Kirgizistan reforma ziman qebûl kir

Kirgizistan dixwaze bi qanûnekê zimanê xwe li hemberê Rûsî biparêze.

Reforma nû, di serî de di rêvebiriyê de, di gelek qadan de zimanê Kirgiz ferz dike.

Kirgizistan dixwaze bi qanûnekê zimanê xwe li hemberê Rûsî biparêze.

Qanûna ji aliyê Parlamentoya Kirgizistanê hate qebûlkirin, ji aliyê serokomarê welêt Sadîr Caparov ve hate îmzekirin.

Reforma nû, di serî de di rêvebiriyê de, di gelek qadan de zimanê Kirgiz ferz dike.

Êdî wê di hemû dokumanên fermî de zimanê Kirgizî bê bikaranîn.

Perwerde û artêş hin ji qadên nû ne ku hebûna ziman wê lê bê xurtkirin.

Reforma nû ji bo weşangeriyê jî kotayeke ziman diyar dike.

Li gorî vê, 60 ji % weşangeriya radyo û televîzyonê wê bi zimanê Kirgizî bê kirin.

Ji bilî van qadan, di belediye û sektora kar de jî wê zimanê Kirgizî bê parastin.

Kirgizî û Rûsî du zimanên fermî yên Kirgizistanê ne.

Destûra Bingehîn a Kirgizistanê Kirgizî wekî ‘zimanê dewletê’ pênase dike.

Lewma ji aliyê hiyerarşiyê ve statuya Kirgizî ji Rûsî bilindtir e.

Rûsî zimanê hegemon e 

Reforma nû ji bo weşangeriyê jî kotayeke ziman diyar dike.

Li gorî vê, 60 ji % weşangeriya radyo û televîzyonê wê bi zimanê Kirgizî bê kirin.

Li Kirgizistanê cara ewil di 2014’an de ji bo parastina ziman qanûnek hatibû qebûlkirin.

Kirgizistan welatekî Asyaya Navîn e ku nifûsa wê 7 milyon e. Digel 4 ji % nifûsê ji Rûsan pêk tê, Rûsî zimanê serdest ê welêt e. Harîte: Wikipedia

Bi vê qanûnê, zanîna ziman ji bo karmendên saziyên dewletê hatibû ferzkirin.

Lê digel vê jî Rûsî di jiyana polîtîk û aboriyê de zimanê serdest e.

Bi taybetî, wekî mîrateya dema Yekitiya Sovyetê li paytext Bîşkekê bandora Rûsî xurt e.

Infowelat

Foto: Rûniştina ji bo reforma ziman a Parlamentoya Kirgizistanê/Orient.tm

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …