Martinique statuya fermî da zimanê Kreol

Parlamentoya Martiniqueê di rûniştina xwe de fermîbûna zimanê giravê qebûl kir.

Lê piştî vê, Fransa kete nava tevgerê û bi riya waliyê giravê îhtirazê li biryarê kir.

Ev jî di nava siyaseta herêmî ya Martiniqueê de rastî reaksiyonan hat.

Martinique ji bo fermîbûna zimanê wê yê Kreol gaveke girîng avêt.

Parlamentoya Martiniqueê di rûniştina xwe de fermîbûna zimanê giravê qebûl kir.

Lê piştî vê, Fransa kete nava tevgerê û bi riya waliyê giravê îhtirazê li biryarê kir.

Walî Jean-Christophe Bouvier ji parlamentoyê daxwaz kir biryara fermîbûna ziman betal bike.

Bouvier di daxuyaniya xwe de got, “tekane zimanê Komara Fransayê Fransî ye” û lewma Parlamentoya Martiniqueê vê binpê kiriye.

Helwesta waliyê Fransî di serî de di rêvebiriya herêmî de, di nava siyaseta giravê de rastî bertekan hat.

Lîderê Martiniqueê Serge Letchimy pêşengiya fermîbûna zimanê giravê kir. /Jêder: ppm-martinique.org

Serokê konseya rêvebiriya Martiniqueê Serge Letchimy di daxuyaniya xwe de diyar kir, mafê giravê heye zimanê fermî hilbijêre.

Letchimyê ku di 2021’an de hatibû ser kar, dixwaze statuya Martiniqueê pêş de bibe û mafên wê berfireh bike.

Lîderê giravê ji bo vê daxwaza xwe pêk bîne, hevkariyê bi Guadeloupe û Guyanayê re dike.

Guadeloupe û Guyana wekî Martiniqueê parêzgehên Fransayê ne û li herêma Karayîb a Amerîkaya Latîn cî digirin.

Profîla Martiniqueê

Martinique wekî “kolektîveke teritoryal” tê pênasekirin û di bin sîstema îdarî ya Fransayê de parêzgeh tê qebûlkirin.

80 ji % nişteciyên giravê neviyên koleyên Afrîkî ne û bi zimanê Kreol ê Martiniqueê diaxivin.

Martinique giraveke ku berfirehbûna wê 1,128 km2 ye.

Nifûsa vê girava li Deryaya Karayibê li gorî daneyên 2019’an 364,000 e.

Martinique wekî “kolektîveke teritoryal” tê pênasekirin û di bin sîstema îdarî ya Fransayê de parêzgeh tê qebûlkirin.

Parlamentoya giravê ji 51 wekîlan pêk tê û herwiha girav ji aliyê 4 wekîlan li Parlamentoya Fransayê tê temsîlkirin.

80 ji % nişteciyên giravê neviyên koleyên Afrîkî ne û bi zimanê Kreol ê Martiniqueê diaxivin.

Zimanê giravê ku jê re Kreyòl Matnik tê gotin, di bin bandora gramer û peyvên Fransî û zimanên rojavayê Afrîkayê de pêk hatiye.

Kreoleya Martinique di salên 1990’an ve û pê ve di sîstema perwerdeya giravê de jî ciyê xwe girtiye.

Çi ye zimanê Kreol?

Kreole bi giranî li giravên demeke dirêj di bin dagirkeriya dewletên Ewrûpî de mane, tên axaftin.

Martinique giraveke li Deryaya Karayibê ye ku di nava sîstema îdarî ya Fransayê de parêzgeh e. /Jêder: Wikipedia

Kreol (bi Îngilîzî Creole /bi Fransî créole) di lînguîstîkê de ji bo zimanên ku bi tevlîhevbûna çend zimanên din pêk tê, tê bikaranîn.

Kreole bi giranî li giravên demeke dirêj di bin dagirkeriya dewletên Ewrûpî de mane, tên axaftin.

Gelek ji kreolan li ser bingeha gramer û peyvên Îngilîzî, Fransî, Portûgalî û zimanên xweciyan çêdibin.

Infowelat

Fotoyê bergê: Rûniştineke Parlamentoya Martiniqueê. /Jêder: La1ere.francetvinfo.fr 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …