a welêt e. Navê kantonê xwe dispêre peyva almanî “Freiburg” (bajarê azad). Tevî ku parçeyeke wê ya mezin li herêma Swîsreya Roman e, ji ber hebûna hejmareke zêde almanîaxêvan wekî kantoneke duzimanî tê qebûlkirin. Fransî bi rêjeya ji % 68.2an zimanê sereke yê niştecîyên kantonê ye. Ji % 26ê nifûsê bi almanî diaxive.
Profîl
Nifûs: 347.000
Berfirehbûn: 1672.43 km²
Paytext: Fribourg
Zimanê fermî: Fransî/Alman’î
Kengî tevlî Swîsreyê bû?: 1481
Fribourg kantoneke li rojavayê Swîsreyê ye û ji alîyê rûbera erdên xwe heştemîn kantona herî mezin a welêt e. Navê kantonê xwe dispêre peyva almanî “Freiburg” (bajarê azad). Tevî ku parçeyeke wê ya mezin li herêma Swîsreya Roman e, ji ber hebûna hejmareke zêde almanîaxêvan wekî kantoneke duzimanî tê qebûlkirin. Kantona Vaudê ya fransîaxêv ji alîyê bakur, başûr û rojava ve cîranê Fribourgê ye. Kantona Bernê ya almanîaxêf cîranê rojhilat û bakurêrojhilatê Fribourgê ye.
Deşt ji % 30yê erdên kantonê pêk tîne û wê erda nizm ji sê cîyan xwe digihîje Gola Neuchatelê. Bi rêya vê golê, Frioburg dibe cîranê Kantona Neuchatelê. Erdên nêzîkî vê golê nizm in û her du rêyên mezin ên di navbera bajarên Bernê û Lausanneê de di vir re derbas dibin. Erdên kantonê ber bi başûr ve bilind dibe li vir çiyayên bi navê Préalpes Fribourgeoises dirêj dibin. Ber bi sînorên Vaud û Bernê erd hîn zêdetir bilind dibe. Li vê deverê çiyayê herî bilind ê kantonê Vanil Noir ku 2389 mêtro bilind e cî digire.
Bi dehan deverên parastî û rezervên xwezayî dikevin nava sînorên Kantonê Fribourgê. Yek ji van, navçeya Gruyer a ku hem li Swreyê hem jî li derveyî welêt bi penêrê xwe yê taybet tê naskirin. Bajarê Fribourg û Murten jî herî zêde bi avahîyên xwe yên ji Serdema Navîn mane tên naskirin.

Kurtedîrok
Nasnameya herêmî ya Fribourgê wekî herêmên din ên Swîsreyê digihîje sedsalên destpêkê yên Serdema Navîn. Di sedsasala 13an de Mîrektîya Gruyerê li ser erdên li derdora xwe serwerîya xwe damezrandîye. Paşê, Fribourg gav bi gav ji bin serdestîya Habsbourgan û Mîrektîya Savoyê derketîye û hebûna xwe xurt kirîye. Dîroka Fribourgê ya vê demê piranî bi reqabeta di navbera wê û bajarê Bernê de derbas bûye. Fribourg di sala 1478an de statuya “bajarê împaratorîyê” bi dest xist, û piştî sala 1648an wekî komareke bajarî ya serbixwe hate naskirin. Fribourg û Gruyer di dema şerê bi Bûrgonyayê re ya di sedsala 15an de destekê dane Konfederasyona Swîsreyê. Kurtedemek piştî vê alozîyê, Fribourg di 1481ê de tevlî Swîsreyê bûye. Paşê, Fribourg bi dagirkirina hin deverên di destên Bernê de erdên xwe berfireh kirîye û sînorên îro yên kantonê di sedsala 16an de zelal bûne.
Di dema dagirkirina Swîsreyê ji aliyê Fransaya şoreşger ve di sala 1798an de, Fribourg wekî kantonên cîran di berxwe neda. Loma jî destûr hat dayîn, Fribourg di bin banê Komara Helwetîk a di bin kontrola Fransayê de erdên xwe berfireh bike. 1803 bû sala dawîlêhatina serdestîya fransîyan li welêt û Fribourg di heman salê de bû parçeyeke Swîsreya serbixwe.

Tevgera karkerên Fribourgê
Kantona Fribourgê heta ber bi dawîya sedsala 19an ve herêmeke çandinîyê bû. Pêla endustrîyê di salên 1870î de gihîşt Fribourgê û bi vê re jî komeleya ewil ên tevgera karkeran hat damezradin. Rêxistina yekemîn Société ouvrière des Arts et Métiers bi rêya endamîtya wê ya Sendîkaya Karkerên Swîsreyê parçeyeke tevgera karkeran bû. Di 1875an de, şaxek Enternasyonala Yekemîn li Fribourgê hate damezrandin û yekser tevlî Federasyona Jura ya lîberter bû. Tevgera karkeran ji sala 1890î û pê ve xurtir bû û ji bin wesayeta lîberalan derket. Bi damezrandina Partiya Sosyal Demokrat a di 1905an de jî çîna karker li kantonê bû hêzeke siyasî ya serbixwe.
Demografî û ziman
Kantonên Swîsreyî xwedî polîtîkaya yek-zimanî ne ku wateya vê ev e, zimanekî fermî yê welêt di heman demê de zimanê fermî yê kantonê ye. Lêbelê sê kantonên Swîsreyê duzimanî ne ku Fribourg yek ji van kantonan e. Fransî bi rêjeya ji % 68.2yê zimanê sereke yê niştecîyên kantonê ye. Ji % 26ê nifûsê bi almanî diaxive û almanî piranîya deverên li ser sînorê Kantona Bernê ne. Zaravayên almanî yên li vir tên axaftin di bin bandora almanîya standart de hêdî hêdî ji holê radibin. Li aliyekî din ligel fransîya standart li hin deveran hêdî hêdî kêm bibe jî zaravayên franco-provençal tê axaftin. Ev zarava jî di bin xetereya tunebûnê de ne û ji bo parastina wan hin hewldan tên kirin.
Ji bilî zimanên fransî û almanî ji %2.5ê nifûsê bi îngilîzî, % 2.3 bi îtalyanî û ji % 5.8 jî bi zimanên din diaxive. Li dûv her sê zimanên fermî yên Swîsreyê, li kantonê herî zêde portûgalî tê axaftin. Nêzîkî 50,000 welatiyên biyanî li Kantona Fribourgê dijîn. Nêzîkî çaryeka vê ku %18yê tevahiya nifûsê pêk tîne, li kantonê ji dayik bûne. Ji %80yê koma niştecîyên biyanî ji welatên endam ên Yekîtiya Ewrûpayê tên.
Katolîkî parçeyeke nasnameya piranîya niştecîyên Kantona Fribourgê ne. Ji % 51,2yê nifûsê endamên Dêra Katolîk in. Bi gotineke din, ji 200,000î zêdetir niştecîyên kantonê katolîk in. Hejmara niştecîyên protestan ên kantonê li derdora 40,000î ye.
Aborî
Kantona Fribourgê bi dînamîzma aborîyê wekî navendeke rojavayê Swîsreyê derdikeve pêş. Hilberîna Ne-Safî ya Navmalî a kantonê 21.4 milyar frank e. Ev jî Fribourgê di Swîsreyê de dike kantona 13an a ji alîyê hilberîna aborîyê. Herêm ji % 53yê hilberînê îxracatê derveyî welêt dike. Kanton ji şîrketên endezyarîya mekanîkî, kîmyewî, derman û darayî re malovanîyê dike. Li Kantona Fribourgê li derdora 20.000 şîrketên di sektorên cuda de kar dikin. Sektora çandinî û xwedîkirina heywanan bi hilberîna penêrê Gruyerê û berhemên din sektoreke din a giring a aborîyê ye. Zanîngeha Fribourgê ku navenda perwerde û lêkolînê ye, bi xebatên xwe yên zanistî û înovasyonê rasterast bandorê li aborîyê dike. Berava Gola Neuchatelê û herêma ji çîyayan pêk tê, bi dahata ji tûrîzmê destekê didin halxweşîya kantonê. Ji ber hebûna gelek derfetên kar, rêjeya bêkarîyê li Kantona Fribourê kêm e û di bin rêjeya neteweyî ya Swîsreyê de ye.

Erkên kantonê
Parlamentoya Fribourgê (Grand Conseil, bi almanî Grosser Rat) sazîya herî bilind a xwedî erkên qanûnçêkirinê ye. Parlamento ji 110 wekîlan pêk tê û ji alîyê welatîyan ve tên hilbijartin. Parlamento ji nava xwe hikumeta kantonê wekî Konseya Dewletê (Conseil d’État/bi almanî Staatsrat) tê pênasekirin hildibijêre. Hikumeta kantonê ji 7 kesan pêk tê. Her wiha, kanton di Parlamentoya Federal a Swîsreyê de ji alîyê 7 wekîlan tên temsîlkirin. Destûra Bingehîn a Fribourgê belgeya bingehîn a hiqûqî ya kantonê ye û guherînên tê de hatine kirin, di dengdana 2004an de hatîye qebûlkirin.
Daraz erkeke din a kantonê ye û Dadgeha Kantonê dadgeha herî bilind a li Fribourgê ye. Erka darazê ji alîyê dadgehên li yekeyên îdarî ku li heft deverên kantonê ne, tên bikaranîn. Ev dadgeh yên derenceya yekem in û ji dadgehên sivîl, cezayî, bazirganî û zarokan pêk tên. Dadweriya îdarî jî erkeke din a kantonê ye û ji alîyê dadgeha îdarî ve tê meşandin.
Fotoyê sereke: Navenda dîrokî ya bajarê Fribourgê
Gotar ji hejmara 31. a e-kovara Kurdistanê hatîye girtin.
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat