Hejmara 31. a Kurdistanê hat weşandin.

Rêzenivîsa danasîna Konfederasyona Swîsreyê ku ji alîyê Fatoş Demirtaş ve tê amadkirin di vê hejmarê de dewam dike. Mijara dosyeya vê hefteyê Kantona Fribourgê ye. Profîl, kurtedîrok, agahîyên derbarê demografî, ziman, aborî û erkên kantonê de mijarên dosyeyê ne.

Banga EFAyê ya ji bo zêdekirina zextên li hemberê Tirkîyeyê û kampanyaya “mafê hêvîyê” nûçeyên derbarê proseya di navbera PKK-dewleta tirk de ye.

Di beşa cîhanê de nûçeyeke li ser greva neteweyî ya li Fransayê cî digire. Nûçeyeke li ser salvegera serxwebûna Papûa Gîneya Nû û referandûma serxwebûnê ya Skotlandê di heman beşê de hatine weşandin. Dîroka nêzîk a Papûa Gîneya Nû ku ji alîyê kolonyalîzma ewrûpî hatîye dîyarkirin û kurteagahîyên derbarê meseleya serxwebûna Skotlandê de di van nuçeyan de dikarin bên xwendin.

Rêzenivîsa danasîna Konfederasyona Swîsreyê ku ji alîyê Fatoş Demirtaş ve tê amadekirin di vê hejmarê de dewam dike. Mijara dosyeya vê hefteyê Kantona Fribourgê ye. Profîl, kurtedîrok, agahîyên derbarê demografî, ziman, aborî û erkên kantonê de mijarên dosyeyê ne.

Kurdistan berhemeke Infowelat e û ji 15 rojan carekê tê weşandin. E-kovar ji 10 rûpelan pêk tê.

Nivîsên e-kovarê

  • EFA: Ewrûpa divê zextê li Tirkîyeyê bike
  • Kampanyaya Mafê Hêvîyê hat lidarxistin
  • Gelê Fransayê hikumetê protesto kirin
  • Papûa Gîneya Nû di 1975an de bû serbixwe
  • Skotland di 2014an de referandûmê li dar xist
  • Konfederalîzma Swîsreyê: Kantona Fribourgê

Infowelat

 

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Polîtîkaya parastina kurdî li Wanê hat gotûbêjkirin

Di Komxebata “Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî” de rêbazên ji bo parastina …