Îngilîzî li Maltayê zimanê yekemîn ê axaftinê ye

Îngilîzî êdî li Maltayê zimanê herî li pêş ê axaftinê ye.

130,000 kesên di navbera 15-64 salan de bi îngilîzî diaxivin.

Lêkolîn nîşan dide, 96 ji % welatiyan bi Îngilîzî, 90 ji % bi Mlatese û 62 ji % jî bi Îtalyanî dizanin.

Îngilîzî êdî li Maltayê zimanê herî li pêş ê axaftinê ye.

Ev agahî bi lêkolîneke dawî ya li welêt hate kirin, derket holê.

130,000 kesên di navbera 15-64 salan de bi îngilîzî diaxivin.

Lêkolîn nîşan dide, 96 ji % welatiyan bi Îngilîzî û 62 ji % jî bi Îngilîzî dizanin.

Zimanê sêyemîn ê Maltayê bi rêjeya 62 ji % Îtalyanî ye.

Yek ji agahiyên lêkolînê jî derbarê zanîna ziman û temenê mirovan de ye.

Li gorî vê, kesên temenmezin zêdetir bi Îtalyanî û bi Erebî dizanin.

Fransî û Almanî jî herî zêde ji aliyê nifşên ciwan ve tên zanîn.

Maltese (Maltayî) tevî Îngilîzî zimanekî fermî yê Maltayê ye.

Herwiha, Maltese li Yekitiya Ewrûpayê jî zimanekî fermî ye.

Kampanyaya ji bo ziman

Di destpêka Gulanê de bi însîyatîfa Serokê Maltayê George Vella kampanyayeke ziman dest pê kiribû.

Vella bang li siyasetê, karmendên dewletê û civakê kiribû, zimanê Maltese bi kar bînin.

Lêbelê roj bi roj li nava welêt kêm bikaranîna Maltese wekî xetereyeke li pêşiya jîndarî û statuya ziman tê qebûlkirin.

Lewma di destpêka Gulanê de bi însîyatîfa Serokê Maltayê George Vella kampanyayeke ziman dest pê kiribû.

Vella bang li siyasetê, karmendên dewletê û civakê kiribû, zimanê Maltese bi kar bînin.

Lîderê Maltayî bi taybetî ji saziyên fermî re gotibû, “eger milet ji we re bi zimanên Maltese dinivîse, hûn jî bi Maltese bersivê bidin.”

Maltese û înternet

Malta ji sê giravên di navbera Îtalya û Bakurê Afrîkayê de pêk tê. Nifûsa welêt 520,000’e. Îngilîzî û Maltese zimanên fermî êyn giravan e. Harîte: Medium.com 

Daneyên Etnolojiyê nîşan didin, li Maltayê 450,000 kes bi zimanê Maltayî dizanin.

Lêbelê piraniya nifûsê ziman di jiyana rojane de bi kar nayne.

Bi taybetî bikaranîna Maltayî di înternetê de pêr kêm e.

Bi tenê 6.5 % nifûsê zimanê giravê di înternetê de bi kar tîne.

Înfowelat

———————-

Fotoyê nûçeyê: Ala Maltayê /Wikipedia

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …