Amed bi girîngiya xwe ya polîtîk û bi 20,000 delegeyên xwe ciyê herî giring ê pêşbirka pêşhilbijartinê bû. Mixabin tirkî zimanê serdest ê kampanyaya bernamzetên Amedê bû. Bi tenê 8 namzet tevahiya kampanyaya xwe bi kurdî meşandin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) pêşhilbijartinên xwe yên li Kurdistanê …
Bêtir »Li dadgeha brîtanî bi îrlandî axivîn
Piştî 300 salan cara ewil li dadgeheke bakurê Îrlandayê bi zimanê îrlandî (galîkî) hat axaftin. Axaftina bi îrlandî bi însîyatîfa tevgera ziman Conradh na Gaeilge (Yekitiya Galîkî) pêk hat. Piştî 300 salan cara ewil li dadgeheke bakurê Îrlandayê bi zimanê îrlandî (galîkî) hat axaftin. Ciyê vê gava dîrokî Dadgeha Edaletê …
Bêtir »Amerîka toponomiya xweciyan diparêze
Li Amerîkayê tabelayên li ser riyên bejahî êdî bi zimanên xwecî jî tên nivîsandin. Ev jî riyeke parastina sembolîk e ji bo van zimanên di bin xetereya tunebûnê de ne. Ev pratîka duzimaniya navên ciyan bi xebata parazvanên zimanên xwecî pêk tê. Li Amerîkayê îşaretên li ser riyên bejahî êdî …
Bêtir »Doktor bi zimanê baskî diaxivin
Rêjeya zanîna ziman di nava xebatkarên tenduristiyê de îsal gihîşt 51 ji %. Ev serfirazî bi saya polîtîkaya ziman a hukumetên Welatê Baskê hat bidestxistin. Di bîst salên dawî de ji bo xebatkarên tenduristiyê 58,631 kursên ziman hatine dayin. Zimanê baskî di xizmetên tenduristiyê de her ku diçe zêdetir tê …
Bêtir »Bankeya New Zealandê zimanê maorî parast
Hukumeta New Zealandê dixwaze bikaranîna zimanê maorî ya di saziyên fermî de asteng bike. Bankeya Navendî ya New Zealandê (RBNZ) diyar kir, ew ê bikaranîna Maorî berdewam bike. Hukumeta New Zealandê dixwaze bikaranîna zimanê maorî ya di saziyên fermî de asteng bike. Ev jî ligel maoriyan, rastî reaksiyonên di nava …
Bêtir »Galîsî bikin zimanê Yekitiya Ewrûpayê
30 nûnerên zimanê Galîsî bi bangeke di 9’ê Mijdarê de tevlî vê proseyê bûn. Pêşengiya banga saziyên ziman ji aliyê Ofîsa Normalîzasyona Ziman (MESA) ve hat kirin. Di belgeyê de bang li Yekitiya Ewrûpayê hat kirin, Galîsî bike zimanê fermî yê Yekitiya Ewrûpayê. Yekitiya Ewrûpayê ji bo fermîbûna zimanên Katalanî, …
Bêtir »Statuya ziman nas bikin!
Platforma Perquè ji bo parastina zimanan banga guherandina xala 2. a Destûra Bingehîn li Fransayê kir. Endamên platformê roja Çarşemê tevlî civîna Koma Ziman û Çandên Herêmî ya Parlamentoya Fransayê bûn. Platforma Perquè ji bo parastina zimanan banga guherandina Destûra Bingehîn li Fransayê kir. Endamên platformê roja Çarşemê tevlî civîna …
Bêtir »Rîska dîjîtal a li pêşiya zimanê Galî
Eger tedbîr neyê girtin wê zimanê Galî rastî “rîska tunebûnê dîjîtal were.” Komîteya Karûbarên Galê ya Parlamentoya Brîtanyayê, di raporeke xwe de balê kişand xetereya dîjîtal ya li pêşiya zimanê Galî. Eger tedbîr neyê girtin wê zimanê Galî rastî “rîska tunebûnê dîjîtal were.” Ev agahiya li ser rewşa ziman, ji …
Bêtir »Li Welatê Baskê protestoya mezin a ji bo ziman
Li Welatê Baskê bi dehezaran kes ji bo parastina ziman meşiyan. Di meşê de cezayên dadgehan ên li hemberê pêşdebirina zimanê Baskî hat protestokirin. Tevgera civakî ya ziman di çalakiyê de peymaneke nû ya sosyo-polîtîk pêşniyaz kir. Li Welatê Baskê meşeke ji bo parastina ziman hat lidarxistin. Bajarê Bilbao ji …
Bêtir »Ji bo “Stratejiya Kurdî” tevlîbûna demokratîk
Di eslê xwe de di encama tevahiya pratîka partiyên legal ên li ser kevneşopiya HEP’ê hatin damezrandin, Tirkî zimanê normal ê xebatan bû. Di vê proseya ku di 1990 de dest pê kir, siyaseta legal a Kurd bi riya bikaranîna Tirkî prestîja vî zimanî bilind kir. Lewma jî heta siyaseta …
Bêtir »Pi i Sunyer: Xebatê bikin da ku nebin parazît
Pi i Sunyer: “Bi riya xebata me dest pê kiriye, em ê bikaribin tevlî pêşbirka di asta cîhanê de bibin û têkevin nava miletên ne di nava parazîtan de ne ku bi riya karên miletên din kirine, dijîn.” Katalanî li cîhanê yek ji mînaka serkeftî ye ku di têkoşîna ji …
Bêtir »Siyaseta Galîsyayê ziman naparêze
Hukumeta Herêmî ya Galîsyayê têra xwe destekê nade parastina zimanê Galîsî. Hukumet, di bin kontrola PP (Partiya Gel) a rastgir û PSOE (Partiya Sosyalîst a Karker a Îspanyayê) de ye. Her du partiyên Îspanyolîst di butçeya 2024’an de têra xwe pere ji bo Galîsî terxan nekirin. Statuya zimanên Îspanyayê di …
Bêtir »Li Qazakistanê hemû ziman serbest in
“Li Qazakistanê qedexeya dewletê ya li ser ziman û çandê tune. Rayedar diyar dikin ku her kes dikare bi zimanê xwe û çanda xwe bijîn. Lê piştgiriyê jî nadin. Dixwazin her civak û netew bi derfet û îmkanê xwe dibistanên xwe vekin.” Di salên 1915-20’an de bi deh hezaran kurd …
Bêtir »Swêdî dibe xwedî ferhengeke nû
Ferhenga SAOB (Ferhenga Akademiya Swêdî) a zimanê Swêdî tê çapkirin. 13,000 peyv li ferhenga wê nû bê çapkirin hatine zêdekirin. Ferheng encama xebata 140 salan e. Ferhenga zimanê Swêdî ya nû ji aliyê Akademiya Swêdî ve di nêzîk de tê çapkirin. Ferhenga wekî SAOB (Ferhenga Akademiya Swêdî) tê naskirin, versiyona …
Bêtir »“Dewleta we jî hebe ev ji bo ziman nabe garantî.”
“Dewleta we jî hebe ev nabe garantiya ji bo parastina ziman.” Berpirsê Departmana Polîtîkaya Ziman a Andorrayê bi van gotinan balê kişand ser dijwariya parastina ziman. “Dewleta we jî hebe ev nabe garantiya ji bo parastina ziman.” Berpirsê Departmana Polîtîkaya Ziman a Andorrayê Joan Sans Urgell bi van gotinan balê …
Bêtir »ELEN banga parastina ziman li Îtalyayê kir
ELEN bang li Îtalyayê kir, Peymana Ewrûpî ya Zimanên Herêmî û Kêmar (PEZHK) erê bike. Ligel vê bangê, di civînê de ji Îtalyayê hat daxwazkirin destekê bide parastina zimanê Sardînî. Civîna Giştî ya Tevna Wekheviya Ziman a Ewrûpî (ELEN) li bajarê Cagliari ya Sardinyayê hat lidarxistin. Endamên ELEN’ê di civînê …
Bêtir »Perwerdeya Kurdî li Swîsreyê pêş dikeve
Perwerdeya Kurdî li nava kantonên cuda yên Swîsreyê belav dibe. Îsal wê li Lozan, Cenev, St.Gallen, Chur, Kloten û Rapperswilê jî kursên Kurdî dest pê bikin. Perwerdeya Kurdî li nava kantonên cuda yên Swîsreyê belav dibe. Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê pêşengiya ji xebatên perwerdeyê re dike. Par li Zurih, Winterthur …
Bêtir »Pêwîstî bi polîtîkayeke ziman a netewî heye
Îro xetereya li pêşiya zimanê kurdî li metropolan û li diyasporayê di rêjeyeke pir bilind de ye. Asîmîlasyon pir bi lezûbez didome. Proje û programên dagirkeran berfireh û dewlemend in. Li aliyekî înkar û îmha, li aliyê din qedexe û astengî nahêle ziman bêhna xwe vede. Serokê Înstitûta Kurdî ji …
Bêtir »Andorra qanûneke ziman amade kir
Hukumeta Andorrayê bi pêşniyazqanûnekê zanîna Katalanî ji bo îkametê ferz dike. Kesên dixwazin mafê xwe yên îkametê an mafê xebatê dirêj bikin divê Katalanî bizanibin. Andorra ji bo parastina zimanê Katalanî di nava hewldanan de ye. Hukumeta Andorrayê bi pêşniyazqanûnekê zanîna Katalanî ji bo îkametê ferz dike. Pêşniyazqanûn wê bandorê …
Bêtir »Fransa pêşiya perwerdeya bi Alsasî vekir
Hukumeta Fransî biryar girt, li pêşdibistanên Alsasê dest bi perwerdeya îmersiyonê bike. Li gorî plana Wezareta Perwerdeyê ya Fransayê wê 75 ji % mifredata îmersiyonê ji zimanê Alsasî pêk were. Şaredarî û saziyên dêbavan wê berpirsê meşandina perwerdeyê bin. Fransa rê li ber perwerdeya bi Alsasî ya li herêma Alsasê …
Bêtir »Martinique statuya fermî da zimanê Kreol
Parlamentoya Martiniqueê di rûniştina xwe de fermîbûna zimanê giravê qebûl kir. Lê piştî vê, Fransa kete nava tevgerê û bi riya waliyê giravê îhtirazê li biryarê kir. Ev jî di nava siyaseta herêmî ya Martiniqueê de rastî reaksiyonan hat. Martinique ji bo fermîbûna zimanê wê yê Kreol gaveke girîng avêt. …
Bêtir »