Fransa pêşiya perwerdeya bi Alsasî vekir

Hukumeta Fransî biryar girt, li pêşdibistanên Alsasê dest bi perwerdeya îmersiyonê bike.

Li gorî plana Wezareta Perwerdeyê ya Fransayê wê 75 ji % mifredata îmersiyonê ji zimanê Alsasî pêk were.

Şaredarî û saziyên dêbavan wê berpirsê meşandina perwerdeyê bin.

Fransa rê li ber perwerdeya bi Alsasî ya li herêma Alsasê (bi Almanî Elsass) vedike.

Hukumeta Fransî biryar girt, li pêşdibistanên Alsasê dest bi perwerdeya îmersiyonê bike.

Perwerde wê ewil li 4 dibistanên herêmê têkeve meriyetê û paşê wê belav bibe.

Beriya niha, komeleya ABCM-Zweiprachigkeit li 9 pêşdibistanan dest bi perwerdeya Alsasî kiribû.

Li gorî plana Wezareta Perwerdeyê ya Fransayê wê 75 ji % mifredata îmersiyonê ji zimanê Alsasî pêk were.

25 ji % perwerdeya li her çar pêşdibistanan jî wê bi zimanê Fransî be.

Meclîsên şaredariyên çar bajarên li Alsasê tevlî saziyên perwerdeyê yên dêbavan wê berpirsê meşandina perwerdeyê bin.

Fransa di Nîsana 2021’an de Parastina Mîratê Zimanên Herêmî ku wekî Qanûna Molac dihat zanîn, qebûl kiribû.

Ev qanûn ji aliyê wekîlê Bretonyayê yê Parlamentoya Fransayê Paul Molac ve hatibû pêşniyazkirin.

Lê di Gulana heman salê de Dadgeha Destûra Bingehîn a Fransayê xala derbarê dibistanên îmersiyonê yê vê qanûnê betal kiribû.

Paşê hukumeta Fransayê midaxaleyeke hiqûqî derfeta perwerdeya îmersiyona zimanên kêmar parastibû.

Çi ye îmersiyon?

Di vê modelê de zarok ziman di nava konteksta otantîk û rojane de fêr dibin. Zarok di dema perwerdeyê de bi axaftin, guhdarîkirin û temaşekirinê ve tên dorpêçkirin.

Îmersiyon tê wateya “di nava tiştekî re kirin” ku di perwerdeyê de herî zêde wateya wê nêzîkî “banyoya ziman”e.  Di vê modelê de zarok ziman di nava konteksta otantîk û rojane de fêr dibin. Zarok di dema perwerdeyê de bi axaftin, guhdarîkirin û temaşekirinê ve tên dorpêçkirin. Ev jî dibe sebeb, ziman di demeke kurt de û serfirazî bê fêrkirin.

Perwerdeya îmersiyonê cara ewilî li Quebecê ji bo zimanê Fransî hatiye bikaranîn. Paşê, aliyê hukumeta otonom a Katalonyayê ji bo perwerdeya zimanê katalanî wekî model hatiye qebûlkirin. Pisporên perwerdeyê didin zanîn, ji aliyê pedagojiyê be îmersiyon rêbaza herî baş e ku ziman fêr bike.

Herêma Alsasê

Alsas herêmeke li ser sînorên Fransa û Almanyayê ye ku bajarên Strasbourg, Mulhouse û Kolmarê digire nava xwe.

Herêma Alsasê tevlî departmenên  wê. /Harîte: Frankrijk-kaart-vakentie.blogspot.com 

Alsas herêmeke li ser sînorên Fransa û Almanyayê ye ku bajarên Strasbourg, Mulhouse û Kolmarê digire nava xwe.   Ji ber ciyê xwe yê cografîk her du dewlet di dîrokê de çav berdane vê herêmê.Lê piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn êdî meseleya parvekirina herêmê ji holê rabûye.

Nifûsa Alsasê bi qasî 2 milyone û berfirehiya erdên wê bi qasî 8.280 km2 ye.Zimanê xwerû yê herêmê Alsasî ye ku wekî zaravayeke Almanî tê qebûlkirin.Fransa cara dawî bi reforma terîtoryal a di 2014’an de tevlî hin herêmên etnîk dawî li Alsasê jî anîbû. Alsas tevlî du herêmên din bûbû parçeyeke herêma Grand Est.

Fotoyê bergê: Postereke ji bo perwerdeya duzimanî ya li dibistaneke Alsasê hatiye amadekirin. /Jêder: ABCM-Zweiprachigkeit

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …