Ji bo “Stratejiya Kurdî” tevlîbûna demokratîk

Di eslê xwe de di encama tevahiya pratîka partiyên legal ên li ser kevneşopiya HEP’ê hatin damezrandin, Tirkî zimanê normal ê xebatan bû.

Di vê proseya ku di 1990 de dest pê kir, siyaseta legal a Kurd bi riya bikaranîna Tirkî prestîja vî zimanî bilind kir.

Lewma jî heta siyaseta Kurd pergaleke demokratîk a ji beşdariya parazvanên Kurdî re vekirî ava neke, gotinên ji bo parastina ziman tiştekî din îfade nakin.

Hevserokê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan di hevpeyvîna xwe ya bi Xwebûnê re banga “stratejiya ziman a hevpar” kir.

Hevpeyvîna dirêj a bi Bakirhan re ji aliyê rojnamevan Kadri Esen ve hat kirin.

Esen derbarê parastina Kurdî vê pirsê ji Bakirhan kir:

“Weke ku hûn jî dizanin, yek ji pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê înkar û redkirina zimanê kurdî ye. Ji bo ku ev înkar ji holê rabe û mafê perwerdeya bi zimanê kurdî bê nasîn weke partî hûn ê xebatên bi çi rengî bimeşînin?”

Polîtîkaya “pêşxistina ziman”?

Siyaseta bi Tirkî xebatan meşand, bû sebeb helwesteke negatîf a civakî li hember zimanê Kurdî pêk were.

Bakirhan di bersiva xwe de parastina ziman wekî “xebateke sereke” pênase kir û wiha axivî:

“Em dixwazin ewil di nav partiyê de piştre jî li hemû qadên jiyanê pêşketina ziman û çanda kurdî pêk bînin. Parlamenterên me li meclisê, şarederên me li bajaran di vî warî de xebatên girîng kirin.”

Ev bersiva hêviyê dide û qala polîtîkayeke nû ya “pêşxistina ziman” dike, di eslê xwe de nakok e.

Ji ber ku berdewamiya vê de Bakirhan îdîa kir, li parlamento û li şaredariyên li Kurdistanê ji bo Kurdî “xebatên girîng” hatine kirin.

Di eslê xwe de di encama tevahiya pratîka partiyên legal ên li ser kevneşopiya HEP’ê hatin damezrandin, Tirkî zimanê normal ê xebatan bû.

Di vê proseya ku di 1990 de dest pê kir, siyaseta legal a Kurd bi riya bikaranîna Tirkî prestîja vî zimanî bilind kir.

Ev jî bû sebeba helwesteke negatîf a civakî li hember parastina zimanê Kurdî.

Lewma jî divê vê pirsa krîtîk ku Kadri Esen nekiriye bê kirin:

Bêyî xwerexnekirineke xurt a ji bo vê dema ku asîmîlasyon li hemû bajarên û wargehên din ên Kurdistanê pêş ket, HEDEP wê çawa siyaseteke parastina ziman ava bike?

Tevlîbûna demokratîk 

Çawa bêyî tevlîkirina parazvanên Kurdî ya ji bo vê proseya Bakirhan qal dike, stratejiyeke neteweyî ya ziman wê bikari be bê avakirin?

Di berdewama bersiva xwe de Bakirhan wiha diaxive:

“Ji aliyê din ve jî peywira pêşxistina ziman, çand û nasnameya kurdî ne tenê peywira partiya me ye. Em bang li hemû sazî, dezgeh û partiyên kurd dikin werin di vî warî de em xebatên hevpar bimeşînin. Werin em strateji[1]yeke hevpar ava bikin.”

Banga ji bo meşandina xebatên hevpar ên ji bo parastina Kurdî di cî de ye. Lê mesele ev e, niha parastina Kurdî bi tenê di asta xebatên şexsî û komî de (çand, huner, edebiyat, weşangerî hwd) tê kirin.

Lewma jî heta siyaseta Kurd pergaleke demokratîk a ji beşdariya parazvanên Kurdî re vekirî ava neke, gotinên ji bo parastina ziman tiştekî din îfade nakin.

Çawa bêyî tevlîkirina parazvanên Kurdî ya ji bo vê proseya Bakirhan qal dike, stratejiyeke neteweyî ya ziman wê bikari be bê avakirin?

 

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …